Edle 20 sal in mêşên hingiv xwedî dike

Dayika Edle ji xwedîkirina pez, çêlek, çandinî û firotina mirîşkan li firoşgehan dest bi rêwîtiya xwedîkirina mêşên hingiv kir û heta niha jî berdewam dike. Dayika Edle dibêje ku cîhana mêşên hingiv cîhaneke pir cuda ye, gelek nexweş bi hingivê mêşên wê baş bûne.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Di ferhenga jinan de tiştekî ku nabe tune ye, ji bo daxwaz, hêvî û xeyalên xwe pêk bîne bi salan li pey wan dibeze. Li ser asta siyasî, hunerî, aborî û civakî jin xwedî roleke sereke ne. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roj bi roj jinên çanda dapîrên xwe pêk tînin, rengekî cuda didin jiyanê. Ji bo em çîrokên dayikên ku bi salan ked didin vebêjin û bighîjînin xwendevanên xwe, her di nava lêgerînê de ne. Edle Tahir dayikeke 67 salî ye dayika 5 zarokan e û li navçeya Til Temira Kantona Hesekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Edle temenê xwe bi xwedîkirina pez, çêlek, çandiniya pembo, genim û ceh, baxçeyên demsalî û darên zeytûn, hejîr, henar û tirî her wiha baxçeyê hebreşikê û xwedîkirina mêşên hêngiv derbas dike. Êdî dema çêra mêşên hêngiv e û dayika Edle ji navçeyê derketiye û li derdora wê cihê ku çandinî lê heye bi cih bûye. Vê carê me xwest em rêwîtiya dayika Edle bi mêşên hêngiv re nas bikin û parve bikin.
Rêwîtiya 20 salan a xwedîkirina mêşên hêngiv
Edle behsa rêwîtiya jiyana xwe kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Min bi her awayî debara jiyana xwe kiriye ji xwedîkirina pez, dirûtina cil û bergan, çandina pembo û ev 20 sal in jî ez mêşên hêngiv xwedî dikim. Mêşên hingiv sermiyaneke wê ya pir zêde tune ye, li beramberî wê jî ewqase sûdên wê yên li ser civakê jî hene. Lê dema çandinî hebe, bereketa dikeve mêşan û çêkirina wan ji hêngivê re pir e. Ev çanda bi xwe fêrî bûme, min hînê zarokên xwe jî kiriye. Ez û wan tevde mêşan xwedî dikin. Yekem car min bi du kewaran dest pê kir heya gihîştin 50 kewarî û min bi vî rengî berdewam kir. Dema çêre hebe û çandinî pir baş be, her kewarek 2-3 kîlo hingiv jê dertê. Ez hingiv difroşim ji ber gelek kesên nexweş hene sûdê jê werbigrin û hingiv bi xwe dermanê hemû nexweşiyan e."
Bandora şer û teqînan li ser mêşên hingiv
Edle da zanîn ku şerê li herêmê rû dide bandoreke wê li ser mêşan jî heye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ev 9 sal in, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava şerekî pir dijwar de ne. Çawa ev şer, pevçûn, dengê balafir, tang û topan li ser mirovan bandor dike, di heman demê de li ser mêşan jî bandor dike. Ji ber şer gelek caran kewarên mêşan vala bûne û li cihekî bi ewle geriyane her wiha paşketina çandiniyê jî bandora wê heye. Ger çandinî tune be, çêra mêşan jî kêm e. Di êrîşa DAIŞ'ê di 23'ê Sibata 2015'an de li ser navçeyê ez neçar mam koç bibim, wê demê mêşên di hundirê kewaran de jî koç bûn. Tenê di wê demê de ez du salan ji xwedîkirina mêşan qut bûm. Di wan du salan de min hîs dikir ku min zarokên xwe winda kiriye."
“Ne tenê yê mêşên hingiv ên Sûriyeyê yên biyanî jî xwedî dikim”
Edle da xuyakirin ku ew ne tenê mêşên Sûriyeyê xwedî dike yê biyanî jî xwedî dike û wiha domand: "Ez ne tenê mêşên Sûriyeyê yên biyanî jî xwedî dikim. Mêşên biyanî taybetmendiyên wan bêdeng in û pêvedana wan jî tune ye lê yên Sûriyeyê pêvedana wan jî pir xeter e. Ger mêşên Sûriyeyê bi kesekê/î nexweşiya wê/î yê hesasiyetê tune be, pêvede jî bandor nake û sûda wê jî pir e lê ger hesasiyet hebe pir xeter e."
“Bihar tune ye îsal, çêra mêşan pir kêm e”
Edle behsa dema çêrîna mêşan kir û wiha zehmetiyên îsal anî ziman: "Ji ber ku êdî ava Xabûr kêm bûye av tune ye cotkar zeviyên pir mezin çêbikin. Niha dema çêrîna mêşan e, min ew anîne çêra peqleyan. Em wan li cihekî nahêlin her wan li nava zeviyan digerînin heya çêra wan bi dawî dibe. Ger zevî kêm bin, em wan dibin hundirê bajêr û li ser banê mala xwe xwedî dikim. Herî kêm li malê darên di biharê de çîçek didin hene, êdî zeytûn vedibin û darên henaran û gul jî hene."
“Pir bextewar im”
Edle dibêje; “Ger hingiv nexwaribûya ez ê niha li ser lingên xwe jî nesekiniyama û wiha pêde çû: "Beriya 20 salan nexweşiya min a neks ango bêhntenbûnê hebû, dema demsal dihatin guhertin min derziya Cortisone li xwe dixist. Lê piştî ewqas êşê min hingiv xwar û li ser baş bûm, nexweşiya min derbas bû êdî min biryar da mêşên hingiv xwedî bikim. Ez pir bextewar im dema ku dibînim ji berhemên van mêşan bi hezaran nexweş tên dermankirin û baş dibin. Dema kesên derman ji gihayên xwezayî ji nexweşan re çêdikirin, dihatin cem min hingiv dikirîn, min jî pir ji wan re arzan dikir, ji ber min êş dîtibû naxwazim kesê din êşê bikşînin." 
“Mêr naxwazin jin kar bikin”
Edlê nêrîna civakê ji karê xwe re wiha bi bîr xist û ev tişt got: "Ger civaka me ne xwedî zîhniyeteke qirêj bûya û karê jinan şerm nedîtibûya, wê niha rewş ne wiha bûya. Lê ji ber civaka me bi hişmendiya baviksalarî tevdigere û jinan bê hêz dike, bûye sedem ku heya niha hinek jin gavan neavêjin. Min gotinên civakê taybet ên mêr ji xwe re paşguh kir, ji ber ku jin bi çi awayî be dikare debara xwe bike û rengekî cuda bide nava bazarê yan jî kolanê. Berî mêşan xwedî bikim, firoşgehên min hebûn her wiha dikaneke min a mirîşkfirotinê jî hebû û min bazirganiya wan jî kiriye."
“Cîhana mêşên hêngiv cîhaneke cuda ye”
Edlê qala rûniştina li ber kewara mêşan kir û wiha domand: "Ez bi saetan li ber kewara mêşan rûdinêm û li karê wan temaşe dikim. Dema dikevim cîhana wan ez pir bextewar dibim. Bi taybetî dema ez dibînim kî kar dike, kî parastina derî dike û kî di hundirê kewarê de hingiv bi cih dike. Vîzevîza mêşan wekî mûzîkekê pir xweş tê guhê min. Mêşên hingiv malbatên pir zîrek û kedkar in."
“Kedkariya bi jiyanê re”
Edlê bi van gotinan dawî li honandina rêwîtiya xwe anî: "Çawa mêş ruxmî hemû êrîş û zehmetiyên heyî dijîn, em jî wiha dijîn. Ez dixwazim jin vê çandê bidomînin û her bi pêş bixin, ji ber ku niha li herêmê ez tenê heme. Dixwazim jin jî êdî van karan bikin, ev kar ne tenê yê mêran e."