Dorpêç xebatên aborî asteng dike

Komîteya Aborî ya Jinan a li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Heleba Sûriyeyê, ji bo destekkirina jinan û dijwarkirina rastiya dorpêçkirinê, dixebite ku projeyên xizmet û hilberînê fînanse bike û hilberîne.

SERÎN MIHEMED

Heleb – Komîteya Aborî ya Jinan li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Heleba Sûriyeyê projeyên xwe yên aborî domandiye, projeyên xizmet û hilberînê ava kiriye da ku entegrekirina bi bandor a jinan di çalakiyên aborî de bilez bike.

Bûyerrên neyînî yên dorpêçkirina ku ji hêla çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam ve li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê hatiye ferzkirin, rasterast bandorê li malbatan dike. Ev dorpêçkirina ku nêzîkî sê mehan e berdewam dike, bûye sedema kêmbûna kelûpelên bingehîn ên wekî sotemeniya dîzel û ar. Xebata nanpêjxaneyan di nav rewşa xirab a elektrîkê de asteng kiriye. Niştecihên her du taxan di nav germahiyên pir nizm de, nemaze di saetên serê sibê de, ji mafê xwe yê germkirina bi neftê bêpar in. Zarok, jin, kal û pîr û nexweş ji ber sermaya dijwar dikşînin. Serma nexweşiyên wan girantir dike û bi xirabûna xizmetên tenduristiyê ji ber kêmbûna pêdiviyên bijîşkî û dermankirinê jî, zêdetir dibe.

Perçeyê herî mezin ê qezencê ji bo karkerên jin diçe

Yasmîn Neccar ku endama Komîteya Aborî ya Jinan a li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd e, ji ajansa me re zirara ku ji ber dorpêça li ser her du taxan li ser projeyên wan çêbûye, vegot. Yasmîn destnîşan kir ku xalên kontrolê yên hikûmeta demkî rê li ber ketina kelûpelên bazirganî yên pêwîst ên ji bo dikanên komîteyê digirin. Yasmîn da zanîn ku kêmbûna materyalên çandiniyê zirarê dide projeya çandiniyê ya komîteyê û jiyana normal têk dibe. Yasmîn balkişand ser xebatên komîteyê û ev agahî dan: “Karên komîteyê, armanc dike xweseriya aborî ji bo jinan bi dest bixe û piştgiriyê bide wan da ku ew karibin bixebitin, kesayetiyên xurt û îradeyên serbixwe bipêş bixin û di civakê de rolek, statu û dengek çalak hebe. Ev yek li van karan bandor dike.”

‘Komîte tenê ji sedî 25ê qezencê werdigre

Sîstema kar wekî ku hatiye ravekirin, li ser bingeha nirxandina hewldanên jinan bi belavkirina rêjeyek mezin ji qezencên ku ji hêla projeyê ve têne bidestxistin li ser wan hatiye avakirin. Di heman demê de komîte tenê ji sedî 25’ê qezencê werdigre. Yasmîn Neccar anî ziman ku hemû kesên di rêveberiya projeyan de dixebitin jin in û ji vê perspektîfê, komîte hewl dide ku projeyan, hetta yên piçûk jî, ava bike. Tiştê girîng ji bo Komîteya Aborî ya Jinan ev e ku jin sûd werbigirin û pêşve biçin. Yasmîn got, “Jin dikarin malê birêve bibin û zarokan mezin bikin û ew xwedî şiyana rêvebirin û rêxistinkirinê ne.”

‘Jinên her du taxan dengê xwe bilind dikin’

Bi destpêkirina zivistanê re, xwendekarên taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ji ber nebûna petrola germkirinê di polan de, ji ber sermaya dijwar derd dikşînin û nexweşiyan digirin. Ji ber vê yekê, jinên her du taxan dengê xwe bilind dikin û redkirina xwe ya li hember pêkanînên hikûmeta demkî yên li dijî niştecihan diyar dikin. Jin daxwaza bidawîanîna vê hedefgirtinê dikin.

Projeyên Komîteya Aborî ya Jinan

Yasmîn Neccar ragihand ku projeya dawî ya komîteyê çandina berhema sîr bûye, lê ji ber dorpêçkirinê û kêmbûna materyalên çandiniyê yên pêwîst, proje bi ser neketiye. Berî vê yekê, komîteyê li herêma Şeqîf di projeyek çandiniyê de veberhênanî kiriye, ku ji hêla jinek û mêrê wê ve dihat birêvebirin. Komîteyê avdan, pêdiviyan û her tiştê din ê ji bo erd û çandiniyê peyda kir û şopandina projeyê didomîne. Wekî din, komîteyê vê dawiyê li taxa Eşrefiyê dikanek vekir, ku ji hêla dayîkek ve tê birêvebirin. Dema ku hikûmeta demkî dorpêç li ser her du taxan ferz kir, dikanê zirarek mezin dît. Wekî ku Yasmîn Neccar piştrast dike, jin nekaribû kelûpelan bîne ev yek jî ku bandorek neyînî li ser hem wê û hem jî komîteyê kiriye.

Di dawiyê de, Yasmîn Neccar ku endama Komîteya Aborî ya Jinan a li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd e, banga bidawîkirina dorpêça li ser her du taxan kir. Yasmîn tekez kir ku êrîş û binpêkirinên ku ji hêla çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam ve têne kirin, di serî de debara xelkê dikin.