Dirûnxana jinên Mexmûrê
Emîne Şaxî û Gurbet Îzer ên ku ji bo debara malbata xwe hem karê dirûnê dikin hem jî li cihên cuda kar dikin û di saetên xwe yên diyar de jî tên dirûnxaneya Mexmûrê cil û bergan didirûn dibêjin; “Karê dirûnê çiqas zehmet be jî em gelek jê hez dikin.”
HÊVÎDAR TALÎ
Musil - Dema mirov dibêje cil û berg, yekser jinên kedkar tên bîra mirov. Jin ji bo ku xwe li ser lingan bigre gelek karên wekî cil û berg, kefî, çêkirina goreyan, şeleme û h.w.d dikin. Di nava van karan de cil û berg çanda gundan diyar dikin. Jinên kurd ên ku di salên 90’an de gundên wan ji hêla dewleta tirk ve hatine valakirin, bi hemû zorî û zehmetiyan berê xwe dane penaberiyê. Di vê rêwîtiya penaberiyê de heft wargeh guhertine û herî dawî li wargeha penaberan a Mexmûrê ya ser bi bajarê Musil ê Îraqê bi cih bûne.. Di sala 1999’an de Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo ku jinên Mexmûrê karek ji bo xwe bikin cihê dirûtinê ji bo wana vekir. Di avahiya dirunxanê de jinan perwerde didîtin, ji bo xwe û malbata xwe kar dikirin. Ev 7 salin Neteweyên Yekbûyî destê xwe ji wargehê kişandine.
Niha jî dirunxane di bin banê Weqfa Jinên Mexmûrê de kar dide meşandin. Weqfa Jinan bi derfetên xwe hem kar dikin hem jî perwerde didin. 7 jin di nava xebatên dirunxanê de cîh digirin. Du xebatkarên bi salane di dirunxanê de ked didin Emîne Şaxî û Gurbet Îzer dibêjin; Karê dirûnxaneyê bi hemû zorî û zehmetiyan jî karek gelek xweş e.
‘Li Etrûşê min kirasê jinan bi dest çêdikir’
Emîne Şaxî dema ne zewiciye û zarokek wê hebûye hevjînê wê ji aliyê dewleta tirk ve tê qetilkirin. Emîne ji bo zarokê xwe xwedî bike, ji gund derketiye heta niha karê dirûtinê dike. Ew li taxa 2’yemîn a Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijî pir xweş cilên neteweyî didirû. Hema bêje hemû jinên ku li wargehê dijîn cilên xwe yên dawetan dibin gel wê didurûn û ji dema vekirina dîrûnxaneya Wargehê heta niha jî hem di wê dirûnxaneyê de kar dike, hem jî makîneya wê heye li malê karê xwe didomîne.
Emîne diyar kir ku ew ji hevjînê xwe fêrî makeneyê bûye û heta niha jî bi dirûtinê debara mala xwe dike û wiha domand: “Dema li gund ez nû zewicîm dayika min makîneya dirûtina cilan ji min re diyarî kirîbû lê belê min wê demê nedizanî makîneya cilan bi kar bînim. Hevjînê min Celal ez fêrî dirîtinê kirim. Wisa hêdî hêdî min xwe fêrî karê dirûtinê kir. Di sala 1994’ an de dema me ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk berê da penaberiyê min nedikari makîneya xwe li gel xwe bînim, ji ber wê min li gund hişt. Dema em hatin Etruşê min kirasê jinan bi dest çêdikir û min debara mala xwe dikir. Dema em hatin Mexmûrê ji ber derfeta kar tunebû min ji bo xwe makîneyek dirûtinê kirî û bi wê makîneyê careke din min dest bi kar kir.”
‘Hemû kar bi xwestek bi pêş dikevin’
Emîna Şaxî dide diyarkirin ku kesên ku li vê dirûnxaneyê dixebitin bi xwesteka xwe kar didin meşandin û heta niha wan gelek jin perwerde kirine û wiha domand: “Yên ku heta niha li vê dirûnxaneyê kar dikin hewldana wan ne ew e ku di aliyê madî de qezencek bi dest bixin, ji ber kêfa wana ji vî karî re tê û xwe fêr dikin. Ev kar karek xweş e mirov li ku derê be dikare xwe bi vî karî bide xwedîkirin ji ber pîşeyek jinan e. Niha ger dema ez li gund bûm, min xwe fêrî makîneya biçûk nekiribûya niha min nedikarî debara mala xwe bikim. Hemû kar bi xwestek bi ser dikevin ger jinek bixwaze dikare hem zarokên xwe xwedî bike hem jî karê xwe bike. Heta niha me gelek jin perwerde kirine gelek ji wan jinên bi xwestek piştî perwerdeya xwe temam kirine ji bo xwe cihê dirûtinê vekirine hem zarokên xwe xwedî dikin, hem jî karên xwe yên cuda dikin. Bangawaziya min ji bo hemû jinan ew e ku tu caran bêkariyê ji bo xwe qebûl nekin û dest bi kar bikin, xwe perwerde bikin û fêr bibin.”
‘Dema min nû dest bi kar kir, min gelek zehmetî kişand’
Jina ciwan a bi navê Gurbet Îzer ku ji Şirinexê û li heman wargehê dijî, di nava malbatek qerebalix de mezin bûye û ji bo debara mala xwe di gelek karên cuda de xebitiye. Niha jî hem di firinê de kar dike hem jî di dirûnxaneyê de perwerdeya dirûtinê dîtiye û karê dirûnxaneyê berdewam dike. Ev çar sal in li dirûnxaneya Mexmûrê kar dike, der barê karê xwe de dibêje ku ji ber vî karî bi xwestek dike zorî û zehmetî jê re xweş tê û wiha qala xebata xwe dike: “Weke jinek ciwan ev 4 sal in li vê dirûnxaneyê kar dikim, gelek xwesteka min ji karê dirûtinê re heye. Destpêkê dema min dest pê kir pir bi xwestek bûm dema min ev xwesteka xwe li hevalên xwe re got gelek kêfxweş bûn û gotin ger tu karek wisa bikî em ê ji te re bibin alîkar. Destpêkê dema min nû dest bi kar kir, gelek zorî û zehmetî kişand. Rojên destpekê min nizanibû ta derbasî derziyê bikim. Roj hebû ku min nikaribû cil bidirûm. Di nava hemû karan de zorî û zehmetî hene. Ev çar sal in ku ez xebatê li vê derê didim meşandin gelek xweş derbas dibe ji ber em hemû jin in û hev fam dikin.”
‘Karê dirûnxaneyê karekî wisa ye ku divê mirov her tim bixebite’
Gurbet dibêje ku li wê derê cilên cur be cur didirûn û wiha bi dawî dike: “Karê dirûtinê, karek gelek xweş e em li vê derê fêrî çêkirina cilan dibin. Li vê derê cilên jinan didirûn, piranî em cilên neteweyî didirûn û di heman demê de em cilên zarokan jî didirûn. Heta ku ji destê me tê em li gorî xwesteka kesan cilên wan didirûn. Niha em amadekariya zivistanê dikin ji ber wê jî em cilên zarokên 5 salî heta 12 sali didirûn. Pêwîst e em hezar cil bidirûn. Karê dirûnxaneyê kareki wisa ye ku divê mirov her tim kar bixebite. Jixwe mirov çiqas zedê kar bike ewqas zêdetir bi pêş dikeve. Rojê herî kêm 4 5 saetan em tên dixebitin. Ji roja destpekê ve ji bo hatina min a vê derê qet astengiyek ji aliyê malbatê ve derneketiye. Ji bo debara mala xwe bikim ez gelek kar dikim. Di nava malê de karê xwe yê malê dikim û di heman demê de têm li dirûnxaneyê jî dixebitim. Her çiqas zehmetiya wê jî hebe jiyana min bi vî avayî xweş derbas dibe.”