Dirunxana gundê kerbetilî mala Sîlva ye

Dirunxana gundê kerbetilî mala Sîlva Xelê ya berê bi xwe hînî diruna cilan bûye û bi dilê jinên gund cilan didiruye.

 
NECAH MEÎŞ
Heseke - Dirûnxana gundê kerbetiliyê navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava mala Sîlva yê ye. Sîlva Xelê bi xwe ji gundê Kerbetilî ye. Sîlva wek hemû zarokên dema xwe dibistana rejîma Baas’ê xwendiye. Ji ber ji dibistanê rejîmê hes nedikir dip ora 9’an de dimîne û derbas nake. Dema ku ji xwendinê dur dikeve malbat nema dihêle ji malê derkeve û ev jî Sîlvayê xemgîn dike. Ji ber nikare derkeve êdî hemû lêhurbûna xwe dide ser karê malê ji firaxşuştinê heta çêkirina xwarinê heta êvarî bi hemû karê malê re mijul dibû. Dît tenê ev karên rojane têra wê nake vêcarê jî xwe hînî diruna cilan û gelek hunerên destan ên bi ta û sîxan tên çêkirin û kuaforê kir. Niha di xeyatiyê de hosta bûye, ne tenê gund ji derveyî gund jî jin kiras û fîstanên xwe tînin ber destê wê didin çêkirin.
‘Di vî karî de diya min pişta min girt’
Sîlva durketina xwe ya ji dibistanê weke lêgera ji bo karên cuda yên bikare pê debara xwe bike nîşan da û ev tişt anî ziman: “Dema ez dûrî dibistanê ketin, min xwest xwe fêrî hin pêşiyan bikim, ji bo ez di pêşerojê de tu carî destê xwe li ber kesî venekim. Min bi tena serê xwe, xwe fêrî dirûtin, kofûr û tayê sîxa kir. Ji xwe dema min xwest bikar kir dayika min piştevaniya min kir û moralê min bilind kir. Niha jî gundî hemû cilên xwe ji min re tînin û gelekî baweriya wan bi min heye. Ez jî baş li ser kar dikim û xweşik didirum, dema ku berhemek baş dibînim û jinên gund destxweşiyê li min dikin hîs dikim ku di karê xwe de serkeftî me. Ji xwe êdî jinên derveyî gund ji gundên dinê jî kiras û fîstanên xwe tînin cem min.”
Sîlva da zanîn ku karê wê bandorek erênî li keçên gund kiriye û xwişka wê jî di navê de gelek keçên gund dixwazin hînî dirunê bibin û wiha domand: “Gelek keçên gund ên xwe nêzî min dikin û li ber destê min dinêrin hene, ji xwe dema tên gel min bi xwe dibêjin dilê wan li ser vî karî heye û dixwazin ez wan hîn bikim. Daxwaziya min jî heye wana hîn bikim û naxwazim ti jin bê kar bimîne. Hemû endamên malbata min jî bi heman şêweyî dixwazim fêrî dirûtinê bibin û ji wî qalbê teng yê civak ji wan re daniye derkevin. Xuşka minî biçûk jî her tim alîkariya min dike û di ber de xwe jî fêrî dirûtinê dike. Divê hemû jin xwe fêrî pêşeyan bike û tu carî xwe kêm nebîne, ji ber bi keda xwe pêwîstiyê xwe tîne cîh. Hêviya min her jin bi hêza xwe qalibê civakê bişkînin û fêrî pêşeyan bibin.”