Dîmenê xizaniyê li sûkê: Jin nikarin pêdiviyên bingehîn bikirin

Jinên ku ji ber krîza aborî ji sûkê destvala vedigerin malê, diyar kirin ku nikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn jî bikirin û gotin ku “Divê çareseriyek ji bo krîzê bê dîtin, an jî divê hikûmet biguhere.”

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – Krîza aborî ya li Tirkiyeyê kûrtir dibe û cudahiya di navbera dahat û lêçûnan de jî firehtir dike. Li gorî daneyên Nîsana 2026’an ên ku ji hêla Navenda Lêkolînê ya Sendîkaya Yekbûyî ya Karkerên Metalê (BİSAM) ve girêdayî DÎSK’ê hatine weşandin, sînorê birçîbûnê ji bo malbatek ku ji 4 kesan pêk tê 33 hezar û 369 TL ye û sînorê xizaniyê jî 109 hezar û 623 TL ye. Bi milyonan karker bi mûçeyek herî kêm a 28 hezar û 75 lîreyî hewl didin ku bijîn. Bi taybetî li bajarên mezin, hêza kirîna mirovan ji ber zêdebûna bihayên kirê, lêçûnên enerjiyê û zêdebûna bihayên kelûpelên xerîdar ên bingehîn kêm dibe. Ji aliyekî din ve, jin barê giran ê vê krîzê digrin ser xwe. Jinên ku di bin siya krîza aborî ya berdewam de berpirsiyariya xwedîderketina malbatên xwe digrin ser milê xwe, bandorên krîzê tundtir hîs dikin.

‘Pereyê ku em bi xwe re tînin têra kirîna xwarinê nake’

Xanim Cengiz yek ji van jinan e ku gazinên xwe bi me re parve dike. Xanim, diyar kir ku ew hewl dide bi mûçeya teqawidiyê debara xwe bike, got ku bihayên hilberan pir zêde ne û ew nikare tiştek ji bazarê bikire. Xanim Cengiz wiha got: “Em hewl didin ku bi mûçeya teqawidiya xwe debara xwe bikin, lê ew têr nake. Berê, dema ku em dihatin bazarê, pereyê ku me bi xwe re dianî, têr dikir ku em lazmatiyên xwe bistînin. Niha her tişt pir biha ye. Ez bi hezar lîreyî hatim, lê min nedikarî tiştek bikirim. Her tişt, tevî nan jî, bihatir bûye. Herkes dizane kî berpirsiyarê vê krîzê ye.”

‘Min nekarî sebze jî bikirim’

Ayşe Tunel jî rewşa aboriya xwe ya berê û ya niha anîn ber hev û diyar kir ku divê çareseriyek ji bo krîzê were dîtin. Ayşe Tunel ragihand ku tê bazarê, lê nikare têra xwe tiştan bistîne da ku hewcedariyên xwe bicîh bîne û wiha domand: “Pere ji bo tiştekî têr nake. Divê hikûmet rewşa gel bibîne û tiştek bike. Ez bi 1500 lîreyan hatim û min nekarî sebze jî bikirim. Ez ê nikaribim hewcedariyên zarokên xwe bicîh bînim. Berê, me dikaribû her tiştê ku pêwîst bû, bi 1000 lîreyan bikirin.”

‘Divê niha çareseriyek ji bo krîzê were dîtin’

Fatma Kaval jî yek ji wan jinan e ku bi awayek xwezayî bûye pispora aboriyê, bandora krîza aborî ya li ser metbexa wê, bi van gotinan anî ziman: “Min nikarîbû kîloyek firingî jî bikirim.” Fatma Kaval diyar kir ku ew bi 500 TL hatiye bazarê û wiha got: “Min nikarîbû tiştek bikirim. Berê ne wisa bû. Me dikarîbû her tiştê ku ji me re hewce dikir, bi 500 TL’yî bikirin. Divê niha çareseriyek ji bo krîzê were dîtin.”

'Hikûmet buhayê her tiştî zêde dike'

Medîha Unal, destnîşan kir ku ew ji bo kirînê hatiye bazarê lê êdî buha ne wekî berê ne, gazin û bendewariyên xwe bi kurtasî wiha got: “Buhayê berheman li bazarê wekî yên navendên kirînê ne. Divê ev ne wisa be. Divê erzantir bin. Ez dizanim ku ev bazar 15 sal berê çawa bû. Niha, her tişt bi rastî jî biha ye. Hikûmet bihayê her tiştî zêde dike. Elektrîk, gaza xwezayî, kirê, her tişt zêde dibe. Bê guman, dikandar hewce ne ku qezenc bikin, lê ew hewl didin ku ji sedî 100 qezenc bikin. Pêwîst e ku ji bo bazirganiyê hin etîket hebe. Divê hem dikandar û hem jî gel sûd werbigrin. Îro, ew hewl didin ku ji sedî 100 qezenc bikin. Ne Xwedê û ne jî mirov vê yekê qebûl nakin. Pirsgirêkek ehlaqî jî heye. Hûn dikarin li vir bi firotina qebareyê qezenc bikin, lê mirov hewl didin ku hîn bêtir qezenc bikin. Krîza ku ji hêla hikûmetê ve hatî afirandin, vê bandorê dike.”

‘Divê hikûmet biguhere’

Zekiye Aksu yek ji bi milyonan jinan e ku her roj difikire ku ewê çawa debara malbata xwe bike. Zekiye jî diyar kir ku divê hikûmet biguhere û got ku zarokên wê ji ber ku nikarin kar bibînin, koçî welatên din dikin.

‘Dikandar jî ji krîzê bandor dibin’

Hanîfe Guzel, bazarvaneke ku hewl dide bi vê pîşeyê debara malbata xwe bike. Hanîfe, ragihand ku ew krîzê pir kûr hîs dikin û wiha domand: “Em berhemên ku bala jinan dikşînin, difroşin. Bê guman, dema ku pereyên kesî tune bin, em nikarin firotinê bikin. Dema ku em li dora xwe dinhêrin, kirê, lêçûn, fatûreyên elektrîkê û gaza xwezayî hemû pir zêde ne. Carna em nikarin mûçeyên rojane yên karmendên xwe jî bidin. Carna roj heye ku em qet tiştek jî nafroşin.”

‘Sedema sereke ya krîzê şer e’

Hanîfe Güzel destnîşan kir ku sedema krîza aborî şer e û wiha got: “Yên ku desthilatdar in, pereyên gel didizin. Bi taybetî dikandarên biçûk ên mîna me, jixwe di rewşek xirab de ne. Pêwîst e ku ew aştiyê ava bikin û polîtîkayên taybet ji bo jinan biafirînin. Divê piştgirî bi taybetî ji dikandarên jin re were dayîn. Ji ber krîzê, mêr wek karker çûn bajarên cuda, lê jin hewl didin bi karên destan debara xwe bikin. Carna mêr di qezayên kar de dimirin. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, divê aştî tavilê pêk bê. Divê karsaziyên biçûk werin destekkirin. Her roj hevalekî min ê dikandar neçar dimîne ku dikana xwe bigire.”