Dilgeş bi vekirina Firoşgehê ji bo jinan derfetê kar ava dike

Jina ciwan ya bi navê Dilgeş Ferhat beriya pênç salan zanîngeh temam kiriye û di beşê xwe de kar nekiriye hewilda hem ji bo xwe hem ji bo ciwanên din derfeta kar ava bike.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Silêmanî - Li Helepçe ya Başûrê Kurdistanê her roja diçe hejmara jinên bi xwe derfetê kar di afirine zêde dibe. Jina ciwan Dilgeş Ferhat a beriya pênç salan zanîngeh qedandandiye, di qada xwe de kar nekiriye ji bo xwe firoşgehek çerezan a bi navê Bavî li Helepçe vekiriye û bi vekirina vê firoşgehê ji bo jinên ku zanîngeh temam kirî û kar nakin bûye hêviyek. Ji ber qeyrana Aborî û bê kar mayhîna xwendekarên zanîngeh qedandine gelek tengasî tê jiyîn. Jinên ciwan ên zanîngeh xwendine û bê kar mane ji xwe re derfetên kar vedikin. Yek ji van kesên ku serkftina kar bi dest xistiye Dilgeş Ferhate. 
“Bi vekirina firoşgehê re jiyana min hat guhertin”
Dilgeş Ferhat di derbarê karê xwe de wiha dibêje: “Min berîya pênç salan zanîngeh qedan û bê kar mam. Min biryar da ku ez karekê bikim. Bi alikariya xuşk û birayê xwe min ev firoşgeh vekir û bi vê yekê gelek keyfxweş bûm. Bi vekirina vê firoşgehê re jiyana min hat guhertin hem ez pê debara xwe dikin hem jî alikariya malbata xwe dikim. Bi vê ve girêdayî hem ez dikariê ji gelek kesan re derfetê kar ava bikim û bikarin kar bikin. Piraniya bikirên tên firoşgehê hemû mêrên, heta niha ez bi tu pirsgirêkan re rû bi rû nemame, heta şev ez firoşgehê vekirî dihlim. Firoşgeha min şev û roj vekiriye. Daxwaza min ewe yê ku bikare hewila karkirinê bide û kar bikin, karkirin hêsane têne biryardayin jêre pêwiste.”