Di xwaringeha Ciwan de tama xwarinên gelerî û hevrengiya jiyanê

Rêveberiya xwaringeha Ciwan Tiyadora Melkê der barê projeya xwe ya aborî de dibêje: “Ez gihîştim wê baweriyê ku jin li ku derê be li wê derê dilê jiyanê lêdide. Xwaringeha Ciwan cihê kombûna jinan bi çêkirina xwarinên gelêrî ye, em ji hev hîn dibin û nexşeyeke xweşik didin rengê jiyanê.”

Rêveberiya xwaringeha Ciwan Tiyadora Melkê der barê projeya xwe ya aborî de dibêje: "Ez gihîştim wê baweriyê ku jin li ku derê be li wê derê dilê jiyanê lêdide. Xwaringeha Ciwan cihê kombûna jinan bi çêkirina xwarinên gelêrî ye, em ji hev hîn dibin û nexşeyeke xweşik didin rengê jiyanê." 
ROJ HOZAN
Qamişlo- Her jin xwedî xwestekan e di  mijara aboriyê de xweser be û dikaribe jiyana xweş ji xwe re peyda bike. Fikrên jinan afirîner in û destên wan her bi berhem in. Di xwaringehek biçûk a bi navê Ciwan li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 jinên Kurd, Ereb û Xirîstiyan cihek amadekirina xwarinên gelêrî ji xwe re vekirine û bi kedeke mezin tê de dixebitin. Ev jin dûrî serweriya civaka mêrsalarî ji xwe re aboriyeke xweser ava kirine û pê debara jiyana xwe dikin bêyî ku hewcedarî tu kesî bibin. Mîna xwarinê ji malbata xwe re çêbikin wisa ji mirovên ku ji wan dixwazin re amade dikin. Di vê xwaringehê de hemû xwarinên gelêrî , şêraniya malan û erzaqên zivistanê yên bi destên dayikan dihatin çêkirin tên dîtin. Ya herî balkêş jî ew e kombûna jinên hemû neteweyan di vê projeyê de ev yek xweşiyeke taybet dide tama xwarinên gelêrî yên hemû neteweyên herêmê. Têkildarî mijarê rêvebera xwaringeha Ciwan Tiyadora Melkê li ser projeya xwaringeha Ciwan ji me re axivî. 
"Jin li ku derê bin li wir dilê jiyanê lêdide"
Tiyadora destpêkê behsa kurtejiyana xwe bi kedayina jiyanê re kir û wiha got: "Bi vebûna derfetên kar ji bo jinan min xwest ez projeyek hemû jinan hembêz bike û reng bidê de ava bikim. Destpêkê min di mala xwe de cil û bergên jinan difirotin û min her dem dixwest ez li derveyî malê kar bikim û bibim xwedî aboriyek xweser. Helbet pir caran aliyên madî jî bandora xwe li jiyana me dikin, bi sedema şerê li Sûriyeyê pêdiviyên jiyanê buha bûne û malbatên xizmetkarên wan tunebin jiyan ji wan re zehmet dibe. Ji karê xwe yê firotina cil û bergan min zarokên xwe hemû mezin kirin û di zanîngehan de dane xwendin, hevjînê min çû ser dilovaniya xwe û tu xizmetkarên me tunebûn. Tevger û beza min bi jiyanê re hişt ku îradeya min xurt bibe û ez gihîştim wê baweriyê ku jin li ku derê be li wê derê dilê jiyanê lêdide. Bi derfetên herî kêm min debara xwe dikir û min xwest ez îradeya xwe bi jinên civakê re jî parve bikim."
"Di vê projê de jinên ji hemû neteweyan cih digrin"
Tiyadora da zanîn ku vekirina xwaringeha Ciwan yek ji projeyên wê yên ku herî zêde dixwest pêk were ye û wiha domand: "Dema derfetên min ên madî xurt bûn min xwest ez bi jinên civakê re derfetên kar biafirînim. Fikra vekirina xwaringeha Ciwan yek ji projeyên min ên herî zêde xwesteka min jê re hebû. Ez pir fikirîm beriya ku vê projeyê vekim ji ber ku pir caran dema mirov ji tunebûnê hebûnê ava bike wê hinekî tirsa binkeftinê li gel wan çêbibe. Min xwest di vê projeyê de hemû jinên neteweyan cih bigrin û di vê mijarê de hin armancên min jî hebûn. Yek ji armancên min ew bû ez kombûna jinên herêmê çêbikim û ya din em ji hev hînî çêkirina xwarinên gelêrî yên taybet girêdayî her neteweyê bibin her wiha min xwest ew nexşeya xweşik a herêmê bidim diyarkirin. Pir malbat hene û bi taybetî nifşên niha nizanin xwarinên gelêrî çêbikin ya jî pir malbat hene nexweşên wan hene û nikarin van xwarinên giran çêbikin. Em hem alîkariyê didin civakê û hem jî bi xwe debara mala xwe dikin."
"Di xwaringehê de erzaqên zivisanê, şêranî û xwarinên gelêrî tên çêkirin"
Tiyadora bal kişand ser cureyên xwarinan ên ku di xwaringehê de tên çêkirin û wiha pêde çû: “Destpêka me xwaringeh vekir berî 4 mehan me dest bi çêkirina erzaqên zivistanê kir, me gelek cureyên rêçalê weke rêçala tirî, kundir û çîraz çêkirin. Her wiha erzaqên hişk ên di dema zivistanê de peyda nabin weke bamî, dolme, miloxî, mekdûs, dendik, benî, bastêq, ava îsotan, ava bacanên sor û hin cureyên biharatan me çêkirin. Piştî erzaqên zivistanê me ji hin malbatan re şêranî çêkir ji ber em ber bi sersalê ve diçin û cejna gelê Xirîstiyan e pir xwestek hebûn. Piştî wê me dît xwestek li ser çêkirina xwarinên gelêrî jî hene ji bo wê me dest bi amadekirina xwarinên gelêrî weke serûpî, kutlik, goştê pez, mensef kir û pir xwarinên giran ji me tên xwestin. Em berhemên xwe bi giştî difroşin malbatan û di bazarê de tiştekî nafiroşin. Bi vê xebatê re hemû jin bi xwestek in û wisa em karekî pir baş bi hev re didin meşandin.”
"Bila jin li pey xeyal û keda xwe bigerin"
Tiyadora hêvî û projeyên xwe yên siberojê anî ziman û wiha bi dawî kir: "Helbet ji bo karê me baştir bibe planên me hene em xwaringeha xwe berfireh bikin û derfetên kar ji jinan re zêdetir payda bikin. Hêviyên min ew in jin tu carî ji nîvê rê venegerin û her wisa li pey xeyal û keda xwe bigerin. Bi hêviya serkeftinê ji tevahî jinan re."