Di siya şer de birçîbûn û mirina bêdeng

Şer li Îranê ne tenê bi qadên leşkerî ve sînordar dimîne; berovajî wê, li derdora bajaran ku xwarin ji ser maseya gel hatiye rakirin didome. Birçîbûn bûye gefek kujer ku qurbaniyên wê di îstatîstîkên fermî de qet nayên dîtin û gotin.

NESÎM EHMEDÎ

Kirmaşan – Berî destpêkirina şerê dawî yê Îsraîl- DYE yê li dijî Îranê, polîtîkayên Komara Îslamî gihîştina xwarinê ji bo beşek mezin ji niştecihên herêmê kiribû xewnek negihîştî. Li gorî daneyên fermî, ji sedî 3’yê mirinên salane li Îranê ji ber krîzên xurekê ne û gelek zarok bûne qurbaniyên vê rewşê. Bi destpêkirina êrîşên mûşekî yên Îsraîl-DYE yê re, yekem qada ku bandor lê bû, bazara xwarinê bû. Biha bi lez bilind bûn û gelek kelûpel kêm bûn. Her çend hikûmetê hewl da ku rewşê normal bike jî, niha, piştî zêdetirî mehekê ji şer, dabînkirina xwarinê ji bo gelek malbatan bûye krîzek cidî û jiyanê tehdît dike.

‘Hikûmet îdîa dike ku tu eleqeya bihayan bi şer tune ye’

Hikûmet îdia dike ku bazara xwarinê di bin kontrolê de ye û ti eleqeya zêdebûna bihayan bi şer re tuneye. Lê rastî ev e, ji destpêkê ve, bihayên kelûpelên bingehîn û yên hilanînê yên wekî birinc û kaxan rastî zêdebûnek berbiçav hatin.

Mizgîn. F ya ku nişteciheke taxa Kehrîz a Kirmaşanê ye, piştrast kir ku hikûmet dibêje kêmbûna dabînkirina xwarinê tuneye û wiha got: “Dibêje ku pirsgirêka sereke, erzanbûna wê ye. Dema ku kîloyek mirîşkê nêzî 400,000 Tûmen e û mûçeya rojane ya karker tenê 500,000 Tûmen be, hûn çawa dikarin malbata xwe têr bikin? Ev di rewşekê de ye ku gelek sazî û cihên kar hatine girtin û li gel karker jî vê dahata hindik nastînin.”

Enflasyon

Mizgîn tekez kir ku ne tenê bihayê mirîşkan, bihayê kelûpelên din jî zêde bûye û wiha pê de çû: “Ji bilî mirîşkê, bihayên kelûpelên din ên bingehîn ên wekî birinc, nîsk û rûn jî bi awayekî berbiçav zêde bûne. CEO’yê Yekîtiya Cotkarên Broiler ên welat îdîa kir ku sedema bihabûna mirîşkan ne ew in û biha bi giştî guncav in’. Lê ev ‘guncavbûn’ ji perspektîfa hikûmetê ve heman enflasyon e ku zextek giran li kesên xizan kiriye.

‘Nanê tisî bûye debara feqîran’

Nesrîn. X ya ku çalakvaneke civaka sivîl ya ji Ciwanroyê ye, piştrast kir ku gel ji tirsa birçîbûneke tê payîn, dest bi komkirin û depokirina xwarinê kiriye. Ev reaksiyoneke xwezayî ye, lê belê her kes nikare bikire. Dema ku buhayê kîsikek birinc dighîje deh milyon tûmen û ard jî dighîje çend milyon tûmenan, tenê kesên dewlemend dikarin xwarinê dabîn bikin. Li sûkê, rêzên dirêj ên li pêşiya firûnan nîşan didin ku nan tenê xwarina ji bo feqîran peyda dibe ye. Gelek ji wan kesên xizan neçar in ku tenê bi nanê sade bijîn da ku debara xwe bikin.

Bilindbûna buhayê ne tenê zext li ser xerîdaran kiriye, her wiha zincîrên dabînkirinê jî beşdarî krîza buhabûnê kiriye. Hin dabînkeran di rojên destpêkê yên şer de kelûpelên xwe di sûka giştî de firotin.

Ard jî îstîsmar kir

Afsane. H ya ku karmenda kargeheke ard li Kirmaşanê ye, got ku xwediyê kargehê tenê ard dida bazirganên ku bihayekî bilindtir pêşkêşî wê dikirin. Bi rastî, wê ard derxistibû mezadê û karibû bihayê wê heta 20 qatan zêde bike.

Ev serpêhatiyê ku Afsane.H, anîn ziman di demekê de hatin ku hikûmet îdia dike ku tora belavkirin û dabînkirina ard ji bo firinên nan di bin kontrolê de ye. Afsane. H wiha got: “Hikûmet îdîa dike ku ard ji firûnên nan di bin kontrole de ye û tu zêdebûna bihayan çênebûye. Afsane got ku delîl nîşan didin ku ard û nan bûne xwarinên hêja, bi nirx û girîng di selika xwarina gel de.”

‘Civak di dabînakirina şiyana rojane de pêpar maye’

Afsane. H bi bîr xist ku ev biha bûye sedema kûrbûna aloziya dabînkairina şiyana rojane ya gel û wiha domand: “Tevî îdiayên hikûmetê yên li ser aramiya bihayê, bazara xwarinê ji aliyê mafyayên aloz û cudabûneke kûr a çînî ve tê dorpêçkirin. Cudabûnek ku bi bandor li beşek mezin a civakê kiriye û şiyana dabînkirina pêdiviyên rojane bêpar kiriye.’’

Nexşeya aboriya şer

Ji destpêka şer ve, gelek xebatên înşaetê, şirket û karên rojane hatine girtin û dahata beşek mezin ji karker û çînên xizan gihîştiye sifrê. Di nexşeya aborî de, bihayên xwarinê bi lezeke bêhempa bilind bûne, di heman demê de dahat jî daketine asta herî kêm. Van her du meylên nakok jiyana rojane ya mirovan gihandine krîzeke cidî. Li deverên dûrî sînorê Kirmaşanê, xwarin bi pratîkî ji sifreyên xelkê hatiye derxistin. Ger berê malbatên xizan rojê tenê xwarinek biçûk dixwarin, niha bi destpêkirina şer re, ev rewş guheriye û kêm bûye û bûye her çend rojan carekê. Bi giştî, dikare were gotin ku dibe ku destpêkirina vî şerî rasterast nebûbe sedema gelek qurbaniyan, lê encamên wî di sektora xwarinê de bûye sedema mirina gelek kesan a ji ber birçîbûnê.

Qurbaniyên ku navên wan qet di medyaya dewletê de bi sernavê "qurbanên birçîbûnê" xuya nabin, ji ber ku vegotina fermî tenê li ser şer tekez dike, ne li ser mirina bêdeng a ji ber xizanî û kêmbûna xwarinê.