Di rojên coronayê de kunefe û pêkenokên xatûnan

Bi belavbûna pandemiya vîrosa coronayê re di sala 2020’an de li seranserî cîhanê qedexe çêbûn. Ji ber ku kantona Xezayê ji welatên cîhanê dûr e, rewşên ku bi vîrûsê re derketin bûn sedem ku karantîna çêbibe û têkilî bi civakê re qut bû lewre mayîna li malê nehat ragihandin.

REFÎF ISLÎM
Xeza - Tê ragihandin ku di Tebaxa 2020’an de hejmara nexweşiyan zêde bûye, hikûmetê biryar girt ku mehekê karantîna pêk bîne her wiha biryar girt ku yên li gorî qedexeyê herehet nekin de cezayê pere li wan were birîn û werin binçavkirin. Tenê rojên În û Şemiyê hemwelatî dikaribûn derkevin derve.
Mehmûd Al-şerqawî yê 30 salî rojên pandemiya coronayê bi gotinên "rojên malbatê " bi nav dike. Ji ber ku ew 12 saetan dixebîtî nikarîbû baş bi wan re têkildar be. Her wiha li ser malpera xwe ya taybet bi xizmên xwe re dikeve danûstandinan û bi bernameyên çêkirina xwarin û bernameyên din re têkildar dibe ji bo ku dema xwe baş derbas bike.
Mehmûd bi kenekî ji dil dibêje: "Bêguman, demên vala dirêj in û bêyî xwarin derbas nabe divê berî ferzkirina qedexeyê pêdivî werin kirîn. Mînak xurekên wekî dendik, fistiq û kajû û hwd. divê hebin.
Mehmûd bal kişand ser rûniştina li malê ya bi coronayê re çêbû û diyar kir ku dibe ev eyk gel li kevneşopî û hin çalakiyên taybet vegerîne. 
Her wiha bal kişand ser rojên demsalên zivistanê û hewceya xwarinên şîrîn û vexwarinên germ, ji ber vê jî wî yekem car kunefe çêkir û li ser medyaya civakî bi hevalên xwe re parve kir.
Tê zanîn ku bi salan e niştecihên Xezayê pêdiviyên xwe yên xwarinê tenê ji sûkan dikirîn. Lewre Wezareta Aboriya Neteweyî ya Filistînê barê zêdebûna kirîna qehwe, dendik, findiq qeyd nekiribû lê bi vîrusa coronayê re ev yek zêdetir bû.
Li aliyê di jina 22 salî Suhe Suker da zanîn ku bi mayîna li malê, bi malbatê re hin edetên nû yên wekî çêkirina xwarinên ku bi wan wext derbas dibe hatin pêşxistin. Her wiha dibêje ku ew fêrî xwarinên nû jî bûye. Mînak dendikên zebeşan ên xav li malê bi xwê diqelînin ji bo ku deman li tv. temşe bikin bixwin. Suha bi bîr tîne ku pêdiviya herî sereke zivistanê şîranî ye û diyar dike ku kunefe li Xezayê şîraniya herî tê hezkirin e ji ber ku bihayê wê erzan e.
Îsalm Alxalid dibêje "Bi saya xebata min di pêjgeha "fetfute" de û wekî bermaliyek li malê her xwarina ku ji zarokên xwe re amade dike divê bi feyde be û ji ber ku zivistan sar e û bedena mirov hewceyê kaloriyên zêde ye ew hemû tiştên bi feyde çêdike.
Berdevka Wezareta Aboriya Neteweyî ya Xezayê Abdil Feteh Mûse jî diyar kir ku niştecihên Xezayê di sala 2020’an de 300 ton bizrên garisê kirîne û nêzî 2830 ton xwarinên din ên ji bo derbaskirina demê kirîne ev yek jî di belavbûn coroneyê re zêde bûye.