Di nava bêhna sabûnan de xeyalê jinekê pêk tê

Di nava malek sade de, Xûşî Şewqî bi destê xwe sabûnan çêdike û her qalibek sabûnên wê, xwedî çîrokek taybet e.

HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Di salên dawî de, gelek jinan hewl dane bi hêza xwe ji bo debara xwe çavkanî ava bikin. Di nav van hewldanan de, çêkirina sabûnên xwezayî, yek ji karê ku jinan karîne di malên xwe de bikin û ji bo xwe bikin çavkaniya debarê ye. Ev kar ne tenê çalakiyek aborî ye, gavek ji bo serxwebûna baweriya bi hêza jinan û guherîna fikrê civakê yê derbarê rola jinan de ye jî.

‘Di dema tedawiyê de beşdarî dewreya perwerdê bûm’

Mamoste û destrengîn Xûşî Şewqî ku bi destê xwe sabûnên xwezayî çêdike, li taxa Gûwêj a bajarê Silêmanî ji dayîk bûye. Piştî ku zewiciye, çûye taxa Eqar ku nêzî taxa wan bûye. Ji ber rewşa tenduristiya hevjînê wê, çûn Elmanyayê. Xûşî Şewqî diyar kir ku ji ber çareseriya hevjînê wê li Kurdistanê tunebûye û li wê derê çareserî dirêj kiriye, çareseriyek wiha dîtiye û wiha got: “Min tu car nedixwest welatê xwe di cih de bihêlim. Ez gelek ji welatê xwe hez dikim, lê belê ji ber rewşa hevjînê min em neçar man biçin û 16 salan em li wir man. Ez bi xwe jî li wê derê nexweş bûm û min tedawî dît. Di dema tedawiyê de derûniya min ber bi xirabbûnê diçû, li wê derê li kêleka tedawiyê ji ji bo arambûna derûniyê dewreyên perwerdê dida nexweşan. Dewre jî demkurt bûn. Ji ber em nexweş bûn, me nedikarî gelek zextê li xwe bikin. Ji ber wê jî dewreyên wek şêwekarî, seramîk û çêkirina sabûn hebûn. Xwezî livir jî bicvî awayî bûya û girîngî bidana derûniya nexweşan. Min gelek ji kar hez kir û min gelek dixwest bi xwe sabûn û şampûan çêkim. Ev jî bû sedem ku beşdarî dewreya perwerdê bibim û min sê salan dom kir.”

‘Çêkirina sabûnê gelek hêsan e’

Xûşî Şewqî da zanîn ku dema destpêkê fêrî çêkirina sabûnan bûye ji bo xwe çêkiriye û wiha got: “Bi destpêkirina Koronayê re, ji ber her tim me destê xwe dişişût, wisa kir ku ez dest bi çêkirina sabûnan bikim. Rojane me gelek destên xwe dişûştin, ji ber di sabûnan de gelek madeyên kîmyawî heye, destê me hemûyan hişk dibû. Çêkirina sabûnan gelek hêsan e. Ji kisil û zeytê pêk tê. Bi hev re têkel dikin, dibe sabûn. Lê belê ne ew tenê ye, mijar ew e ku sabûnê çawa çêkî û li gorî cûreyê çerm e da ku jê sûd were girtin. Ji bo vê jî nebat û tiştên din ên xwezayî pêwîst in.”

‘Xaka me gelek dewlemend e, heriya me jî gelek bi sûd e’

Xûşî Şewqî diyar kir ku xwezaya wan gelek dewlemend e û wiha got: “Sabûna heriya Xurmal ji bo çermê hesas çareseriya herî baş e. Her wiha her çermek taybetmendiya xwe ya taybet heye. Me xakek dewlemend û xwezayî heye û ez hemû berhemên xwezayî di berhemên xwe de bi kartînim. Ji derveyî wê jî ez hingiv û şaneya hingiv bikar tînim. Ji ber hingivê li Kurdistanê heye, ji hemû hingivên din baştir e.  Ger mûçe di demê xwe de were, ev kar gelek baş e. Ji ber ger mûçe nebe bazara me jî lewaz dibe.”

132 cûreyên sabûnan çêdike

Xûşî Şewqî da zanîn ku 132 cûrên sabûnan çêdike û wiha behsa wan kir: “Ew jî li ser pênc cûreyên çerm tê parvekirin. Mînak kes heye çermê wê hişk e û pirzik heye, li gorî vî cûreyê çerm, sabûna taybet heye. Li gorî cûreyê çerm em çareserî dikin û hemû çareseriyên me li gorî şêwazê xwezayî ye. Divê em bizanin çawa nêzî çermê xwe bibin. Rojane divê em kremên rojê bikar bînin, di sabûnê de jî herdu hene, ji derveyî sabûnê krem jî çêdikim û min wê ji dayîka xwe girtiye. Ez du cûreyên berheman bikar tînim; berhemên hişk û şîn. Yên şîn li vêderê hene û yên hişk jî ji derve daxwaz dikim. Zeyt bi taybetî ji Efrînê ji bo min tê. Tiştek bi sabûnê nayê, ji berê vê gotine 7 salan sabûn bikar bîne, sûda wê zêdetir e. Her wiha çend cûreyên kreman heye ji bo gelek tiştan tê bikaranîn. Li gorî her cûrê çerm, kremên min ên taybet hene.”

‘Bêhna xwezayî 24 saetan dimîne’

Xûşî Şewqî destnîşan kir ku li gel sabûn û kreman bêhn û şampo jî çêdike û wiha got: “Her wiha ez bêhna xwezayî jî çêdikim ku 24 saetan dimîne û bêhnek gelek xweş e. Yek ji kremên min krema mazî ye, ku êşê disekinîne. Kesên ku bê xew in dema bêhn bikin pirsgirêka kêmxewiyê çareser dibe. Her wiha şampûan û krema poran jî çêdikim. Tiştên wê ji Hindistanê bi dest dikeve, wek tovê rîtha (reetha) ku bi xwe madeya sabûnê tê de ye û kef dike. Ez qet madeya kîmyawî bikar naynim û zeyta keten, behîv û zeytûnan dikim şampûan û hinek tiştên din çêdikim ku ji bo por û çermê por baş e. Ji ber wê divê ev berhem li cihên taybet bên hilgirtin û sabûn jî germahiya wê 22 derece be, krem jî dibe berdewan di sarincê de bin.”

‘Bila hemû jin bixebitin’

Xûşî Şewqî anî ziman ku gelek kêrhatiyên wê yên din heye û dixwaze aksasurarên cilên Kurdî bi xwe çêke û wiha got: “Ez carekê li bazarê ji bo cilên Kurdî li aksesuran geriyam, min nedît. Mi bi xwe yek du çente li gorî cilên Kurdî çêkir hemû kesan gelek eciband. Di civaka me de berê gelek zehmet bû ku jin derkevin. Niha ez gelek kêfxweş im ku jin dikarin derkevin û kar bikin. Ji ber jin dikarin gelek karan bi hev re bikin. Li hemû welatan jin kar dikin û cihê destê wan diyar e. Li gel wê jî hê tên çewisandin, êş dikşînin. Her çend ciwanên me gavên gelek baş avêtibin jî, lê belê hê jî ne di asta em li bendê de ne. Ji ber wê daxwaza min ji jinan ew e ku hewl bidin kar bikin û nesekinin. Tu cûdahiya jin û mêran nîne, em hemû mirov in.”