Di Mala Mûnetê de pirojeyên aboriyê yên reng a reng

Jinên Helebê yên ku tevli projeya mala mûmetê ya Komîteya Aborî ya Meclisa Malbatên Şehîdan bûne dan zanîn ku ji bo serkeftina aboriya jinan ew projeyên cur be cur ava dikin û gotin: "Armanca me ji vê projeyê ew e ku em alîkariya jinan û civakê bikin."

Jinên Helebê yên ku tevli projeya mala mûmetê ya Komîteya Aborî ya Meclisa Malbatên Şehîdan  bûne dan zanîn ku ji bo serkeftina aboriya jinan ew projeyên cur be cur ava dikin û gotin: "Armanca me ji vê projeyê ew e ku em alîkariya jinan û civakê bikin."
SARA ŞÊX HESEN
Heleb- Her havîn dayik dikevin tevgerê da ku xwarinên zivistanê amade bikin û di vê demsalê de kedek mezin didin. Çêkirina xwerinên zivistanê ne tenê li ser endamên malbatê ye. Pir caran jin li gel hev kom dibin û bi hev re xwarinên zivistanê amade dikin û paşê li hev parve dikin. Şêwazên kevin di xwarinên zivistanê de bi kar tînin û şêwazên çêkirina bi destan hildibijêrin da ku tama xwarinê biparêzin bêyî ku tu dermanan lê zêde bikin. Amadekirina xwarinên zivistanê çandeke kevnar e û heta niha ji aliyê jinan ve hatiya parastin.
Komîteya Aborî ya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê bi armanca piştgiriya aboriya jinan û pêşxistina wan "Mala mûnetê" ango xwarinên zivistanê di 4'ê Hezîrana 2021'ê de ava kir. Di mala mûnetê de tiştên zivistanê yên xwarinê tên amadekirin. Di vê mala mûnetê de 11 endam kar dikin û ji wan 8 jin in. Yên ku di Meclisa Malbatên Şehîdan de cihê xwe digrin kar dikin. Berhemên ku li mala mûnetê derdixin li malbatên şehîdan belav dikin. Di heman demê de li dikanan bi bihayê kêm difroşin. Siharê di demjimêr 9'an dest bi kar dikin heta berêvarê demjimêr 15:00 kar dikin. Têkildarî projeyê jinên ku kar û xebat dimeşînin nêrîna xwe parve kirin.
"Di Mala Mûnetê de keda destê jiyan a hevbeş" 
Rêveberiya Komîteya Aborî ya Meclisa Malbatên Şehîdan Leyla Mûrad girîngiya projeyê wiha parve dike: "Ev proje ji bo malbatên şehîdan bi taybetî hatiye avakirin, ji ber malbatên şehîdan nirxên me ne. Di vê projeyê de 11 kesên ku malbatên şehîdan in cihê xwe bi rengekî aktîf digrin. Her sal di vê wextê de hemû dayik ji bo mûnetên zivistanê amade bikin di nava tevgerê de ne. Me malek taybet ji bo projeya mûneta zivistanê amade kiriye. Ne tenê zivistanê di berhemên her demsalê de em di vê malê de karê xwe dimeşînin. Em tiştên mîna pelên tirî, ava firingan, ava îsotan, garis, bamye, mektûs, penêr, rîçal hemû cureyên wê amade dikin. Îro jî me dest bi amadekerina qorixan kiriye ku em ava wê vexwin û li malbatên şehîdan belav bikin. Qorix jî tiriyê ku hîn çênebûye û tirş e her wiha di cihê lîmonê de tê bikaranîn. Piştî ku qorix xilas bibin, em ê dest bi dagirtina pelên tirî bikin ji bo xwarina pelan.” 
Leyla Mûrad bilêv kir ku ew li gorî her demsalê cuda amadekariyan dikin û wiha dom kir: “Em di her demsalê de li gorî berheman mûnetê zivistanê ango havînê amade dikin. Niha projeya me ya mûnetê heye lê di dema pêş de em ê şaxên projeyê heta taxa Şêx Meqsûd, Şerqî, Xerbî û Eşrefiyê ya bajarê Helebê berfireh bikin. Di vê malê de çi tê amadekirin li malbatên şehîdan tê belavkirin. Her wiha di dema niha de li bazaran her tişt buha bûye, ji bo ku em bikaribin vê buhabûnê bişkînin em hemû tiştên ku amade dikin bi rêjeyek kêm difroşin. Her wiha bi vê projeyê armanca me ew e ku em alîkariya civaka xwe bikin. Ji derveyî mala mûnetê, projeyên me yên mîna dirûnxane, park, kafeterya hene. Van projeyan ji aliyê jinan ve tên birêvebirin. Em dixwazin hemû jin cihê xwe di projeyan de bigrin da ku sûdek baş jê bigrin. Ji bo ku aboriya jinan bi ser bikeve em ê hewl bidin projeyên baş ên ku feydeya wan ji civakê re heye ava bikin." 
"Sûdên ava qorix ê"
Sedîqe Mihemed cihê xwe di projeya mala mûnetê de digre wiha behsa berhemên ku çêdikin dike: "Bi avabûna projeyên wiha em gelek kêfxweş in, ji ber ku em debara jiyana xwe wiha bi rê ve dibin. Bi vê projeyê hem em dibin xwedî kar hem jî alîkariya civaka xwe dikin. Îro jî em ava qorixê çêdikin. Ava qorixê di destpêkê de em kom dikin, yek bi yek ji şaxên wê cuda dikin, baş dişon û li makîneyê didin. Ev makîne jî qorixê ji qalikê wê cuda dike. Piştî amade dibe em dixin şûşeyan û li malbatên şehîdan belav dikin û li dikanan jî difiroşin. Sûda ava qorixê gelek e û ji bo nexweşiyan jî tê bikaranîn. Em li şûna lîmonê ava qorixê di xwarinê de bi kar tînin. Ava qorixê dema bi keda destan tê çêkirin feydeya wê gelek e."
Dilîşan Osman diyar dike ku ew tiştên zivistanê bi ruhekî komînal çêdikin û wiha pê de çû: "Komîteya Aborî ya Meclisa Malbatên Şehîdan projeya mûneta zivistanê ava kir û em jî tê de kar didin meşandin. Em niha xizmeta malbatên şehîdan û civaka xwe dikin, ev yek jî kêfxweşiyek mezin bi me re dide avakirin. Hemû tiştên ku di zivistanê de tên xwarin em amade dikin. Em hemû kesên ku li vir kar dikin bi ruhekî komînal kar û xebatên xwe bi rêve dibin. Her wiha dema em lkar dikin em qet bi demê nahesin, hevaltiya me ewqas xweş e."