Di heyama teknolojiyê de jinên penîrfiroşên Misrê

Li pişt her firaxa penîrê qirêşê li kolanên Misrê, çîrokek a jinên têkoşer ên ku penîr çêdikin û difroşin heye.

 
NÊRMÎN TARİQ
Qahîre – Ajansa me bi komek jinên li kolanên Qahîreyê penîr difroşin re civiya û her yekê çîroka xwe ji me re egot. Ezhar Abdulezîz ya 55 salî ku ji parêzgeha El-Şerqiya ye wiha dibêje: "Gava hevjînê min wefar kir, xwedîkirina sê zarokan li ser milê min hişt. Wî ji min re tu teqawîdî û zeviyek çandiniyê nehişt, ji ber vê yekê ji bilî çêkirina penîr ji şîrê çêlekan, çareyek min tunebû. Li parêzgeha El-Şerqiyê, kes penîr ji min nakire, ji ber ku li her malê çêlekek heye û têra pêdiviya xwe penîr çêdikin, ji ber vê yekê min biryar da ku heftê çar caran biçim Qahîreyê da ku penîrê ku ez çêdikim bifroşim. Ez hêkên mirîşkên ku xwedî dikim jî difroşim da ku dahat zêdê bikim. Ez dev ji xebata xwe bernadim, heya ku destên min êdî nema karibin çêlekê bidoşin."
“Xwediyê kargehan jî dest bi çêkirina penîr kirin”
Fatima Saad a 50'î salî ji parêzgariya El-Xerbiyê ye jî diyar kir ku daxwaziya penîrê bi destan hatiye çêkirin kêm bûye û wiha got: "Qezencê çend sal berê zêdetir bû ji ber ku penîrê qirêş tenê ji hêla cotkarên jin ve dihat çêkirin. Lê xwediyê kargehan jî dest bi çêkirina penîr kirin û ne tenê penîrê zebadî û rûmî çêdikin, êdî penîrê qirêş jî çêdikin û difroşin. Mirov jî ji supermarketê digirin, ji ber ku ew difikirin ku yê kargehan ji yê li ser destê me hatiye çêkirin paqijtire. Ji ber vê yekê qazanc kêm bûye."
“Min dixwest maşek min yê mehane hebe”
Samiya Mihemed a 61 salî ji parêzgeha Deqheliyê jî anî ziman ku ev bûye zêdeyî çil salan çûye Qahîreyê da ku penîr û hêkan bifroşe û wiha pê de çû: "Min bijart ku cîhê min li tenişta Nadiya Werzîşê be ji ber ku ew rojane di xwarinên xwe de penîrê qirêş bikar tînin. Berî demekê hemşîreyek hebû ku rojane penîr ji min dikirî da ku bi hevalê xwe re taştê bixwe li nexweşxaneyê,  lê di van demên dawî de mehê tenê carekê wê dibînim, ji ber vê yekê min jê pirsî çima mehê tenê çarekê tê, ji min re got ku ew teqawid bû û mehê tenê carek derdikeve derveyî malê da ku maşê xwe bistîne. Min dixwest wekî hemî bijîşk, hemşîre û mamosteyên ku penîr ji min dikirin, maşek min yê mehane hebe."
“Ne ji firotina penîr be min nedikarî zarokên xwe bidim xwendin”
Yusra Mehmûd a 47 salî jî bilêv kir ku ew her roj ji Mensûra diçe Qahîreyê da ku penîr û hêkan bifroşe û debara malbata xwe pê bike û wiha berdewam kir: "Ne ji çêkirin û firotina penîr be, min nedikarî zarokên xwe bidim xwendin bikim. Ji ber ku dahata me ji bilî firotina penîr tuneye. Piştî ku kurê min ê mezin zanîngeh xilas kir, wî karek peyda kir, zilamek hebû mudîrê şerîkayek bû û berdewamî penîr ji min dikirî, min ji wî xwest ku alîkariya kurê min bike da ku bibe xwedî kar û wî jî alîkariya me kir. "
Sîham Abdel Fettah ya 53 salî ya ji parêzgeha Qilyobiyê ye got ku ew bûye beşek ji taxa ku ev zêdeyî 25 sale penîr lê difroşe û wiha pêde çû: "Dema bûyerên şoreşa 25'ê Çile ya sala 2011'an despêkirin, ez ji ber qedexeya derketina derve, di heman rojê de piştî xelaskirina firotina penîrê xwe nekarîbûm vegerim gundê xwe û min ji jinekê betaniyek xwest da ku ez li kolanê razim, lê wê israr kir ku ez li mala wê razim û ez li mala wê razam, lewma ji wê rojê de, ez penîr belaş didêmê û ew jî berdewam ji min re çay û şîraniyan dişîne."