Di bin siha şer de li Yemenê jin hewl didin debara xwe bikin
Jinên ji gundewarên Yemenê ku şerê navxweyî lê didome bi riyên cûrbecûr yên weke xwedîkirina heywanan, çêkirina seramîk, cotkarî, çêkirina penêr debara xwe û malbatên xwe dikin.
RANIYA EBDULLAH
Yemen – Tevî windabûna gelek pîşesazî û pîşeyên kevnar ên Yemenê, hilberîna penîrê bajarê Taizê bi dehan sal e ku neguheriye û hîn jî bi rêbazên kevneşopî berdewam dike. Ji ber ku ew yek ji girîngtirîn xwarinên gelerî ye ku pêjgeha Yemenê diyar dike.
Ruqeye Hail a 50 salî ku li bakurê rojavayê bajarê Taizê ya dikeve aliyê başûrê rojavayê Yemenê di xeta agir de dijî, ev nêzî 20 sal in ku hewl dide bi penêrê Beladî yê navdar ê Taizê çêbike û xwedîkirina sewalan debara malbata xwe bike.
‘Erdên me ji aliyê Husiyan ve bi mayînan hatiye çandin’
Ruqeye Hail û jinên din ên li vê herêmê ku li ser eniyê şer e xizmetan nabînin û rojane bi topbaranan re rû bi rû dimînin dibêje: “Jêdera jiyana me ya tekane erdên me yên çandiniyê û sewalên me ne. Lê belê erdê nêzî me ji aliyê Hûsiyan ve bi mayînan hatine çandin. Em nikarin sewalên xwe li wê derê biçêrin. Eger mîhek me bireve wê derê em nikarin li pey bikevin ji ber mayîn hene."
Ruqeye Hail her sibeh bizin û çêleka xwe ya tekane didoşe, şîr û penêr çêdike. Penêrê xwe amade dike û difroşe bazirganan. Ruqeye Hail awayê çêkirina penêr wiha şîrove dike: "Em penêr ji şîrê bizin û çêlekan tenê çêdikin. Em qet bi şîrên ne xwezayî re tevlihev nakin. Em xwê û madeyeke xwezayî dixin nav şîr de ji bo hev bigre. Ev madeya xwezayî ji hûrê karan derdixin û em hiltînin û di dema çêkirina penêr de em bikar tînin. Piştre ez penêr li ser agir sor dikim û wiha amade ye ji firotinê re."
Li gor keda xwe nirxek erzan bi dest dixe
Ruqeye Hail bi riya firotina penêr malbata xwe ya ji 6 kesan û hevjînê xwe xwedî dike. Hevjînê wê jî bi sedema şer karê xwe ji dest da. Li gorî Ruqeye dibêje pereyên ku ji penêrê wê derdikevin têra wan nake. Ruqeye Hail da zanîn ku wê penêr bi 3 hezar û 500 riyalên Yemenê ango dolarek û nîv firotiye ku li gorî keda wê û qalîteya penîr hindik e û wiha got: "Ez penîrê bi nirxekî kêm difiroşim. Ez penêr bi nirxekî kêm difroşim ji ber ku ez nikarim xwe bigihînim bazarê û ne dikana min heye, ji ber vê yekê ez neçar im bifiroşim penêrfiroşan."
Li gorî Ruqaiya Haile, berhemanîna penîr ji destpêka şer ve kêm bûye, ji ber ku zeviyên çandiniyê ji bo çêrandina pez û dewaran û kêmbûna baranê kêm bûne her wiha piranî zevî di rêza agir de ne û gelek jî bi mayînan hatine dorpêçkirin. Ji dema şer destpêkiriye û heta niha berhemdayîna penêr gelekî kêm bûye.
‘Divê aliyên têkîldar alîkariyê bidin jinan’
Perwerdekara jin Fatma El-Şerebî der barê rewşa jinên lê vê heremê dijîn kir û wiha got: “Ji bo Ruqeye Hail û hemû jinên li gundan li wê herêmê û herêmên cîran divê aliyên têkildar û rêxistinên girîngiyê didin çandiniyê çareseriyên lezgîn bibînin. Pêwîstiya jinên gund bi piştgirî û kedê heye ji bo werin perwerdekirin û hişyarkirin da ku karibin li hember guhertinên hewayê bisekinin û piştgiriya projeyên xwe yên taybet bikin. Bi vê yekê dê rewşa jinên li gundan dijîn baş bibe û dê rola wan di pêşxistinê de xurt bibe."
Nûra Ebdo ya ku jineke rojane penêr dikire dibêje ku penêrê xwezayî baştirîn cureyên penêrên din û wiha anî ser ziman: “Em penêr bi Sehawiq re çêdikin. Sehawiq jî ji bacanên sor, nenea şîn, sîr, îsotên kesk, rîhan û hwd pêk tê. Penêr bi van cureyan tê lihevxistin û bi nan re tê xwarin."