Di bexçeyê Îlham de şînahî û fêkiyên cur be cur hene

Îlham Yaqûb zêdetirî 10 salan e karê çandiniyê dike û di hundirê bexçeyê xwe de şînahî û fêkiyên cur be cur diçîne û jê sûd werdigere.

EBÎR MIHEMED
Qamişlo- Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê û heta roja îro, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan di qada aboriyê de pêşketinên li ber çav ava kirin. Jinan destkeftiyên xwe yên dîrokî heta roja îro anîn û aboriya xwe ya xweser ava kirin. Îro jî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi çandinî, kooperatîf û avakirina bazaran xwedî mîrasên xwe derdikevin. Jina bi navê Îlham Yaqûp ji bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Îlham xwe bi xwe aboriya xwe li mala xwe ava kiriye û zêdetirî 10 salan e di nava bexçeyê xwe de her cure fêkî û şînahî xwedî dike. Îlham têkildarî bexçe û girêdana ji axê re nêrîna xwe parve dike.    
"Bexçe weke zarokek biçûk e"
Îlham di destpêka gotina xwe de wiha behsa şînahî û fêkiyên ku di bexçeyê xwe de diçîne dike: "Ev zêdetirî 10 sal in ez karê çandiniyê dikim. Ez gelek girêdayî axê me loma gelek sûdên wê werdigirim. Di demsala havînê de ez miloxî, îsot, bacanên reş, xiyar, tirozî diçînim. Di heman demê de di demsala zivistanê de jî pîvaz, roqa, reşad, bexdenûs, xes, kelema kesk û sîr diçînim. Li kêleka şînahiyan fêkiyên mîna hêjîr, tirî û hinaran xwedî dikim. Li kêleka çandiniyê mirîşkan jî xwedî dikim. Ez bi tena serê xwe li bexçeyê xwe mêze dikim. Her sal axê radikim û datînim. Her wiha ez erdê dikolim û şitlan bi destên xwe diçînim. Ez bi awayekî rêk û pêk avdaniya bexçe dikim û gihayên zêde jê radikim. Bexçeyê min weke zarokek biçûk e, mêze dikim, mezin dibe û sûda xwe dide."  
 "Bêhna min bi vî bexçeyî derdikeve"
Îlham girêdana xwe ji çandiniyê re wiha tîne ziman: "Dema mirov vala be bêhna mirovan dernakeve. Min jî xwest valatiya ku di jiyana min de heye bi riya çandiniyê dagirim. Çandinî zehmet e û gelek ked dixwaze, ruxmê zehmetiyên wê hene jî ez gelek girêdayî çandiniyê me. Dema bêhna min teng bibe, ez têm nava bexçe û gelek bêhna min fireh dike. Her wiha fêkî û sebzeyên ku ez di bexçeyê xwe kom dikim li malbat û cîranan belav dikim. Ked tiştek bi qîmet e û ez jî dixwazim qîmeta keda xwe biparêzim." 
"Tecrubeyên ku ji çandiniyê girtine"
Îlham da zanîn ku wê bi riya çandiniyê gelek tecrube bi dest xistiye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dema min biryar da ez dest bi çandiniyê bikim, min tenê du bizrên xiyaran çand. Her bala min li ser wan bû ku wê çawa şîn bibin, wê çawa mezin bibin, kengî av bidim, kengî derdora wan aşêf bikim. Bi demê re min zimanê çandiniyê û xwedîkirina şînahiyan fêm kir. Piştî tecrubeya 10 salan dema ez şînahiyek biçînim di destpêkê de kortikek dikolim, şitlan dikim navÊ, sê rojan li ser hev av dikim û şitil cihê xwe digre. Piştî ku şitil cihê xwe digrin, zêdetir baldarî wan tê kirin, em derdora wê paqij dikin, axa wê xweş dikin, paşê heta hefteyekê bê av dihêlin heta rehê xwe berdide axê." 
 "Aboriya min ji mala min e"
Îlham ferq û cudahiya şînahiyan di firoşgeh û di mala xwe de wiha tîne ziman: "Şînahî rengek xweş dide mala mirovan. Her wiha dema mirov ji firoşgehan şînahî ango fêkî dikire dilê mirovan ne rehet e, ji ber di dema niha de mirov nizane ji ku derê tînin û çi dermanan didin şînahiyan. Dema mirov bi xwe xwedî bike û bixwe dilê mirovan rehet e. Ez serê siharê zû radibim û berê xwe didim bexçeyê xwe bêhna min rehet dike û kêfa min xweş dike. Şînahî û fêkî di firoşgehan de bi bihayek bilind tên firotin, ji bo bandora buhayê li min neke ez di bexçeyê xwe de her tiştê diçînim. Her wiha ez mirîşkan xwedî dikim û hêkên wan ji bo tenduristiyê gelek baş e. Niha malbata min bi xwarinên xwezayî vîtamîn digrin. Aboriya min ji mala min e. Di dema niha de peydakirina pêdiviyan pir zehmet bûye loma divê tevahî jin pêdiviyên xwe bi destên xwe pêk bînin."
"Çandinî bajaran xweş dike"
Îlham herî dawî diyar kir ku mirov dikare bi derfetên herî kêm jî çandiniyê bi pêş bine û wiha bi dawî kir: "Deverên ku keskahî lê hebe bêhna mirovan vedibe. Di van salên dawî de mirov karên çandiniyê nakin û xwe dispêrin tiştên amade. Loma daxwaza min ji her mirovê heye ku di mala xwe de şînahiyan xwedî bike. Her wiha divê her jinek darekî biçîne û bi destên xwe yên efsûnî bajarê xwe xweşik bike. Gelek kesan ji min re digotin tu di bexçeyan de pir diwestî loma dev ji vê karê berde lê tu gotin li pêşiya min nebû asteng û ev bû 10 sal bi karê çandiniyê re mijûl dibim. Di dema pêş de ez dixwazim bexçeyê xwe firehtir bikim, bîrekî avê bikolim û gelek cureyên fêkî û şînahiyan biçînim."