Di baxçeyê malê de dest pê kir niha xwedî serayek mezin e

Helale Hesên xwedî serayek mezin e û li gel malbata xwe di nava serayê de gelek cureyên gul û berhemên din diçînin.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe- Jina kêrhatî ya bi navê Helale nişteciha devera Helepçeyê, gelek ji karê mijûlahiya bi bexçe û xwedîkirina gulan hez dike. Ji ber vê yekê karê xwe mezin kiriye û xwedî serayek mezin e. Di vê serayê de şitlên gelek cureyên gulan diçîne û da zanîn ku wê destpêkê çandina gulan bi qutiyên şîr ên zarokan dest pê kiriye û heta niha karê çandina gulan berdewam dike.
Helale wiha behsa destpêkirina karê xwe yê çandina gulan dike û dibêj: “Di sala 1995’an de min bi qutiyên şîr ên zarokan dest bi çandina şitlan kir û piştre hêdî hêdî me qutî mezintir kir û di hewşa mala xwe de çand û gulên me berhemên xwe dan. Ji ber ku ez gelek ji xwezayê hez dikim. Li mala birayê hevjînê min bi qutiyên plastîkan me şitlên xwe çandin û karê xwe mezintir kir. Niha jî di van serayan de em kar dikin û bi karê xwe gelek keyfxweş in.”
"Di serayan de em hemû karan dikin"
Helaleya kedkar wiha behsa zêdebûna gulên xwe kir û got: “Em qutiyên gulan tijî ax dikin û tê de gulan diçînin. Malbata min jî alîkariya min dike û li serayê mêze dikin. Kurê min diçe Îranê tovên gulên cuda tîne û bi alîkariya keça min em diçînin hinek caran ez û keça xwe du sê hezar qutî tijî ax dikin û tê de şitlên gulan diçînin. Keça min li Helepçeyê mamosteya zanîngehê ye di beşa çandiniyê de û pêşengek baş e, gelek alîkariya min dike.”