Di aboriya Sûriyeyê de 'neewlehî' hilweşînê kûrtir dike

Aboriya Sûriyeyê ku ji sala 2011’an vir ve di rewşeke xirab de ye, tevî hilweşîna rejîmê jî baştir nebû. Aborînas Îkram Hatûm got ku bêewlehî û komkujiyên li welêt di berdewamiya krîza aborî de bi bandor in.

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Di ser hilweşîna rêjîma Sûriyeyê re 6 meh derbas bû. Rêveberiya demkî ya ku ji hêla Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ya cîhadîst ve hatiye avakirin bi êrîşên qirkirinê dikeve rojevê, lê ev yek di warê amadebûn û şiyana wan de ku bi rastî rewşa aborî ya ku hilweşiyaye biguherînin, pir baweriyê nade.

'Sîstema bankan li Sûriyeyê piştî krîzê têk çûye'

Aborînasa siyasî Îkram Hatûm bal kişand ser rêzeşikestin û paradoksên derbarê performansa hikûmetê de. Îkram şiyana wê ya ji bo derxistina Sûriyeyê ya ji hilweşîna aborî kir bin gumanan û got: "Ji sala 2011'an vir ve ji ber cezayên li ser banka Navendî hatine sepandin, bi taybetî ji ber dûrxistina wê ya ji sîstema SWIFT'ê ku saziyên darayî yên Sûriyeyê ji sîstema darayî ya cîhanî veqetandiye, sîstema bankayî ya Sûriyeyê hema bêje felc bûye. Biryara Serokê Amarîkayê ya rakirina hemû cureyên cezayên li ser Sûriyeyê, wek 'rakirinek demkî' tê binavkirin. Hewcedariya wê biryarê bi lihevkirinek Emrîkî, Ewropî û navnetewî heye."

‘Piştî hilweşîna rêjîma Baasê aboriya welêt xirabtir bû'

Îkram Hatûm pirsên girîng derbarê dahatên şirketên herî mezin ên welêt de hene û got ku ev şirketên wek telekomunîkasyon, dermansazî û zanîngehên taybet ku di bin kontrola rejîma berê de bûn in. Îkram wiha got: "Gelo ev sazî hatin neteweyîkirin, an hê jî ji aliyê hêzên rejîma kevin ve tên birêvebirin? Sûriye, yek ji 5 dewletên herî mezin ên fosfatê yên li cîhanê tên hesibandin e. Bi hilweşîna rêjîma berê re, diviyabû peymana di nava Îran û Rusyayê de ji nûve bê nirxandin. Lê heta niha derbarê vê qadê de tu agahdariyên rast nehatine weşandin. Di sala 2011'an de Sûriye di hilberîna pembo de li cîhanê rêza duyem bidest xistibû. Niha jî tu projeyek girêdayî wê, nayê pêşxistin."

'Arizîkirina qadan di nava hilweşîna aborî de êşê zêde dike'

Îkram Hatûm da zanîn ku arizîkirin, dikare ji bo qadên taybet vebijêrkek mantiqî be, bi şertê ku pêşî li reform, afirandina kar û ewlehiya dahatê were girtin. Îkram destnîşan kir ku arizîkirina qadên girîng ên wek tendrustî, perwerde û elektrîkê di nava hilweşîna aborî ya heyî de, tenê dê êşê zêde bike û wiha got: “Ji ber kaosa ewlehiyê li hin deverên Sûriyeyê, veberhênana biyanî li Sûriyeyê hê jî gengaz e. Destûra nû, desthilatên berfirehtir dide Serokkomar, rê dide wî ku praniya endamên parlamanê tayîn bike, prensîba cudakirina desthilatan têk dibe û prensîba desthilatdariya yek-kesî misoger dike."

'Hikûmeta nû hê jî ji ber cezayên Rojavayî êş dikşîne'

Îkram Hatûm got ku tevî hilweşîna rejîma berê, hikûmeta nû hê jî ji ber cezayên Rojavayî êş dikişîne û bi van nirxandinan dawî li gotinên xwe anî: “Ne tenê ji ber mîrata xwe ya siyasî, di heman demê de ji ber têkiliya wê ya bi komên ku wek terorîst têne destnîşankirin, wek Cebhet El Nusra (Heyet Tehrîr El Şam) a niha jî. Ev ceza herî giran in û bi hêsanî nayên rakirin. Ji ber ku ew bi dosyaya terorîzmê ve girêdayî ne, dişibin tiştê ku li Îraqê piştî sala 2003'an qewimî, ku ceza heta gelek sal şûnda nehatin rakirin."