Dewreya perwreda jinan a karê elektirîk, av û çîmento yê

Rahênera komputeran Nisrîn EL-Beşarî ya demdirêje lêhurbûna wê li ser perwerdeya jinane û heta niha gelek dewreyên perwerdeyên destkariyê vekiriye, niha jî ji bo jin di rahêneriyê de pêşkevin amadekariyên dewreyek perwerda jinan a karê av, elektirîk û çîmentoyê dike.

IPTÎSAM EXFÎR
Binxazî- Di însîyatîfeke ku cara yekem e li ser asta Lîbyayê tê meşandin de xebatên Nesrîn El-Beşarî dayî despêkirine. Rahênera komputeran Nisrîn EL-Beşarî li navedan xwe Oya ya li Binxaziyê ji bo pêşketin û perwerdekirina jinan dewreyeke perwerdê ya karê elektirîk, av û çîmento dest pê kir. Ji bo fêrkirina Di derbarê van mijaran de ajansa me bi Nisrîn EL-Beşarî ku yek ji sazkarên akademiya Oya re hevpeyvîn kir. Nisrîn EL-Beşarî da zanîn ku armanc ji vekirina van derwerên bi vî rengî ew e ku pir jin dixwazin têkevin nava bazara kar û fêrî pîşeyan bibin, ev pîşe ne tenê girêdayê mêran e.
Nesrînê bilêv kir ku li Lîbyayê jin hewceyî derfetên kar in, gelek ji wan naxwazin mêr derbasî mala wan bibin, dixwazin bi xwe pêdawîstiyên mala xwe dabîn bikin ji bo vê yekê xwest piştgiriya jinan bikim ta ku hewceyî tu kesî nebin.
Nisrîn balê dikşîne û dibêje ku jin niha bê tirs derbasî malan dibin û bi karê xwe yê nîgarî û elektirîk radibin, li kêlek wê jî jinên wan malan bi destê xwe dixemilînin ji bedêla ku biçin salonên xemlandinê jî hene û wiha domand: “Gelek ji mêran gotin ku ev kar ne yê jinan e û dê tu kes jî beşdarî vî karî nebe. Ema hejmara kesên ku navên xwe li dewreyan tomar kirin zehf bûn û ta niha jî em pir kesan pêşwazî dikin. Hin jin hene dixwazin behremendiya xwe di warê merengoziyê de derxin holê. Rewşa aborî ya zehmet li Lîbyayê hişt ku jin di her warî de kar û xebat bike ta ku bikare zarokên xwe xwedî bike, ji xwe em jî welatekî ku birçiyê xwendin û perwerdehiyê ne.”
“Pêdiviya jinan bi hînbûna pîşeyan heye”
Nisrîn EL-Beşarî tekez dike ku karê ku jin bi destê xwe bike ji parsektiyê an baştir e û wiha domand: “Bidestxistina pîşeyan hêz dide jinan, gotineke pêşiyan heye dibêje karê destan be, ne mîrasê bapîran be. Ev gotin tê wateya ku karek hebe mirov bi destê xwe bike ji mîrasê bav û kalan baştir e. ya girîng ku di demên niha de jin bêtirî pîşeyekê fêr bibe. Li ser beşdarbûn jinan di vê dewreyê de ez gelekî kêfxweş im , ji bo vê dê dewre di demeke nêz de dest pê bike.”
“Di dawiya salên 90’an de ez ketim cîhana perwerdekirina jinan”
Endezyara komputeran Nisrîn EL-Beşarî da zanîn ku ew di dawiya salên 90’an de ket cîhana perwerdekirina jinan, derwereya despêkê jin hînî bingehên komputer û internet kiriye û wiha pêde çu: “Piştî wê min berê xwe da beşa çêkirina şîraniyê. Ez di temenekî çûk de derbasî vî beşî bûm, bi derfetên kêm min tiştên hêsan çê dikir. Di dawiya salên 80’an de Lîbya di rewşa dorpêçê de bû û madeyên ji bo çêkirina şîraniyê tunebûn, ji ber vê min pir caran piskewîtên sade çê dikir. Piştî dorpêçê min xwest di vî warî de xwe pêş bixim. Ez tevlî komeke ji derweryên perwerdeyî derveyî Lîbyayê bûm û di wir de min dest pê kir. Di çêkirina pastan de bûm pispor û diyarî heval û xizmên xwe dikir. Pişre min biryar da ku ez berhemên xwe bidim firotin ta ku pereyan qezenc bikim.” Nisrîn EL-Beşarî dibêje ku wê bi hezaran jin ji bo çêkirina şîraniyê perwerdekirine û piraniya wan niha serbixwe kar dikin, ew gelekî bi jinan bextewar û serbilin de.
Nisrîn EL-Beşarî di rewşeke xemgîniyê re derbas bû ku ew jî wefata keça wê ya nexweş di sala 2016 an de, ji ber wê demekê ji karê xwe sistbûye. Di wê pêvajoyê de hîn zêdetir li ser perwerdekirina jinan lêhurbûn dike û navendeke perwerdekirina jinan ku di her alî de wan fêr dike vekir. Ew dibêje di vê navendê de jin dikar di her alî de fêr bibe û xwe pêş bixe ta ku derfetên kar li pêş wê werin vekirin. Perwerdeya yekem a fêrkirina jinan di warê karên av, elektirîk, çîmento û Nîgarî  de bû.
Nisrîn EL-Beşarî ji bo perwerdekirina jinên koçberî bajarê Binxazî bûne bi rêxistinên xwecihî û navnetewî re hevkarî kir û dest nîşan kir ku karê pê ra dibe timî ne ji bo pereyan e, ew dixwaze tiştekî pêşkêşî jinan bike ta ku jê sûd bigrin û hêvî dike ku welatê wê berew başiyê biçe.
Nisrîn EL-Beşarî di dawiya axaftin xwe de bang li jinan kir ku tevlî hemû warên bazara kar bibin, pîşeyên wek karê av, elektirîk û çîmentoyê jinbûyîna wan kêm nake.