Destkariya şêwekar Bînayî reng dide taxa Soçî ya Helepçeyê

Avahiyek şîn û bi hunera destan li hev hatî li Taxa Soçî ya ku yek ji taxên kevin ê Helepçeye ji dur ve bala dîdarên nû serdana taxê dikin dibe ser xwe. Di nava malê de jî jina destrengîn a nikare bi axive Bînayî Muhteşem a xwedî hêzek mezine û di gelek aliyan de xwe pêş xistiye karê dirunê dike bi rukenî mirovan pêşwazî dike.

 
MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Bînayî Muhteşem bi xwe ji gundê Bamuk yê hêrêma Helepçe ye, niha li Taxa Soçî ya ku yek ji taxên kevin ê Helepçeye dijî. Dema me xwest Bînayî ya ku wateya navê wê roniya reşka çavane û weke navê xwe di nava taxê de xwiyayî û bi jêhatîbûna xwe tê zanîn binasin em hînbûn ku ji zikmakî ker û lale. Bînayî ker û lalî ji bo xwe nekiriye asteng û li peyî xeyalên xwe çuye. Despêkê di Peyîmangeha Hunerê Ciwanekan a Zanîngeha Silêmaniyê de Beşa Şêwekariyê bi serkeftî qedandiye û paşê jî şêwekarî kiriye. Ji ber bi xwe nikare bi axive, dayika wê ji mere qala Bînayî kir. 
Dayika Bînayî diyar kir ku her çiqasî pirsgirêka axaftinê ya keça wê Bînayî heye, lê belê xwedî gelek kêrhatiyên cudane û niha karê dirun û şêwekariyê dike. Dayika Bînayî da zanîn ku ji ber jêhatîbûna wê ji hemû deran xelk tên gel wan ji bo keça wê ji wan re cilan bi diru. Dayika Bînayî bilêv kir ku pêwistiya keça wê bi kesê nîne bi xwe xwedî karê xweye û bi rêve dibe.
Dayika Bînayî wiha behsa karê keça xwe dike: “Keça min dema karê şêwekariyê dikir gelek di westa û heqê karê xwe ne digirt, êdî heskirina wê ji bo karê şêwekariyê nema û niha zêdetir ji karê dirunê hez dike. Em gelek hewil didin keça me derkeve ji derveyî malê kar bike û derdor bibîne, lê belê Bînayî tenê ji karê dirunê û ji malê hez dike.”