Dema berhevkirina pelên rezan hat

Jinên ku li gundê Babîna yê Farqînê dijîn, dest bi berhevkirina pelên rezan kirin. Jinên li gund ji pelên rezan ên xwezayî xwarinê çêdikin. Pelên ku fireh in û qetandî nîn in berhev dikin, dixin nava şoravê, ji bo zivistanê û di demsala payîzê de xwarina wan çêdikin.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Jinên li gundê Babîna yê Farqîna Amedê, ji rezên ku bi xwe dikolin û paqij dikin her demsal sûdê digrin. Di dawiya mehên havînê de ango bi demsala payîzê re jî diçin ser rezan û tirî berhev dikin. Bi hatina biharê re pelên rezan ên ku şîn dibin, piştî roj bi roj digihîjin berhev dikin. Pelên ku berhev dikin, dixin şoravê di nava avê de dihêlin, piştî ku tama xwe baş didin bi wan xwarinê çêdikin.
“Em pelên wan berhev dikin” 
Ji jinên gund Seyran Beyazit dibêje ku beriya tirî bigihîje, dema ku pelên wan pir dibin, tên ji nava rezan berhev dikin û wiha got; “Piştî ku em rezên xwe dikolin, beriya ku tirî bigihîjê, di mehên biharê de em pelên wan berhev dikin. Em bi jinên gund re tên nava rezan, pelan berhev dikin, ên ku gulover in û neqetiyane em hildibjêrin dixin poşetan. Jixwe dawiya havînê jî em tên ser rezan tirî berhev dikin.”
“Mirovên li bajaran dijîn, van pelan bi pere dikrin”
Seyran Beyazit diyar kir ku pelên rezan li bajaran bi pere tên firotin û got ku ew ji xwe re van pelan bê derman, xwezayî berhev dikin û bi wan xwarinê çêdikin. Seyran Beyazit wiha domand; “Piştî ku em van pelan berhev dikin, bi awayê destekirî em dixin nava şoravê. Dûre em dixin nava kavanoz an jî naylonan, heta ku pelên wan tirş dibin, tama xwe didin, ji bo hewa negrin em devê wan venakin. Em wan dipêçin û xwarinê ji wan çêdikin. Mirovên li bajaran, an ji bazaran an jî ji marketan bi peretî dikrin. Em ji xwe re li gund diçin ji nava rezên xwe berhev dikin.” 
“Ji ber ku bê derman û xwezayî ne bi tendirust in” 
Seyran Beyazit diyar dike ku pelên berhev dikin, hem pir xweşik in hem jî tirş in û dibêje; “Ji ber ku bê derman in, bi tendirust in. Min xwe dîtiye nedîtiye em bi van pelan xwarinê çêdikin. Em tu carî ji derve nakirin. Zarokên me jî wiha hîn bûne, ji derveyî pelên rezan, em xwarina ji pelên din çênakin.”