Debara xwe bi firotina tost û şorbeyê dike

Garîp Turhana ku di kulubeyek biçûk de li dinyayê temaşe dike, 3 zarokên xwe bi dikanek biçûk a tostê ku li Sûrê vekiriye xwedî dike.

Garîp Turhana ku di kulubeyek biçûk de li dinyayê temaşe dike, 3 zarokên xwe bi dikanek biçûk a  tostê ku li Sûrê vekiriye xwedî dike.
Amed- Garîp Turhana 40 salî, bi vekirina dikanek biçûk a tostan debara xwe dike. Bi salan di gelek karên cuda de xebitiye debara xwe û zarokên xwe dike. Garîp Turhan diyar kir ku wê tevî hemû zor û zehmetiyan jî dest ji têkoşîna xwe ya jiyanê bernedaye û bang li hemû jinan dike ku bixebitin û li ser lingên xwe bisekinin.
Li Sûra Amedê di dikanek biçûk a bi navê “Pepûle” de tost û şorbeyê çêdike û difiroşe. Garîp Turhan bi pereyê ku ji vî karê tê debara zarokên xwe dike. Çîroka Garîp di temenê 14 salî de dema ji bo zewecê ji Edeneyê hatiye Sûrê dest pê kiriye. Garîp Turhana ku bi salan e li Sûrê dijî li dijî şer, koçberî û bêkariyê têdikoşe. Piştî ku hevjînê wê ji ber dozeke siyasî tê girtin bi sê zarokan re tenê dimîne. Garîp Turhan destpekê li şaredariyê dest bi kar dike. Lê piştî tayînkirina qeyûm ji kar tê derxistin. Garîp Turhan, dema ku bêkar dimîne, di gelek karên wekî kafeyê de bi demsalî de û her wiha li manavan jî dixebitê û têkoşînê li dijî zehmetiyên jiyanê dide meşandin.
“Ez bi hêza xwe li ser lingên xwe disekinim”
Garîp Turhana diyar ku ew 15 sal in bênavber dixebite û dibejê ku herî dawî kulubeyek bi navê Pepûle vekiriye û bi çekirina şorbe û tostan bi xwe karê xwe dike. Garîp Turhan diyar kir ku tevî westandina xebata bi salan, ew bi serbilindî li ser lingan maye, nefêsê girtiye û wiha dibêje: “Jixwebawerî tiştekî pir cuda ye. Tişta herî xweş ew e ku mirov bêyî li destên kesek din binêre, bixebitê û pêwîstiyên xwe bi xwe bi cih bîne. Ma zehmet nîn e? Erê zehmet e lê pewîst e mirov bikaribe vê yekê bike. Divê hûn bi hêza xwe li ser lingên xwe bimînin. Pewîst e jin bêyî ku hewceyê kesek din bin, bi hêza xwe li ser piyan bin. Pêwîst e mirovek bizanibe berpirsyariyên wê çi ne. Ger berpirsiyariyek te hebe ew jî divê tu li ser lingên xwe bisekinî.
“Bêyî ku rawestim ji bo zarokên xwe dixebitim”
Garîp Turhan got ku dema bi sê zarokên xwe re tenê dimîne tişta ku dihizire ew e ku wê çawa li ser lingên xwe bimîne û serpêhatiyên xwe bi van gotinan vedibejê: “Tiştek nemaye ku min nedîtiye.  Carna dipirsim ka ez ê çawa bikarim barê xwe hilgirim. Dema hevjînê min hat girtin temenê kurê min 2 salî bû û ji ber nenexweşiya kêmbûna cîgera reş giredayî makîneyê bû. Bi 3 zarokên xwe re min nexwest biçim mala kesek din. Ji bo zarokên xwe ez rabûm û min dest bi xebatê kir. Hinek caran ji bo rabûnê divê mirov bikeve. Ev ketin ketinek gelek dijwar bû. Ji bo carek din ez nekevim ez rabûm ser lingan.”
“Pewîst e ji bo jiyanê li her derê bixebitî”
Garîp Turhan dibêje jin be yan jî mêr be divê mirov ji bo jiyana xwe ked bide û destnîşan dike ku  jiyan bi keda tê dayîn re watedar dibe û wiha bi dawî dike: “Jin an jî mêr divê mirov bi xwe debara xwe bike. Em dijîn lê awayê jiyana me bi ked e û bi têkoşînê re pîroz dibe. Ev ne tenê lî malê yan jî li kolanê çêdibe, carna jî di hundirê mirov de çêdibe. Ji ber vê jî mirovên ku ji bo jiyana xwe ked didin û têdikoşin her tim serbilind in.”