Debara bi nanê sêlê

Nanpêja taxa Salihiyê ye Meryem diyar kir ku ew ji bo pêdiviyên xwe û zarokên xwe bi cîh bîne nanpêjiyê dike û welatiyên taxê ji nanê wê razîne.

 
NECAH MEÎŞ
Heseke - Jinên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava yên dibin banê Kongra Star de xwe rêxistin dikin di qada aborî û debarê de jî kêm namînin. Ev yek cesaretê dide hemû jinan û her jin dixwaze bi xwe debara mala xwe bike. Ji bo ku bikarin xwe di qada herî zor ku weke cihê mêran tê dîtin bazarê de jî bicîh bikin li himber hişmendiya zayendperestî têdikoşin. Meryem Eboş a li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê yê Bakur Rojhilatê Sûriyê – Rojava dijî jî jirbûna xwe nîşan da û li hemberî tindiya malbata xwe ya ku ew di malê de dihêlan serî rakir. Meryem ji zaroktiya xwe ve fêrî çêkirina nanê sêlê bûye û dixwaze ne tenê zarokên wê welatiyên dinê jî nanê ger ji ber sêla wê bigirin. Ji derveyî nanê sêlê gelek kêrhatiyên Meryemê hene, lê malbatê destur nedida bixebite. Meryem li hember birayê xwe û dema zewicî jî li hember hevjînê xwe derket û keda destê xwe nîşan da. 
Meryemê li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê dikana nanê sêlê vekiriye û bi tena serê xwe dikanê rêve dibe. Ji hevîrkirinê heya çêkirina girikan û lêsitina nan hemûyê bi xwe dike. Çawan karî keda destê xwe nîşan bide, di berdewamiya kar de hîn zêdetir bi xwe bawerbûye û her çendî bi tenê diweste jî lê cardin bi moral û heskirin nan lêdixe. Welatiyên taxê nanê germ ji ber sêla Meryemê digirin û her carê destxweşiyê jî lê dikin. Roja ku Meryem dikanê veneke nanê germ ji sifreya taxê kêm dimîne. Meryem a bi rukenî karê xwe dike, bi sohbetek xweş em jî pêşewazi kirin. 
‘Herî baş min karkirin dît’
Meryem ê hem nan amade dikir, hem kiriyarên nan dida rê û hem jî li gel me sohbet dikir û digot: “Ez ji gundê Til Berkê me û berê de em hatine li Hesekê bicîbûne. Ji ber ku aboriya me lawaz bû min dest bi nanpêjiyê kir. Berê de daxwaziya min a kar hebû, lê malbatê destur nedida. Ji ber kêmaniya aboriyê êdi min malbat jî guhdar nekir û dikana nanê sêlê vekir. Ji bo ez pêwistiyên zarok û mala xwe peyda bikim û tişkî ji kesî nexwazim, herî baş min karkirin dît.” 
Meryem diyar kir ku ermanca wê ji vî karî ewe bibe mînak ji jinên din ên weke wê di malê de girtî û malbat derfetên kar nadinê û wiha domand: “Hewceye jin ji zindana malê derkevin, ne tenê bi karê malê mijûl bibe karê ji drve jî bike. Bi kar mirov xwe pêşdixe, cîhana derve dibîne. Ji ber wê ji daxwaziya min, ewe hemû jin bikevin nava kar û tenê karê malê ji bo xwe bes nebînin. Ji bo ku jin ji bin desthiladariya bira û hevjînê xwe derkevin û pêwistiyê xwe bi xwe bi dest bixin hewceye kar bikin. Divê em jin tiştên xwe yên kevnar weke nanê sêlê bidin jiyîn. Ciwan êdî nanê sêlê nizanin çêkin, dema bibîne em bi îsrar didin jiyîn ew jî neçarin rêzê jêre bigirin û heta hîn jî bibin. Ez hê biçuk hînî nanê sêlê û gelek karên dinêbûm. Divê em van karan li ber ciwanan xweş bikin û wan jî hîn bikin.”