"Dê her der bibe qada 1’ê Gulanê"

Nûnera Komîsyona Jinan a DÎSK’a Enqereyê Nevîn Kiziloz ku bertek nîşanî qedexekirina 1'ê Gulanê ya bi hinceta pandemiyê da û got; "Em ê bi dirûşmên ‘Em ê tu carî dev ji daliqandina poster û pankartên 1'ê Gulanê yên li avahî, kargeh, xanî, kolan û meydanan bernedin û daxwazên xwe ragihînin’ û “Em li vir in û em ê bi destên xwe cîhana nû ava bikin”, em ê malan, cihên kar û kolanan bikin qada 1’ê Gulanê."

ZEYNEP AKGUL
Enqere -  Em bi Nûnera Komîsyona Jinan a DÎSK’a Enqereyê Nevîn Kiziloz ku dibejê "Em ê tu carî dev ji daliqandina afîş û pankartên xwe yên 1’ê Gulanê li ser avahî, kargeh, xanî, kolan û meydanên xwe bernadin û daxwazên xwe ragihînin" re li ser daxwazên wan ên 1’ê Gulanê axivîn û di ‘1ê Gulanê de nexşeyek çawa bişopînin axivîn.
Nexşeya we ya 1’ê Gulanê çi be?
Bi dirûşma "Em Li vir in û em ê bi destên xwe cîhanek nû ava bikin", em ê malan, cihên kar û kolanan bikin qada 1’ê Gulanê. Em di rojên dijwar re derbas dibin; em di serdemek de ne ku ked tê tepisandin, mûçeyên hejariyê tên ferzkirin, maf û azadiya sendîkayê rastî êrîşan tên, bêkarî rekor dişkîne, destkeftiyên me yên demokratîk tên paşguhkirin, mekanîzmayên dewleta civakî ne bes in û nanê me roj bi roj kêm dibe. Lê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin ku welatek demokratîk di berjewendiya wekhevî û kedê de çêbibe. 
• Mijara 1’ê Gulana îsal û daxwazên wê yên berbiçav çi ne?
Li hemû ciyên kar ku hilberîn û karûbar berdewam dikini derzîkirina karkeran bi malbatên wan re, bidawîbûna betlaneya bêpere, bikaranîna pereyê ku di Sindoqa Bîmeya Bêkariyê de ji bo karkerên bêkar ên di vê pêvajoyê de komkirî, terikandina veguhestina fona wekî teşwîqek kardêr, rakirina astengiyên li ber mafê sendîkayî û qedexeyên grevê, em dixwazin ku mûçeyê ji bacê were derxistin.
"Bi milyonan mirovan davêjin nava pencên vîrusê" 
• Di tedbîrên ji bo pandemiyê de karker û kedkar, muaf hatin girtin, an wan şandin cihê karê wan, an jî di navbera mirina ji ber nexweşiyê yan jî ji bo bêkar nemînin de man. Ev yek di van rojên ku ev vîrus gihîştiye asta herî jor de jî didome. Li ser vê yekê hûn dixwazin çi bibêjin?
Hikumet; gava ku bi milyonan mirovan davêjê nava vîrusê, îhaleyên xwe didomîne. Dîsa, bi milyonan lîra di bin temînata ku ji hêla alîgiran ve hatiye çêkirin ji bo pir, otoban, balafirgeh û nexweşxaneyên bajêr ji van pargîdaniyan re dikeve bankayan. Ji ber vê yekê, bi milyonan karker û jin neçar in di navbera mirin û vîrusê de tercîhek bikin, ev yek rasterast bi hilbijartina çîna serdest ve têkildar e.
• Di 1’ê Gulanê de nebûna li qadan wekî helwestek tê hesibandin ku meyla karker û kedkaran a ji bo maf û têkoşînê lawaz dike û paşve dikişîne. Hûn dixwazin li ser vê yekê çi bêjin?
Ne tenê di 1’ê Gulanê de, di heman demê de derketina karkeran a li kolanê li dijî binpêkirinên mafên din e jî. Lê belê, di dema pêvajoya pandemiyê de, qedexekirina pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bêwate ye lewre jixwe ew li cihê kar tên xebitandin, wekî ku di biryara paşîn a li ser navê hikumetê de ku jê re tê gotin betlaneya giştî, di nava tevahî karkeran de tê nîqaşkirin. Vebêjek baş a vê yekê dikare bertekê veguherîne amûrek rêxistinbûnê.
"Pêşîlêgirtina bêkariyê bi zêdekirina têkoşînê gengaz e" 
• Rastiya ku pirsgirêka bêkariya girseyî ku bi pîvanên xwe yên aborî, civakî û siyasî ve yek ji wan pirsgirêkên herî bingehîn a serdemê ye; piştî pandemiyê pir dijwartir bû, careke din navgîn an rê anî rojevê an divê vê pirsgirêkê were çareserkirin. Baş e, hûn çawa difikirin bêkarî dikare were çareserkirin?
Bi rêxistinkirina bi hêz û bilindkirina tekoşîna ji bo derbaskirina bêkariyê gengaz e. Tenê dibe ku heke dewlet vegerin ser veberhênanên plankirî û karûbarên tevahî peyda bikin. Tiştê ku ji bo Tirkiyeyê were teşwîqkirin, vegera li çandiniyê û pîşesaziyê ye. Ji bo ku mirov bikaribe çandinî û xwedîkirina ajalan li welatê xwe bike û li şûna veberhênanên avahîsaz ên ku venegerin polîtîkayên li ser hilberînê bişopînin.
"Polîtîkayên ku jinan li malê dihêlin tên şopandin" 
Gava ku di pêvajoya COVID-19 de li seranserê cîhanê kar û şîdeta li ser jinan zêde bûye, li gorî lêkolînê, jin ji mêran pirtir kar winda kir. Çima di vê pêvajoyê de jinan bêtir kar ji dest dan?
Sedema herî girîng a kêmbûna karûbarên jinan di van salên dawî de ew e ku dewlet neçar in di lênihêrîna razemeniya ji bo kal, pîr û zarokan de û di encama beşdariya wan di kar de malên pîr û kalan û kreşên zarokan ava bikin. Ji bo vê sedemê, dewlet polîtîkayên ku jin heya ku li malê bimînin dişopînin da ku ji vî barî xilas bibin. Ji ber vê yekê, jina ku li malê dimîne derfet heye ku bi kirina malê ji bo xwedîkirina pîr û zarokê, ji hêla din ve, bi kirina karsaziya malê beşdarî bûdceya malbatê bibe. Bêguman, di heman demê de kapîtal jî heye ku bigihîje keda ku wê bidomîne. Di malê de barê kar û barên ku di milê jinan de bû, zêde dibin û şîdeta li ser jinan zêde dike. Jin ji aliyekî ve dibin hedefa bêkariyê, ji hêla din ve şêwazên xebata nerm û bêewlehî ku di pandemiyê de belav bûne.
"Tenduristiya milyonan tê paşguhkirin" 
• Di dawiyê de, hûn pêvajoya "betlaneya giştî " çawa dinirxînin?
Ji berjewendiya sermiyan û serokan, aqil, zanist û tenduristiya mşlyonan tê paşguhkirin. Li cihên vekirî nefesgirtina me qedexe bûye û neçar in ku li derdorên girtî bixebitin. Em bi baweriya ku "tekel dê bizivirin" bi her bihayî, bi têgihîştinek ku jiyana mirovan dike qurbana sûkê û têkçûna dabînkirina derziyan, nexweş xuya dikevin, dimirin û diwestin. Em dibêjin "Tekoşînek bi vî rengî ya pandemiyê tune ye " û em dev ji mafên xwe yên jiyanê bernadin.