‘Daxwaza gel zêdetir ji bo xwarinên Kurdewarî ye’

Lawlaw Mistefa serpereştiya kargeha nanê tenûrê ya Behî Xan e. Li gel 9 jinên din ji bo ku çanda Kurdewarî biparêzin bi awayê demên berê nanê sêlê, tenûrê û xwarinên sihariyan ên Kurdewarî çêdikin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Parastina çanda netewek gelek girîng e, gelek caran parastina çandê ji aliyê jinan ve tê bi encamkirin, bi ked, têkoşîn û hêza xwe çandê diparêzin. Lawlaw Mistefa yek ji wan jinan e ku serperştiya kargeha nanê tenûrê ya Nanê Behî dike. Armanc bi vekirina vê kargehê û amadekirina xwarinên sibehan ew e ku derfetên kar ji bo 9 jinên din ava bike û bi hêza xwe dikaribûye çanda Kurdewarî biparêze. Bi amadekirina nanê Kurdewarî û xwarinên çanda Kurdî yên sibehan wisa kiriye ku xelk ji bajarên din berê xwe bidin cihê xwarinên Lawlaw.

Lawlaw Mıstefa di saet 2’ê şevê de diçe kar

Lawlaw Mistefa du sal in serpereştiya kargeha ‘Nanê Behî Xan’ dike û rojane li gel jinên din dixebite, bi xwe di saet 2’ê şevê de diçe ser kar û hevîrê nan amade dike û reşreşk, kuncî ji bo nav amade dike da ku tama nan xweş bibe û her wiha xwarina sibehan jî amade dike û tenûrê dadixe, heta ku jinên din tên ser kar û bi hevkariya hev hem nanê sêlê, hem nanê tenûrê hem jî kadeyan amade dikin. Lawlaw ev ne cara yekem e van karan dike, beriya ku kargehê veke du salan li Bextiyarî karê çêkirina nanê tenûrê kiriye.

‘Ez gelek ji karê xwe hez dikim’

Lawlaw Mistefa di dema xebatê de gelek ji karê xwe hez dike û dibêje: “Heta saet 6’ê sibehê ez hemû xwarinan amade dikim û nanê tenûrê jî di saet 5’an de amade dibe. Jin ji bo nanê tenûrê amade bikin, destpêkê tenûrê paqij dikin û rûnê xwe û hemû tiştên wê amade dikin her wiha sê cureyên nan ên weke nanê ceh, nanê spî û nanê genim çêdikin. Muşterî herî zêde ji nanê tenûrê hez dikin û dibêjin bila nanê tenûrê be û gelek ji xwarinên me hez dikin.”

‘Ruhê hevkariyê bi jinan re zêdetir e’

Lawlaw Mistefa ku bi xwe serpereştiya cihê xwe dike û derfeta kar ji bo 9 jinên din ava kiriye ku sê jin di beşa xwarinê de kar dikin û 3 jin nanê sêlê çêdikin û bi xwe û du jinên din nanê tenûrê çêdikin ji bo wê wiha dibêje: “Ruhê hevkariyê di nava me jinan de zêde ye, ji derveyî kar di hemû aliyan de em havkariya hev dikin ji ber ruhê havkeriyê bi jinan re zêdetir e û em ji hev fam dikin. Ew jinên ku li gel me kar dikin piştî ku kar temam dikin gelek caran dimînin alîkariya min dikin û em bi hev re derdikevin.”

‘Xwarinên me ji bo parastina çanda Kurdî ne’

Lawlaw Mistefa bi bîr xist ku di kargeha Nanê Behî Xan de mast, rûn, penîr û gelek berhemên din ên Kurdewarî hene. Amadekirina xwarina Kurdewarî bi awayê berê ye û gelek xelk berê xwe didin ba wan. Piraniya muşteriyan dema ku tên nanê tenûrê dikirin, her dem ji Lawlaw pirs dikin dibêjin di nava nanê tenûrê de çi heye ji ber tam û bêhna wê gelek taybet e û wiha domand: “Vekirina cihek bi vî awayî ji bo em parastina çanda xwe ya Kurdî bikin girîng e. Xelk ji bajarên din tên ji bo kirîna nanê tenûrê, ji ber li vê derê bi awayê Kurdewarî em xwarinên sibehan amade dikin. Me ev kar ji dayik û pîrikên xwe girtine û weke mîras ji bo me maye, em jî vê diparêzin. Hêza jinên Kurd di vî alî de zêdetir

e. Divê em jî vî nanî biparêzin û ji bo kesên ji ber karên xwe yên din nikarin van berheman amade bikin, amade bikin û bibin alîkar.”

Astengî li pêşiya hêza Hêrî nebû bend

Hêrî Behdîn yek ji wan jînan e ku li kargeha Nanê Behî Xan kadeyan amade dike, ji ber giraniya barê jiyanê ji bo alîkariya hevjîîn û zarokên xwe bike ev yek mehe dest bi çêkirina kadeyan kiriye û got: “Ez sibehan di saet 6’an de têm ser kar û pîvaz û malzemeyên din ên hevîrê kade amade dikim û  heta saet 4’ê êvarê vedigerim malê. Eve cara yekem e karek wisa ji derveyî malê dikim, ji ber ku ji bo kar bikim min gelek astengî derbas kirin û ev yek li pêşiya hewldanên min nebûn bend, min dest ji îsrara xwe berneda. Ew kadeyên ku ez amade dikim xwestekek zêde bi taybetî di werza zivistanê de li ser heye, kade heta saet 4’ê êvarê namîne. Divê jin pişta xwe bide xwe û rê nede gotin û astengiyan û her wiha bi vekirina van karan çanda Kurdî biparêzin.”