Dalya Elî: xwe pêşxistin ji bo jinan derfetên kar avadike

Dalya Elî di derbarê serkeftinên karê xwe de got: “Min karî bendê tirsa biryar girtinê bişkanda û li ser malpera kar pêşengiya tîmeke teknîkî, karmed û endezyaran bikim. Bi vê xebatê min isbat kir ku karê endezyarên avahîsaz ne tenê ji bo mêrane.”

XIFRAN EL-RADÎ
Bexda - Daliya Elî ya 26 salî, di beşê endezyariya avahiyan de bawernama macistêriyê girtiye, kesayeta jinê ya bihêz û baweriya wê ya bi hêza wê bandoreke erênî li ser rêvebirin û xebatê wê dike. Endezyara avahiyê Dalya Elî diyar kir ku kesayeta jinê ya xwirt yek ji stunên herî girînge ji bo pêşenktina karê ji ber wê pêwistî bi xwe perwerde kirin û muralê heye, ji ber baweriya jinê bi kesayeta wê û hezkirina wê ji karê wê re dibe enerjiyeke erênî li ser derdor bandor dike, dikare weke kesayeteke rêveber were nîşandan û biryarên rast bigre. 
“Berpirsyarî kesayeta jinê xwirt dike” 
Dalya Elî bi tecrubên xwe piştrat kir ku berpirsyariya xwendin û serxwebûna madî beşek mezin ji kesayeta wê da avakirin û got: “Piştî min xwendina xwe ya zaningehê qedand û di demên ku min bekeloryos bixwenda di wê demê de min berpisyarya abûriya xwe rakir ser milê xwe û min di şirketek pir girîng de di warê rêvebirina karsaziyê de kar kir. Di eynî demê de min xwendina xwe ya macistêr domand vê tecrubê erênî bandor li ser min kir û gelek tişt li jiyana min zêde kir. Ji ber vê yekê ez dibînim ku pir girînge derfet hebe ku jin bi kar ve mijûl bibe û di warê abûrî de serxebûnê bidest bixe, ji ber ku kesayeta jinê ya bihêz dide avakirin.”
Dalya Elî piştrast kir ku mirov çawa ji bo her sedemê kar hilbijêre û got: “Di demê xwendina min a macistêr de min karek ji rêzê hilbijart. Di warê rêvebirya karsaziyê di şirketekê de, ev kar bi tiştên ku ez têde dijîm di mercên xwedinê de dihat qebulkirin. Piştî ku min macistêr bidest xist di sala 2019’an de ez derbasî qunaxeke nû ya kar bûm û di karê xwe de serkeftî bûm. Ev jî pir girîng bû ji ber hilbijartina min ji kar û xebatê re sedemek bu ku ez bighêm asta serkeftinê.”  
“Di warê pisporiya zanistî de xwepêşxistin”
Dalya Elî giringiya domandina kar û zanebûna hewcedariyên wê ji bo bidest xistina desrfetên nû jî got: “Sûka kar ji şirket û saziyên hikûmetê bûye qirîz bi daxwazên kar, ev jî derfetên kesanî kêm dike. Ji ber vê yekê derfetên jinan yên xebitandinê di warê endezyariyê de heya niha ev kar di nerîna hindekan de tenê aidî mêrane, ji ber vê yekê di vê mijarê de pîlanamê min yên dema pêş hebûn. Ez tevlî dewreyên perwerdeyê û zanistê dibûm Ji bo ku tecrube wergirim ku min qebul bike ez di serlêdanên kar de bibim pêşbaziyek xurt. Bi rastî jî min derfetê kar bidest xist û min pispor bûna xwe di warê endezyariyê de di nav rêveberiya avahî û xaniyên hikûmetê de karekî baş peyda kir.”
Dalya di derbarê zehmetiyên isbatkirina hêzê ku dikare xebatê endezyariyê bike de jî ev nirxandin kir: “Ferqa di navbera tewrî û cedwelên miqdarî yên endezyarî de ji bo pirojeyek di navbera pêkanîna projeyê û çavdêriya wê de, biryar girtin û berpirsyariya wê biryarê digire navaxwe û birêvebirina girubê giştî teknîk, endezyar û karmend hewceyî perwerdê ji aliyê derunî û zanistî ve heye. Ji bo di gavên rêvebiriya piratîkî de serkeftîbe tevî guherîn û zehmetiyên di pêkanînê de jî dema kar bi encam dibe hemû zehmetî jî pêre derbas dibin.”  
Dalya Elî li gotinê xwe zêde kir û got: “Li ser rewşa jinê ya ku girubên kar birêve dibe û di nav de mêr jî hene, ev mijar vedgere ji tecarub û zanist di warê karê wê de û tiştên ku pêk tîne di warê pisporbûna wê de ne. Di dema xebata xwe de min xwe spart hêza agahiyê min û tecarubên ku bi min re derbas bûne tevî ku kêm salin lê girêdayî zanista mine û şopandina min ji pirojeyan û ev hemû beşek ji kesayeta jinê ye.”
"Hêzdar bin û bawer bikin ku hûn dikarin" 
Dalya Elî bal dikşîne ser giringiya baweriya jinê bi karê ku dike û got: “Ji tecarubên min, ku hinekî tê nîşan dayin ku serkeftinê îsbat dike, bi israra min a bidestxistina bawernama macistêriyê ye. Ez ji hemû jinan re dibêjim dikarin vê yekê bikin tenê ji xwe û hêza xwe ya hundurîn bawerbin û bi wê baweriyê re ked dayin da ku tiştê tu dixwaze pêk bîne tu qezenc bike. Bernamê rast deyne û despê bike, her tim biceribîne û biceribîne heya hun bighîjin armancê.”