Bi xwedîkirina şitil û kulîlkan hem bextewar dibe hem jî debara xwe dike

Felek Tulay tovên kulîlkên ku ji Bexçeyên Hevselê berhev dike tîne li şaneşîna mala xwe datîne û dema ku tovên kulîlkan û şitlên daran aj didin û dibin kulîlkên rengîn difroşe. Ew bi vî karê xwe di warê aborî de debara mala xwe dike.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Toven ku ji Bexçeyên Hevselê berhev dike, datîne û piştî ku bi awayê bi rêkûpêk wan xwedî dike, tov aj didin û dibin kulîlk û şitlên daran. Felek Tulay li ser karê xwe dibêje; “Berê min yeko yeko difrotin, niha bazara min a firotinê berfireh bûye û ez bi komî difroşim.” Bi karê ku di demeke kurt de vediguhere şitlên ajdarî û kulîlkên rengîn, şaneşîna mala wê dixemile, ew hem kêfxweş dibe hem jî di warê aborî de debara xwe dike. 
Şaneşîna wê bû bexçeyê kulîlkan
Felekê, beriya 25 salan bi malbata xwe re ji Mêrdînê koçî Amedê kiriye û deh sal in li şaneşîna mala xwe kulîlkan xwedî dike. Li ser karê xwe dibêje; “Ji ber ku ez ji rûniştin û betaliya li malê aciz bûm min dest bi vî karî kir. Ez diçim Bexçeyên Hevselê hinar û gulan berhev dikim tînim malê, tovên wan derdixim. Ez tovên van hemû kulîlkan û şitlên daran tînim malê û wan di guldankan de datînim.”
Bihayê her kulîlk û şitla darê 10 TL ye
Felek diyar dike ku destpêkê çûye ji Bexçeyên Hevselê ji bo çandina şitil û kulîlkan axê aniye û wiha didomîne; “Niha ji ber ku hejmara kulîlkên min pir zêde bûye, em bi traktorê axê tînin li bexçe dirjînin. Ez tovan di guldankê de dixim nava axê ji bo ku mezin bibin. Şitlan jî bi heman rengî ji bo mezin bibin di nava guldankan de datînim. Piştî ku dar û kulîlkên min aj didin, wan dixim nava poşetan, axa wan diguherînim. Her şitil û kulîlka ku ez xwedî dikim bihayê wê 10 TL ye. Ez wan an difroşim bexçevan an jî kesan.”
“Ji ber ku ez ji karê xwe hez dikim gelek bextewar im”
Felek dibêje ku ew kulîlkên xwe bi komî difroşe û dide zanîn ku ji ber ew bi vê xebata ku jê hez dike re mijûl e pir bextewar e û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî dike; “Carna ez jî roja pêncşemê diçim Goristana Deriyê Mêrdînê. Jixwe ew der nêzî mala me ye, li ber derî di poşetan de kulîlk û şitlan difroşim. Pereyê ku qezenc dikim ji bo xwe û zarokên xwe berhev dikim. Ji dema ku min dest bi vî karî kiriye û vir ve ez ciwan bûm. Dema ku li malê rûniştîme serê min diêşê lê dema ku bi kulîlkên xwe re mijûl dibim û bêhna axê digrim, êşa serê min, bêhntengiya min derbas dibe. Tu tişt bi qasî xebata di nava axê de xweş nîn e, ruh û bedena mirov baş û geş nake.”