Bi xwedîkirina pez hem çanda xwe diparêzin hem jî krîza aborî kêm dikin

Xedîce Ebdo da zanîn ku her berbang keriyê pezê xwe dertîne Çiyayê Kizwanan, hem şivantiyê dike hem jî wekî parêzvaneke çanda resen a herêmê û kevneşopiyên civakê ye her wiha ji berhemên wê gelek sûdan werdigre, ji şîr heya bişkol û hiriya wê di heman wextê de jî da payin ku ji vê jiyanê gelekî razî ye û bi taybet rêhevatiya bi lawiran e, hestekî nayê vegotin e.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê-Bêrîvanên Çiyayê Kizwanan di saetên berbangê de ji xewa şêrîn radibin û berê xwe didin xwezaya bedew, deşt û newalan heya kaniyan. Bêrî û bêrîvanî ji hev cuda nabin. Di Kurdistanê de gelek nîşanên têkiliyê di navbera dayik û xwezayê de hene. Bi taybetî dayikên ku vê têkiliyê diparêzin. Çiyayê Kizwanan-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gelek deverên xwe yên dîrokî wekî Keleha Sukra, Mexlûca her wiha kaniyên ava şêrîn ku jê der tên tê nasîn. Dibe ku ji her kesê re wekî çiya xuya bike lê di hundirê xwe de dîroka veşartî ya ji serdema Osmanî û Firansiyan vedişêre. Li gorî ku tê zanîn di serdema ku Fransiyan serweriya herêmê dikirin, gelek kaniyên ku ava şêrîn jê dihat, bi bêtonan girtine û kanî miçiqandin. Loma gelê herêmê wan bi dijminên xwezayê pênase dike. Li Çiyayê Kizwanan ya ku herî zêde li pêş e û civak bi tevahî jê sûdê werdigre xwedîkirina çêlek û pez e. Malbata ku pezê wan tunebe, tune ye. Ji ber bi hezaran salan e, li ser van çiyayan debara xwe dikin. Ew jî gorî derfet û taybetmendiyên herêma xwe, jiyana xwe birêxistin dikin. Xedîce Ebdo ya ku ji gundê Xera yê Çiyayê Kizwanan girêdayî navçeya Til Temirê ye, ji me re behsa xwedîkirina pez kir.
“Pez krîza me ya aborî sivik dike” 
Xedîcê bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: "Em wekî jinên çiyayê Kizwanan debara xwe bi xwedîkirina pez û çêlekan û gelek lawiran dikin. Em ji şîrê wan rûn, nivîşk, penêr, mast û gelek sûdên din werdigrin. Ne tenê em civak jî debara xwe pê dike. Berhemên şîr em difroşin cîranên xwe û carna jî dibin bajarê Hesekê û Til Temirê, li wir difroşin. Pez ji aliyê pêdiviyên sereke ve pir sûd e. Par me rûn hilanî, hiriya wê çêkir û firot û me çend berxên xwe jî firotin. Di salê de me carna zêdetirî 100 kîlo rûn difirot. Em bê pez nikarin bijîn, ji ber ku yên pez  krîza me ya aborî sivik dike."
“Dikarim heya dawiya emirê xwe pez xwedî bikim lê naçim Tirkiye û Lubnanê”
Xedîcê got ku ew amade ne heya dawiya emrê xwe pez xwedî bikin lê neçin Tirkiye û Lubnanê û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Westandina bi pez re zêde ye lê fêdeya wê jî pir e. Axa me dewlemend e, her kes dikare li ser bijî û bide jiyîn. Ez dikarim ku heya dawiya emrê xwe pez xwedî bikim lê ez naçim Tirkiye û Lubnanê û sînorên welatên xwe derbas nakim. Debar heye divê ku xuliqkarî jî hebe û li pêş be. Ruxmî ku pisgirêkên avê û kehrebê jî hene em ê her tiştî derbas bikin. Ji ber ku av tune ye, em diçin ser kaniyê û pez av didin, wiha jî zehmetiyên wê hene. Gelek şivan li benda hev dimînin heya pez av didin. Ev dihêle ku bi saetan em li ber kaniyê û li ber wê germahiyê bisekinin. Her wiha ji hiriya wê jî em doşekan çêdikin."
“Tepik û bişkol alternatîfa mazot û êzingan e” 
Xedîce da xuyakirin ku ew ji bişkol, rêxa pez û çêlekê jî sûdê digrin û wiha pêl da gotinên xwe: "Her tiştî pez derman e, mînak em bişkolên wan kom dikin û li ber tavê radixin heya hişk dibin, paşê ji bo zivistanê hiltînin. Heman tişt ji bo tepikên çêlekê jî derbasdar e. Di zivistanê ger ku mazot neyê peydakirin, em nakevin xema wê ji ber ku bişkol û tepik hene. Tepik û bişkol alternatîfa mazot û êzingan e di zivistanê de. Her wiha dema êzing nebin jî em bi vî awayî nanê tenûrê û sêlê jî lêdixin."
“Ji ber ku pezê me birçî ye psîkolojiya me xirab e”
Xedîce behsa rewşa îsal û barana kêm her wiha bandora wê li ser pez kir û wiha pêde çû: "Îsal em nikaribûn pûş bidin hev, ji ber ku baran kêm bû û berhemên xwezayê jî wiha bûn. Êm jî pir buha ye û derfeta me tune ye ku em bikirin, ji ber ku pezê me jî pir zêde ne. Nêzî du mehan e, me pez nedotiye, tenê 3 pez hene ku em wan didoşin. Ji ber ku birçî ne, nikarin şîr jî bidin. Her sal xêr û bereket pir bû lê îsal wiha ye. Di çend salan de salên wiha hene, em ê jî vê salê debara xwe bikin, heya sala bê. Mixabin îsal me penîr jî çênekir. Psîkolojiya me xirab e, ji ber ku pezê me birçî ye. Em wan baş hîs dikin lê tiştekî ku ji destên me derkeve nîne. Em bê pez nikarin bijîn, pez jiyana me ye. Ruxmî ku em di rojên pir zehmet re derbas dibin jî em bi hêvî ne û bawer dikin ku salên werin wê êşa vê salê bidin jibîrkirin."
“Bi hêviya barana baş”
Xedîce bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em îsal pir westiyan, me pir êş û kul kişandin lê hêviya me ji salên li pêş pir zêde ye ku em ê bikaribin her tiştê zehmet derbas bikin.  Xwedê sala were baranê bibarîne ku hem lawir hem xweza hem jî mirov pê ter û rehet bibin. Rêhevaltiya bi lawiran re, hesteke cûda dide mirovan bi taybetî jinan."