Bi tama ji destê Emşa Hisên xweşiya nanê tenûrê

Emşa Hisên bi şev hevîrê xwe amade dike û serê siharê zû jî agir bi tenûrên xwe dixe da ku nanê tenûrê çêbike û malbat pê taştêya xwe bixwe.

 
RONÎDA HACΠ
Hesekê- Bi destên jinên kedkar jiyana gundewarî ya tijî ked û afirînerî didome. Li gundan tevahî karên sereke yên jiyanê bi rengekî komînal û hevbeş ji hêla jinan ve tên kirin.  Çêkirina nanê tenûrê di nava çand û jiyana Kurdan de cihekî xwe yê taybet heye. Li gundê Em El-Ineb ê girêdayî Navçeya Amûdê – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê nanê herî bi tam bi destên Emşa Hisên 47 tê lêxistin û xwarin. Emşa bi çêkirina nanê tenûrê hem çanda civaka Kurd diparêze, hem jî debara mala xwe dike. Emşa têkildarî karê ku dike nêrîna xwe bi me re parve kir.
“Çanda lêxistina nanê tenûrê civakbûyînê bi pêş dixe”
Emşa Hisên da zanîn ku nanê jin bi destên xwe çêdikin tama wî cudatir e û wiha got: ”Di dema me ya niha de, her kesê nanê tenûrê ji bîr kiriye û li nanê hazir digere, ji ber rehetiyê. Di bajaran de çêkirina nanê tenûrê nayê peydakirin û li gundan jî kêm bûye lê ez rê nadim ku çanda nanê tenûrê were helandin. Her hefteyê ez çarekê nan lêdixim, serê seharê gundî bi bêhna nanê min çavên xwe vedikin û zarok jî li derdora min kom dibin da ku nan bixwin. Çanda çêkirina nanê tenûrê civakbûyînê bi pêş dixe. Cîrana min jî dema bi bêhna nanê min radibe tê alîkariya min dike û em bi hev re nanê xwe li tenûrê dixin. ”
“Jin di qada zindîkirina çanda kevnar de xwedî rolek girîng in”
Emşa destnîşan kir ku jin di qada zindîkirina çanda kevnar de xwedî roleke girîng in û wiha domand: “Di zaroktiya xwe de, ez ji dayika xwe hînî çêkirina nane tenûrê bûme, êvarê hevîrê xwe çêdikim û serê sibehê tenûra xwe sor dikim û nanê xwe lêdixim. Çêkirina nanê tenûrê yek ji çanda kevnar a dayik û dapîrên me ye, ji bo wê jin di qada zindîkirina çanda kevnar de roleke pir girîng dilîzin bi taybetî jinên gundî ev erk dane ser milên xwe. Dema mirov dibêje gund destpêkê nanê tenûrê tê bîra me, ji ber bêhna nanê tenûrê gund xweş û geş dike. Bi rastî lêxistina nanê tenûrê ne karekî hêsan e lê tu kar bê ked û westandin tune ye.  Ez bi çêkirina nanê tenûrê debara mala xwe dikim û çanda xwe zindî dikim.”
Emşa wiha gotina xwe bi dawî kir: ”Dema ez dibînim rewşa min a tenduristiyê baş e, ez nanê xwe çêdikim, ji ber ku nexweşiya lezkirina lêdana dil bi min re çêbûye û ez nikarim zêde li ber agirê tenûrê bisekinim. Lê tevî wê jî ez bêhna nanê xweş ji ser gund kêm nakim. Ez dixwazim her jinek li çanda xwe xwedî derkeve û bi keda destên xwe mala xwe bi rêve bibe. Nabe ku mirov xwe fêrî tiştên hazir bike.”