Bi sekna xwe ya bi heybet dibe ilhama hemû jinên gund

Beytara bi heybet a Qerejdaxê, dibêje ku zozan û lawirên wê çavkaniya jiyanê ne ji bo wê. Sevîm Kiziltepe ya ku li quntara Qerejdaxê dijî, bi sekna xwe ya bi heybet û bi hêz dibe îlhama hemû jinên gund

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Sevîm Kıziltepe ya 50 salî ku ji gundê Gûliya yê girêdayî Qirêjdaxê ye; li wî çiyayê ku di sêgoşeya Riha, Amed û Mêrdînê de dimîne, dijî. Sevîm Kiziltepe ya wekî çavên xwe li sewalan dinêre, ji xwarina wan bigre heya emeliyata wan, her karî dike, hem koçerî, hem dayiktî hem jî beytarî dike. Ew bi sekna xwe ya bi hêz li gund ji bo hemû jinan bûye mînak, ji ber ku ji zozanan pir hez dike ruxmê ku xanî ji xwe re ava kirine jî ew jiyana xwe li zozanan berdewam dike.
“Roja min hemû bi xebatê derbas dibe’
Sevîm, bi derketina tîrêjên rojê yên destpêkê heta tarîtî dikeve erdê li ser piyan e. Li ser jiyana xwe dibêje; “Mihên min her tiştê min in. Ev 30 sal in li zozanan dijîm. Li vir mal û axurên me hene. Bi salan e li vir li quntarên Qerejdaxê dijîn em. Ruxmê ku temenê min mezin bûye jî hemû karên xwe û xizmeta lawirên xwe ez dikim. Sibê zû radibim mihên xwe didoşim. Şîrê wan tînim malê piştre diçim axura wan paqij dikim. Ger di konê de pirsgirêk hebin wan çareser dikim. Piştî kayê datînim ber bizin û mîhên xwe, diçim xwarinê didim elokên xwe. Roja min hemû bi kar derbas dibe.’’
“Ji şîrê lawiran penîr û rûn çêdikim”
Sevîm diyar dike ku bi berhemên lawiran debara jiyana xwe dikin û wiha domand: “Em ji şîr û goştê lawiran sûdê digirin. Şîrê ku min ji wan girtiye wekî gundiyên din nafiroşim ez bi xwe dikim penîr û rûnê xwezayî. Lawirên min her tiştê min in. Ez ji yên malê re her tim dibêjim, ‘ger ez mirim, min dûrî wan binax nekin’ ez ji wan pir hez dikim. Bi mihên xwe re radizêm bi wan re radibim. Ne bûka min ne jî keça min heye.”
“Ji hemû lawirên gund re beytariyê dike”
Navê Sevîm li gund bi beytariyê derketiye, ji derveyî lawirên xwe lawirên ku birîndar bûne yan jî nexweş ketine re dibe derman. Sevîm dikare berxik û karikan jî emeliyat bike, têkildarî vê yekê wiha dibêje: “Ez tenê xwarinê nadim wan. Dema berxik û bizinên min nexweş dikevin wan derman jî dikim. Berî çend rojan min karikek emelîyat kir. Ji ber ku derfetên me zêde nîn in pêwîstiyên wan em bi xwe hewl didin bi cih bînin. Dema nexweşî yan seqetî hebe bi şev û roj bi wan re eleqedar dibim. Lingê wan dipêçim û derman didim wan. Ew jî ji her kesê ditirsin lê dema min dibînin tên gel min. Em koçerên niştecihî ne. Dema meha Adarê tê em diçin zozanan, ne cihê dûr. Em derdikevin nav zozanên xwe yê ku li aliyê çiyayê Qerejdaxê ye. Ji bo wê me li vir ji xwe re mal çêkir em li vir dijîn.’’