Bi nanpêjiyê debara xwe dike

Çiro Mihemed di firûnek nan ku di nava konê de vekiriye, nanê Kerkûk û Germiyan çêdike. Hemwelatî ji bo ku nanê ‘Firûna Çîro Xan’ bigrin dikevin rêzê.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê jin ji bo debara malbata xwe dixebitin. Bi rêya xebatê dibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe û debara malbata xwe dikin. Çiro Mihemed ev çend sal e li gel hevjînê xwe ji bo pêkanîna debara xwe gelek kar kirine. Çiroya ku ev 23 sal in li bajarê Silêmanî dijî, di sala 2023’yan de dest bi karê firotina fêkiyan dike, niha jî li bijarê Silêmanî konek ji bo karê çêkirina nan bi navê ‘Firûna Çiro Xan’ vekiriye, bi rêya çêkirina nan debara xwe û malbata xwe pêk tîne.

Çiro Mihemed rojane ji saet 7’ê sibê heta 1’ê nîvro û piştre jî 4’ê êvarê jî dest bi kar dike. Ji ber ku Çiro berê rûniştvana bajarê Kerkûkê bû, niha li bajarê Silêmanî nanê Germiyan û Kerkûkê ji bo kiryaran çêdike. Kiryar jî, ji bo nan bistînin her roj dikevin rêzê. Armanca wê mezinkirina karê wê ye, da ku bikaribe derfetên kar ji bo jinên din ên herêmê peyda bike.

Bi firotina fêkiyan destpê kir

Çiro Mihemed ku xwedî firûna nan a ‘Çiro Xane’ ye, ji Kurdên Hewîce ye. Lê belê li bajarê Kerkûkê jiyaye, piştî sala 2003’yan ji bo destpêkirina jiyanek nû, berê xwe daye bajarê Silêmanî. Ji ber xirabbûna rewşa aborî ya li herêmê, Çiro dest bi kar dike, dema dizane kêrhatiya wê ji çêkirina nan re heye, dest bi çêkirina nan dike û dibêje: “Ez û hevjînê xwe ji bo debara jiyana xwe ev çend sal e em di xebitin. Beriya du salan me karê firotina fêkiyan li heman cihî dikir. Niha jî ji ber nebûna nanê Germiyan û Kerkûkê min ev kon vedan û dest bi karê çêkirina nan kir. Berê jî min karê çêkirina nanê şikeva, kate, çend berhemên xwemalî dikir. Niha jî ez nan, kate çêdikim. Ez çend cûre nan û kate yên sade û bi kuncî li gorî daxwazên kirîgeran çêdikim.”

‘Pêwîstî bi piştevaniyê heye’

Çiro Mihemed da zanîn ku di malbatê de pêwîstî bi piştevanî û bihevrebûna di kar de heye, da ku jin û malbat bikarin debara jiyana xwe pêk bînin û wiha got: “Niha bi alîkariya zarok û malbata xwe ez dixebitim. Kirîgerên min bi tendurist berhemên min distînin. Armanca min di pêşerojê de mezinkirina karê min e. Ez dixwazin derfetên kar ji bo jinên herêmê peyda bikim. Ez di wê hêviyê de me ku jin bikarin bibin xwedî kar, da ku tu kes li pêşiya wan nebe asteng.”