Bi keda destên xwe û çêkirina pêlîstokan di warê aborî de azad e
Fatoş Yurek, bi çêkirina pêlîstokên amigurumi ku bi kedeke mezin tên çekirin, di warê aborî de xwe azad hîs dike. Li ser karê xwe wiha dibejê , “Ez di jiyana xwe de heta îro hewceyê tu kesê nebûm. Ger jinek bêje "Ez ê li ser piyên xwe bimînim", dê karibe bimîne û ew ê qet hewceyê mêran nebe" û da diyarkirin ku divê jin bi cesaretek mezin, bêtirs ji bo aboriya xwe bixebitin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed –Jinên ku di her warê jiyanê de li malê, li derve yan li zeviyan dixebitin bi hînbûyîn û pîşeyên ku bi dest xwe xistine li ser piyan disekinin. Fatoş Yurek yek ji wan jinan e ku di jiyana xwe ya rojane de bi karê ku dike xwe bi pêş dixe û vediguherine pîşeyek. Fatoş Yurek, ku di temenê ciwan de fêrî karên dest dibe û dûre vî karê xwe bi çekirina pêlîstokên amigurumi didomîne, bi karê ku jêhezkirî debara xwe dike.
"Ji bo azadiya xwe ya aborî ..."
Fatoşa ku di temenê biçûk de fêrî hunera destan dibe, ji bo azadiya xwe ya aborî vê pîşeyê hildibijêre. Fatoş her sal, fêrî tiştên nû dibe û çedike, di dawiyê de dest bi çêkirina pêlîstokên amigurumi ku di roja me ya îro de mirovên her temenî jê hez dikin dike. Fatoşa ku di temenekî ciwan de dest bi jiyana xwe ya kedê kiriye wiha dibejê; “Min destpêkê van pitikan çênedikir. Dema ku birayê min ji ber bûyerên siyasî ji malê çû, ez jî tevli jiyana xebatê bûm. Min di destpêke karê dest a modela zincîr û girêkan çedikir. Ez di temenê xwe yê 7 salî de fêrî çekirina van tiştan bûm. Piştre min her sal tiştên nû çêkir û xwe bi pêş xist. Kesên ku hatin ba me û dîtin ku ez karê destan dikim dest bi girtina sparişan kirin. Piştî ku ez zewicîm û em ji hev veqetiyan, ji bo li ser piyan biseknim min ev pîşeyê xwe domand. Kurek min heye û niha em bêyî ku hewcedariya kesekî bin dijîn."
Li ser medyaya civakî sparişan digre
Pêlîstokên Amigurumi, ji ber ku bi ta (ben) tên çekirin, ji pitikên bi paç û pot pir cuda ne, bi cureyên pir cuda û rengên xwe yên cuda kedek pir mezin dixwazin. Fatoş piştî çêkirina pitikan, ji bo pêlîstokan jî kincên taybet çêdike, di pêvajoya pandemiyê de bi firotina li ser medyaya civakî debara xwe dike. Fatoş, di heman demê de ji derveyî pêlîstokan, ji kincên ku nayên bikaranîn çente û bazinan jî çêdike li ser vê yekê jî wiha got; “Min piştî karên destan meraqa xwe da pitikan. Min bi ta dest bi çêkirina şêwazên cuda cuda yên pitikan û pêlîstokan kir. Ez bi roj karên malê dikim û şêvên xwe jî bi çêkirina van pitikan derbas dikim. Piştî min pitikan çekir, ji bo bazinên ku min berê çekirine, çenteyên ku ji kincên kevin hatine çekirin û ji bo firotina tenteneyên xwe min dikanek vekir. Ji ber nexweşiya pandemiyê neçar mam ku dikana xwe bigirim lê vê rewşê hewesa min neşikand.
Min karê xwe ji malê berdewam kir. Em sparişan ji ser medyaya civakî û tora hevgirtinê ya ku bi xebatkarên jin ên cuda re hatiye vekirin digrin û pitikên xwe didin naskirin. Yên li medya civakî pitikan dibînin ji me sparîiş dixwazin”
"Ez bi keda destên xwe pereyê xwe qezenc dikim”
Fatoşa bi gotinên; “ez wekî jinek di jiyana xwe de, tu caran di bin mineta kesek de nemam” difikire ku divê jin ji bo pêşeroja xwe di her warê jiyanê de bixebitin. Fatoş bi têkoşîna xwe hewl dide ku nîşan bide divê jin bêyî li destên zilam mêze bikin li ser piyan bimînin û bi van gotinan didomîne; “Ji bo çêkirina pitikan gelek ked pêwîst e ez ji bi şev û roj bi wan re mijûl dibim. Ger ez bêjim nawestim derew e lê ji ber bi hezkirin dikim ev westandin ji min re pir şêrîn te. Ez bi keda xwe pereyê xwe qezenc dikim. Ev dihêle ku ez westandina xwe jî ji bîr bikim. Ez di jiyana xwe de heya niha muhtacê kesek nebûme. Ger jinek bibejê ‘Ez ê li ser piyên xwe bisekinim’ ew ê bisekine û tu caran mineta mêrek nekşînê."
Banga ji bo jinan
Fatoş di dawiyê de, wiha bang li jinan dike; "Em her roj li TV’yê temaşe dikin, bi dehan jin tên qetilkirin. Pêwîst e ku jin pirsên wekî 'Bêyî zilam ez nikarim zarokên xwe xwedî bikim ' an ji 'ez çi dikim' ji bîr bikin. Tu xêra jiyana ku bi şîdeta mêr û çavên bi minet li destên wî derbas dibe tune ye.”