Bi keda destên jinan ji kolanên Çewlikê bêhna nanê tenûrê tê

Sê jinên li Çêwlikê bi tendûrgehek ku çêkirine, hem di warê aborî de azad in, hem çanda xwe diparêzin û hem jî hêviyê didin gelek jinan. Nanê tenûrê ku bi sedan salan di çanda gundewariyê de hebû, li hinek herêman êdî li bajaran jî bi tenûrên ku tên çêkirin ev çand tê parastin.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Çewlik - Li Çewlikê keda jinan di her qadê de tê dîtin. Jin li nava zevî, dikan an jî li zozanan dixebitin. Li bajarê ku muhafezekarî zêde bû, hêdî hêdî ji aliyê jinan ve tê şikandin. Jin di hemû qadên jiyanê de bi hewldanan xwe diafirînin. Sê jinên ku bêyî guh bidin gotinên "Xebata jinan şerm e" hatin cem hev, li bajar bi çêkirina nanê tenûrê hem pere qezenc dikin hem jî ji jinên din re dibin mînak. Jin dii tendûrgeha xwe ya ku ava kirine de nanê herêmî û yê tenûrê çêdikin. Li mala tenûrê ya ku 3 sal in hatiye avakirin, jin ji serê sibê heya êvarê dixebitin. Jinên ku bi pêxistina agirê tenûrê dest bi dikin her roj li ser kar in û diyar dikin ku ew bi ken û kêfxweşî karê xwe dikin, muşteriyên wan zêde ne û hema li Çewlikê ji aliyê her kesî ve tên naskirin.
Bi çêkirina nanê tenûrê di warê aborî de azad in
Zehra Ataoglu, yek ji jinên ku bi belavkirina kar dixebitin, diyar kir ku ji ber di nava rojê de bi agir re dikevin pêşbirkê pir bi lez tevdigerin. Zehra Ataoglu wiha axivî; “Em tenûrên xwe bi daran tijî dikin. Em nanê serûn, kahta, şûr û tenik çêdikin. Em hemû nanên vê herêmê di tenûrên vê firoşgehê de çêdikin. Her yek ji me li vir karekî dike. Em nîvroyê, tenûrên xwe tijî dikin, yek ji me li tenûrê dinêre, yek ji me hevîr çêdike. Hevalekî me yê din nan li ser texte bi cih dike û difiroşe. Her karek zehmetiyên xwe hene lê karê tenûrê dijwartir e. Li vir em tenê nîvroyê bêhna xwe vedidin û sibê heya êvarê dixebitin. Em li vir bi agir re pêşbaziyê dikin, ji ber vê yekê pêwîst e ku em pir bi lêz bin.”
"Mirovên li bajêr me mînak digrin û nanê me tercîh dikin" 
Zehra Ataoglu, diyar kir ku ji ber tengasiyên debarê dest bi kar kiriye û got ku bi demê re fikarên wê yên ji bo xebatê ji holê radibin, ji ber ku ew bi jinan re dixebite pir kêfxweş e, qezenckirina pere bi keda xwe  kêyfxweşiyek cuda dide wê û wiha axaftina xwe domand: “Ji derveyî fikarên aborî, pir xweş e ku mirov pereyê xwe bi keda xwe qezenc bike û hewceyê kesên din nebe. Xebat bixwebaweriyê tîne. Hesteke pir xweş e, gava hûn diçin cihek, hûn pereyê xwe ji berîka xwe derdixin û hewceyê tu kesî nabin. Ji ber ku ev der ji dikanên din paqijtir e, mirovên li vir bi gelemperî nanê me tercîh dikin. Ez difikirim ku ji ber me ev hest da mirovan, me di temenê xwe de karekî pir baş kir. Ev jî me teşwîq dike ku em tiştên hîn xweştir bikin."
“Ger dema ku ez diçim malê, bikaribim ji zarokên xwe re tiştek bikrim ev yek ji her tiştî hêjatir e”
Zehra Ataoglu dibejê ku kesên li bajêr berê lome dikirin ji wan lê niha wan ji xwe re mînak digrin û diyar kir ku jinan di nava du salên dawî de dest bi kar kirine û bang li jinên li bajêr dijîn kir û got; “Xebat ne tiştekî ku mirov jê şerm bike ye. Li şûna ku ez destên xwe ji mirovan re vekim, ez ê bi destên xwe pere qezenc bikim. Li şûna ku jin rûnin û di tengasiyê de bijîn divê jin bixebitin û pereyê xwe bi dest bixin. Em sê jin in li vir, derdora me pir xweş e. Em pir baş li hev dikin. Ger dema ku ez diçim malê, bikaribim ji zarokên xwe tiştek bikirim, zarokên xwe kêfxweş bikim, tişteke pir hêja ye ev. Ji ber vê yekê heya ku ji destên min were ez ê karê xwe bidomînim. Bila jinên ku li vir dijîn bêyî guh bidin kesê bixebitin û li hemberî her tiştî li ber xwe bidin.”