Bi hunera çêkirina nebatan debara xwe dikin
Di çanda kevnar a civakan de ji ber têkiliya bi xwezayê re mirovan ji heyînên xwezayî gelek berhem afirandine. Di civakên ku kevneşopiyên xwe didomînin de ev berhemdarî hê jî heye yek ji wan cihan jî bajarokê Hecînê yê Dêrezorê ye. Jinên li Hecinê, ji zal ku li hin herêman jî dibêjin qamişê gelek berheman çêdibin û pê debara xwe dikin.
ZEYNEB XELÎF
Dêrezor- Pîşeya tevna zalan ji bo gelek malbatên bajarokê Hecînê çavkaniya debarê ye ku jinan ji dehsalan berê ve ji dayik û dapîrên xwe mîrat girtine.
Hejmarek jinên ji bajarokê Hecînê Dêrazorê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di çêkirina zal de dixebitin, wekî ku li herêmê tê zanîn ku di gelek waran de tê bikaranîn.
Ji keviyên çemê Firatê berhev dikin
Jin, nebata zal vediguherînin amûrên kevneşopî û selikên cur be cur jê çêdikin. Her wiha li ser banê embaran û kewarên malê li hin deverên gundewarî tên bikaranîn, ji bo ku çopê ji ser stûnan rakin.
Meryem El-Hemûd, a 45 salî, ji bajarokê Hecînê ye got: "Ez 15 sal in di vî pîşeyî dixebitim. Ez ji dapîra xwe fêr bûm û niha pir dixebitim da ku debara malbata xwe bi vî karî bikim.
Meryem El-Hemûd ji bo gihayê ku ji kenarên çemê Firatê û geliyên nêzîkî wê berhev dike dibêje: "Ez bi karkeran re dikevim keştiyê û bi wan re diçim cihê ku zal lê hene û em mîqdarên mezin ji wê dibirin. Em pakêtên navîn ji wan çêdikin û wan bi wesayîdekê vediguhezînin malê. Dûre paqij dikin û piştî ku ew zuwa dibin em difroşin."
“Nebata zal îsal ji ber nebûna avê kêm e yên heyî jî bebaş in"
Meryem El-Hemûd bi zarokên xwe re di hewşa malê de rûdinê û dest bi paqijkirina wê dike û wiha dibêje: "Em qalika derveyê wê radikin û du stûnên ku bi dûrahiya du metre û nîvan ji hev veqetiyayî, çêdikin û dest bi tevna li ser herdu stûnan dikin. Em têlan li kevir dipêçin, bi awayekî ku kevir ji her du aliyan de heye dûre jî em wê bi bermîlan ve bi dar ve dikin. Bi vî rengî em karê xwe didomînin heya ku xebata me bi tevahî diqede.”
Meryem El-Hemûd rojane nêzî 6 metre tevn çêdike, têkildarî wê dibêje: "Du celeb zal hene, yek jê saman e û ew tenê di demsala zivistanê de peyda dibe. Hundirê wê tijî ye û nayê şikandin lê cureyê din ji hundur ve vala ye û pir sivik e û wiha axaftina xwe didomîne: "Karê birîna zal dijwar e, nemaze ji ber ku di nav avê de ye. Em pir caran dema ku diçin çem bi zehmetiyê re rû bi rû dimînin, ji ber vê yekê destên me hemî birîn dibin her wiha dirava wê jî pir hindik e."
Bi zalê cihe wesayîdan û dîwarên hewşan jî çêdibe
Hasna El-Alî ya 50 salî di berhevkirina zal de jî dixebite û dibêje ku wê ji ber şert û mercên jiyanê yên dijwar berê xwe daye vî karî û wiha dibêje: “Zal ji bo gelek tiştan tê bikaranîn wek konekî ji bo wesayîdan tê vekirin her wiha li aliyên malê tê dayîn li şûna dîwaran."
Hasna El-Alî ji dapîrên xwe fêrî tevnkariyê bûye û deh sal in di vî pîşeyî de dixebite dibêje: "Dema ku ez zal dibim malê, gelek zehmetiyan dikşînim, jixwe ji bilî min û hevserê min kes tune ye û kes alîkariya me nake. Ew neçar in di vî pîşeyî de bixebitin, ji ber ku ew sermaye hewce nake û lêçûnên wê li gorî pîşeyên din kêm e. Em tenê heqê wesayîda ku em pê tînin malê didin."