Bi hatina demsala zeytûnan debara xwe dikin

Dayikên Efrînî yên ku koçberî Kantona Şehbayê bûne bi hatina demsala zeytûnana re li Şehbayê xizmeta daran dikin û dibêjin: "Em li Şehbayê xizmeta darên zeytûnan dikin û sûdê ji wan digrin, niha li Efrînê jî çete darên kal û dapîrên me qut dikin."

HESNA MIHEMED
Şehba- Piştî ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê warê zeytûnan Efrîn dagir kirin gelên Efrînê berê xwe dan Kantona Şehbayê lê li Şehbayê tu derfetên kar li pêşiya wan bi taybetî jinan tune ye, ji bilî karên çolê, ji ber ku Şehba herêmek bi çandiniyê tê nasîn. Li kantona Şehbayê û bi hatina demsala Zeytûnan gel berê xwe dide nava zeviyan ji bo çinîna zeytûnan. Li sernaserî salê gelê Efrînê li Şehbayê xizmeta darên zeytûnan dike ji bo ku sûdê ji wan bigre. Li warên wan ên dagirkirî çeteyên dewleta tirk darên zeytûnan ku bi salan bi keda destên Efrîniyan hatine mezinkirin qut dikin û di heman demê de jî nahêlin gelê resen ê Efrînê û xwedî erdên zeytûnan bi hatina demsalê re derbasî nav erdan bibin. Jinên Efrînê yên li Şehbayê ku bi demsala hatina zeytûnan, zeytûnan diçinin nêrînên xwe bi me re parve kirin.
"Dema em vegerin welatê xwe dê kêfxweşiya me zêdetir bibe"
Hemîde Menan Memo wiha got: "Em serê sibehê seat ji 7'an heya seat 1'an li çolê dimînin û xizmeta darên zeytûnan dikin. Kêfa me ji karê zeytûnan re tê lê ger li cih û warê me bûya em ê zêdetir kêfxweştir bûna. Li Efrînê dema ku demsala zeytûnan dihat me berê xwe dida çolê nava daran û xizmeta darên xwe dikir. Me bi kêfxweşiyek mezin demsala zeytûnan diqetand lê piştî ku em koçberî Şehbayê bûn niha xizmeta darên xelkê dikin. Li Efrîna dagirkirî çeteyên li wê derê dimînin nahêlin gel erzaqên xwe kom bike, bi taybetî bi hatina demsala zeytûnan."
"Em serê sibehê berê xwe didin çolê"
Dayika bi navê Emîne Ehmed Reşîd jî piştî ku ji Efrînê koçber bûye û niha bi hatina demsala zeytûnan xizmeta darên li Şehbayê dike wiha dibêje: "Li welatê xwe em kêfxweş bûn, me di nava aramî û aştiyê de jiyana xwe didomand. Dema hatina çinîna demsala zeytûnan dibû malbat li hev diciviyan û bi hev re diçûn çolê. Li Efrînê bi hatina demsalê re me westandin nas nedikir, em qet bi demê nedihesiyan ka çawa dibû êvar. Em niha li Şehbayê jî serê sibehê zû berê xwe didin çolê ji bo ku debara mala xwe bikin û karibin zarokên xwe xwedî bikin. Ez ne tenê karê xizmeta darên zeytûnan dikim, ez karê çolê hemû dikim ji ber ku tu derfetên kar li pêşiya me tune ne ji bilî karên çolê."
"Welatê zeytûnan tê bîra me"
Heyat Mustafa ji gundê Şerqiya yê girêdayî navçeya Bilbilê ye wiha vedibêje: "Mal û milkên me hebûn her kesê di demsala zebze yan fêkiyan de berê xwe dida erdên xwe û bi erzaqên xwe re mijûl dibû. Em ji zeytûnan zeyt, zeytûnên şikestî, etûnan derdixin. Em rojane zarokên xwe li şûna xwe dihêlin û tên çolê ji bo jiyana xweştir ji wan re biafirînin. Em dixwazin vegerin welatê xwe û jiyana bi aram û ewlehî li wê derê bijîn. Dema ku em xizmeta darên xelkê dikin warê zeytûnan tê bîra me."