Bi giyayên ku ji çol û çiyayan berhev dike debara mala xwe dike

Bi hatina werza biharê re giyayên bi navê tûzik, pûng û xerdel ên ku bi tendirust in tên berhevkirin û li ser dezgehan, an jî bi destan tên firotin. Melek Ozdemîr jî bi van giyayan debara xwe dike, destpêkê li çol û çiyayan digere van giyayan kom dike piştî wê jî tîne li kolanan difroşe

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Bi hatina werza biharê re ji bo xwarinê giya tên komkirin. Melek Ozdemîr a di destên wê de erebeya bi dest heye li çolan û li rexa avê giyayên wekî tûzik, xerdel û pûngê kom dike û tax bi tax digere van giyayan difiroşe dide diyarkirin ku bi karê dike gelek kêfxweş dibe. Seherê zû radibe diçe herêma navbera navçeyên Hezro û Farqîna Amedê. Melek li ser rêwîtiya xwe dibêje; “Ez diçim wan cihên ku giya li wan zêde heye. Heta şevê ez li çiyayan û li ber avê giya kom dikim. Dema ku dibe şev ez torbeyên xwe didim pişta xwe û vedigerim malê.”  
“Tax bi tax digerim şînahiyên xwe difiroşim”
Melek dide zanîn ku bi tayetî jin tên gel wê giya dikirin û di nava hefteyê de çar rojan ji siherê heta êvarê kar dike û di warê aborî de azad e û wiha dibêje: “Ji ber ku li sûkê cihek min nîn e, ez şinahiyên xwe nikarim daynim cihek. Dema li taxê ez giyayên xwe datînim cihekê zabita destûr nadin. Her tim ji mere astengiyan derdixin. Ez jî giyayên xwe dixim erebeya xwe ya destan û tax bi tax digerînim û bi vî awayî difroşim. Herî zêde jin tên gel min giya dikirin lê yên ku giya li gel min dibînin tên ji gel min dikirin. Hem giyayên min nû ne hem jî paqij in. Di nava hefteyê de çar rojan bi vi awayî derdikevim taxan û dixebitim. Dem ku ez rojekê nexebitim bi yên li malê re em birçî dimînin.”
“Ez nanê xwe bi xwe qezenc dikim, ji vê xweştir çi heye”
Melek balê dikşîne ser ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî ji ber pereyê xwe bi xwe qezenc dike pê kêfxweş dibe û wiha didomîne: “Ew pereyê ku ez ji vê derê qezenc dikim li malê pê 6 zarokan xwedî dikim. Hevjînê çûye ser dilovaniya xwe, ji ber vê ev bi salan e ez zarokên xwe xwedî dikim. Erebeya min a dest di destên min de ye ez digerim hinek ji bikiran dibêjin giyayên te buha ne. Ji seherê heta şevê ez li çiya û çolan digerim û van giyayan tînim paqij dişûm û bi awayekî seyar difroşim. Ez gelek diwestim lê bi keda destên xwe ez pereyê helal qezenc dikim û ji vê xweştir tiştek din tune ye. Li gel zarokên xwe em li destên kesê nanêrin lewre ez bi pereyê ku qezenc dikim debara mala xwe dikim.”