Bi girtina deriyên sînor û koçberiyê pirsgirêkên aborî zêde dibin

Ji ber koçberiya bi hezaran malbatan û girtina deriyên sînor, her diçe gefa li ser îstîqrara herêmê zêdetir dibe. Hewldanên civakî û aborî yên bi pêşengiya jinan, hinek be jî bajar ji têkçûnê diparêzin û dibin temînata ewlehî û çerxa jiyana rojane.

ESMA MIHEMED

Qamişlo – Bi pêla koçberiya zêde û girtina deriyên sînor re, jinên li bajarê Qamişlo yê Rojava dijîn, di refên pêş ên jiyana civakî de cihê xwe girtin. Ji organîzekirina navendê stargehê, heta bicihanîna pêdiviyên rojane û desteka ji bo aboriya herêmî jin di gelek waran de rolên çalak dilîzin, bûne hêza bingehîn û hewl didin bandorên krîzan kêm bikin.

Bi hezaran mal vala dibin û bi deh hezaran mirov bêwar dimînin

Bi her pêla koçberiyê re bi hezaran mal vala dibin û ev yek bi xwe re hevsengiya civakê û aborî jî xirab dike. Bi hezaran malbatên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, piştî ku hatin Qamişloyê, li bajar ji ber hejmara zêde ya infuse debar zor bû. Bi vê pêlê re yekser jinan di eniyên pêş de cihê xwe girtin û hewl dan pêşî li hilweşînê bigrin.

Endama Komîteya Aborî ya Kongra Star a Qamişloyê Galiya Mahmud Neccar, diyar kir ku li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam koçberiyek mezin çêbûye û da zanîn ku kesên koçber bûne zêdetirî wan hatine Qamişloyê û vê yekê bûye sedem ku kapasîteya aborî û cihê lê mayînê pir derbas bibe.

‘Em hewl didin bi tiştên di dest xwe de rewşê îdare bikin’

Galiya Mahmud Neccar, bal kişand ku bi koçberiya zêde re deriyên sînor hatine girtin û got: “Ji ber vê yekê rewşa aborî pir xirab bû. Vê rewşê bi taybetî di warê madeyên xwarin û şewateyê de pir zoriyan çêkir. Bazar sekinî û zexta aborî zêde bû; bajar ket dorpêçek dijwar. Saziyên erzaq, aborî û çandiniyê bi civaka sivîl re di nava hevkariyê de hewl dan bi çavkaniyên kêm rewşê îdare bikin û pêşî li krîzê bigrin lê zoriya herî mezin dîtina cih û pêdiviyên ji bo koçberan bû. Gelek kes li dibistanan, li cihên îbadetxane yan jî avahiyên ku hê înşaet bûn man. Di wan rojên bi sir û seqem de gelek zorî hatin kişandin.”

‘Koçeriyê barê jinan çend qat girantir kiriye’

Galiya Mahmud Neccar diyar kir ku yên zêdetir ji koçberiyê zirarê dîtine jin û zarok bûne û da zanîn ku xwedîkirina zarokan, berpirsyariyên malbatê û bicihanîna pêdiviyan du qat girantir bûne. Her wiha da zanîn ku  tevî hemû zoriyan jî jin bûne stûnê hevgirtina civakî û wiha domand: “Li navendên stargehê xebitîn, her derê sererast kirin, zarokan parastin, destekê dan hev. Her wiha di peywirên ewlekarî û lojîstîk de jî cih girtin. Xwarinê çêkirin, di xebatên civakî û aborî de roleke çalak lîstin.”

Galiya Mahmûd Neccar bal kişand ku hevgirtina civakî krîzê hinek kêm kiriye, firin xebitîne û bazirgan heta dikaribûne alîkarî kirine û got ku vê yekê bi xwe re hewldaneke kolektîf aniye û wiha bi dawî kir: “Niha divê bi hevkariyê, zoriyên siyasî, civakî û aborî werin derbaskirin. Çareserî ew e ku koçber vegerin malên xwe. Ax tenê cihê starbûnê nîn e, bingeha îstîqrara aborî û civakî ye. Berxwedêrî û hevgirtina civakê dê bibe temînat ku ev pêvajo bi zirara herî kêm derbas bibe.”