Bi firotina zebze û fêkiyan debara mala xwe dike

"Jin bi kedê tên naskirin, ji bo ku berpirsyariya zarokên xwe bigrim ser milên xwe û hewceyî tu kesî nebim min firoşgeha fêkî û zebzeyan vekir da ku debara mala xwe bikim û xelkên taxê jî jê sûd bigrin ji ber ku ez pir biha nafiroşim "

EVÎN XIDIR
Hesekê –  Li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê jina bi navê Emîna El-Xidir a 40 salî ku hevjînê wê di şerê li himberî DAIŞ'ê de li herêma Hejîn jiyana xwe ji dest. Malbata Emîna El-Xidir ji 5 kesan pêk tê ji bo ku Emîna zarokên xwe xwedî bike bêyî ku muhtacî tu kesê bibe firoşgehek vekir û di wê firoşgehê de fêkî û zebzeyan difroşe xelkên taxa xwe ya ku lê rûdinên.
"Di şerê li hemberî DAIŞ'ê de hevjînê min jiyana xwe ji dest da"
Emîna El-Xidir der barê jiyana xwe û zehmetiyên ku pê re rû bi rû mane de wiha got: "Piştî ku hevjînê min di şerê li hemberî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, em pir bi zehmetiyan re rû bi rû man, bi taybetî di warê madî de lê min hewil dida li ser lingên xwe bisekinim û zarokên xwe bê kêmasî mezin bikim, wan hewceyî tu kesê nekim, min biryar da ku firoşgehekê vekim da ku bibe çavkaniya jiyana min û zarokên min."
Emîna El-Xidir der barê karê xwe de wiha dibêje: "Serê sibehê zû ez firoşgeha xwe vedikim da ku xelkên taxê pêwîstiyê mala xwe ji firoşgeha min bikrin û tiştên ku ji firoşgehê kêm dibin ez ji sûkê wan peyda dikim û tînim firoşgehê her wiha vekirî dihêlim heya saet 2'yê nîvroyê piştre ez diçim malê ku pêwîstiyên zarokên xwe pêk bînim weke paqijkirina malê çêkirina xwarinê û hinekî bi zarokên xwe re dimînim. Di saet 5'ê êvarê de ez careke din firoşgeha xwe vedikim heya saet 8'ê şevê û wiha karê xwe didim meşandin."
Di dawiya gotinên xwe de Emîna El-Xidir got: "Daxwaza min ji bo hemû jinan ew e ku xwe bê kar nehêlin, her dem di nava xebatê de bin da ku bi keda xwe debara jiyana xwe û zarokên xwe bikin."