Bi destên Şadan çêkirina Kilane
Behna Kilane li ser bazarên Helebceyê dikeve. Behna xwarinên qedîm yên Helebceyê. Şadan bi çêkirina Kilanê hem çanda xwe di parêze heman demê de debara xwe jî pêdike.
MIHRÎBAN SELAM
Helebce – Jin ji bilî debara xwe û xebatê, li ser parastina çanda Kurdî û Kurdewarî jî di nava hewildanên gelek bêhempa de ne. Çawa ku jin parazvanên jiyanê ne heman demê de parazvanên çanda xwe ne jî. Şadan Mehmûd mînakek ji van jinan e ku bi çêkirina kilane hem çanda xwe di parêze heman demê de debara jiyana xwe dike.
Dema ku piraniya mirovan di vê demsalê de xwe dispêrin siya dara û cihên sar, Şadan Mehmûd jinek bi bandor û bihêz, her roj bi hêviya debara jiyana malbata xwe pêkbîne diçe ser kar. Di nava germahiya agir de bi firotina nan û kadeyan û berhemên cuda jiyana xwe ya rojane rêve dibe.
Çîroka Şadan Mehmûd ne tenê çîroka jinekê ye, peyamek ji bo hemû kesên bi berdewamî ji bo jiyaneke baştir têdikoşin û dev ji xewnên xwe bernadayî ye. Şadan Mehmûd ji ajansa mere axivî û wiha got: “Ev nêzî hefteyek e min biryar daye werim vir kar bikim. Projeyek biçûk e û karên weha kêm in. Xelk û geştiyar ji xwarinê hez dikin.”
‘Kilane li her derê peyda nabin’
Şadan Mehmûd têkildarî biryara çêkirina kilane ji bo debara jiyana xwe wiha got: “Di vê demê de gelek xwarinên cur be cur ên Kurdewarî hebû, lê kilane tune bû. Li her derê peyda nebû. Her wiha daxwazek zêde jî ji bo kadeyan heye. Wek pîşe gelek jê hez dikim û gelek na westim. Min vê projeya biçûk ava kir. Gelek xelk bi taybet geştiyarên Ereb jê hez dikin û tên digrin.”
‘Derketina derve ji bo derûniya jinan gelek girîng e’
Şadan Mehmûd beriya were nava qelebalixiyê, li malê dixebitî û li dikanên din jî şagirt bû ji ber ku ew bawer dike ku derketina derve ji bo derûniya jinan pir girîng e û dibêje: “Li malê, mirov bê teqat dibe û her westiyaye, em nizanin çi bikin û divê em bixebitin ji ber em ne nîvê civakê ne em civak bi xwe ne. Tu ferqek di navbera mêr û jin de tuneye.”
Şadan Mehmûd têkildarî berfirehkirina xebatên xwe wiha got: “Ez hewl didim ku jinek li kêleka min be, ji ber ev ji bo min û wan bi sûde û ez dixwazim ku mirov bikaribin li gel min bixebitin. Dixwazim karê xwe di nava salekê de hîn berfirehtir bikim. Peyama min ji bo jinan ewe ku ew ji mêran ne kêmtirin bila xebatên xwe bidomînin.”
Gelek welatî helwesta Şadan Mehmûd nas dikin û dibêjin yek ji mînaka jinên bi hêze. Li gorî wan, ew nîşan dide ku jin dikarin bi îradeya xwe bi taybet di rewşên herî dijwar de serkeftî bin.