Bi destê Erwa yê gulên hindirê malan xweşik dibin

Bawerî hêviyên serkeftinê bi xwe re di afirîne. Erwa Îhab keça Yemenî bi hemû astengî û zehmetiyên şer û dijwariya jiyana aborî hewl dide gavên mezin bi avêje û jiyanek bi ewle di warê aborî de pêş bixe dibêje; ‘Min di gelek cihan de kar kiriye ji ber zoriya kar min biryar da pirojeyek nû bi afirînim.’

 
NÛR SERÎB
Yemen- Welatiyên Yemenê di nav şert û mercên dijwar yên şer de çend sal li pey xwe hêla. Yemenî hewil didin derfetên jiyanek guncaw bi dest bixin, bi taybet xort û jinên ciwan bi gelek zoriyan re rû bi rû dimînin.
Ji wan jinên ciwan yek ji wan Keça yemenî Erwa Îhab a 27 saliye ku weke her jinekî ciwan rastî astengî û zehmetiyên jiyanî hatiye. Ji ber rewşa şer û astengiyên ku bûne bend li beramberî  temam kirina xwendina wê ya beşê kompiterê neçar dimîne  ji bajarê Teaz berê xwe bide bajarê Sana yê ku heta niha di bin serweriya El-Husiyînan de ye. Erwa xwendina xwe li vêderê diqedîne lê belê bê kar dimîn e. Erwa Îhab di derbarê kar û xebatên xwe de ji ajansa me NUJINHA re axivî.
Bi keda xwe min dest bi pêkanîna projeya xwe kir
Erwa Îhaba ku ji ber zehmetiya karan ku bi xwe hewildaye pirojeyek nû destpê bike wiha behsa pirojeya xwe dike: “Min di gelek cihên cur be cur de kar kiriye, ji ber kar zehmet bû heqdesta wê jî kêm bû min dest ji kar berda û min biryar da ku pirojeyek taybet bidin destpêkirin. Destpêkê hinardekirina hin tiştên jinan ji Sûdiyê bi sermayek biçûk min dest pê kir. Ji ber dijwariya rewşa şer gihîştina wan deran zehmet bû û min zerar kir, ji ber wê jî min dev ji kar berda. Cardin min dest bi projeya çêkirina pixurê kir lê dema min hîs kir ku ev ne ew pirojeya ku ez dixwazime ji bo wê min karê tenûrê kêm kir. Min di cotmeha sala 2020’an de bi çêkirina qaliban ji çîmento ji bo çandina çîçekên hundiran dixemilînin bi hemû keda xwe min dest bi pêkanîna projeya xwe kir.”
‘Ez gelek caran rastî gotinên ku ev kar ne karê jinane hatim’
Erwayê bal kişand li ser karê xwe û zehmetiyên di demê kar de jiyayî û wiha pêde çu: “Piştî şêwermendiya keça xaltîka xwe me li ser vê pirojeyê gelek lêkolîn kirin ku ka emê çawa amêr û pêdiviyên ji bo çêkirina qaliban peyda bikin. Ez gelek caran rastî gotinên ku ev kar ne karê jinane hatim. Ji ber çêkirina kelûpelên çîmento telhev kirin û teşegirtin karê mêran e. Lê min guh neda wan gotinan. Ez fêrî rêbazên nû yên çêkirina qaliban bi awayek baştir bûm.”
‘Niha ez bi xwe qaliban amede dikim’
Erwa bi bîr xist ku her karek zehmetiyên wê hene û wiha dom kir: “Helbet her karek zehmetiyên xwe heye. Di despêkê de min zehmetiya kontrolkirina çîmento û çawaniya derxistina wê ji bo qaliban bê ku bişkînim di kişand. Lê hêdî hêdî ez fêr bûm. Niha ez bi xwe qaliban amede dikim û di xemilînim û nebatên bijartî dîçînim pakêt dikim û ji kesên xwestî re dişînim Sana û deverên dervayî Sana.”
‘Encama ked dayînê helbet serkeftin e’
Erwa di dawiyê de keyfxweşiya serkeftina xwe bi van gotinan tîne ziman: “Beriya çend rojan ez li Sana çûm qehwexaneyekê. Li ser refikên wê hemû bi ew potên min çêkirî xemilandibûn. Dema min ew keda xwe dît min hemû westana xwe ji bîr kir. Ev yek min re hestek ya serbilindiyê ava kir hertim encama serkeftinê cihê keyfxweşiyê ye. hêviya min ewe ku projeya min hîn geş û mezintir bibe û sermayek mezin qazenc bikim û pişkên ku ez çêdikim bigihije hemû bajarên din.”