Bi cilên ku çêdike hem debara xwe dike hem jî kevneşopiya çandî diparêze
Ji ber dropêç û bihayê zêde, berhemên ji orlon çêdikin. Rehan Şerab jî bi ta cilên ku li gorî sêwiranên nûjen in çêdike, hem çanda xwe diparêze hem jî ji aliyê aborî ve qezenc dike.
REFÎF ÎSLÎM
Xeza – Rehan Şerab bi hatina werza zivistanê re, dest bi çêkirina cilên ji orlon dike û wê pîşeya ku ji dapîra xwe hîn bûye ji nû ve zindî dike. Gelek jin, ji ber şert û mercên dijwar, dorpêç, bihayên zêde û tunebûna amûrên bingehîn ên li Zîvala Xezayê, bi zindîkirina hunerên kevneşopî yên ji dayik û dapîrên wan mîras naye, li dijî zehmetiyên jiyana rojane riya domandina jiyan û bêhngirtinê dibînin.
Berhemên destan ên orlon di malbata Rehan Şerab de kevneşopiyeke kevin e. Dapîra wê bi berdewamî bi honandinê re mijûl dibû; dayîka wê û jinên din ên di malbata wê de jî bi heman karî re mûjîl dibûn.
Dema ku Rehan Şerab bû 15 salî, ji wan xwest wê ferî honandinê û berhemên curbecur ên mîna qazax, kum û şalgerdan bû. Rehan Şerab, soz da ku dê ev hobiya wê bandorê li perwerdeya wê neke.

Şopeke taybet e
Jinên malbatê, bi henek bi navê xaltîka wê Hecî Ummu Mustafa ku vî karê li ber hîn kiriye bangî wê dikin. Rehan Şerab, ji vê navê pir hez dike, ji ber ku hewesa wê ya domdar a ji bo karê wê her dem tîne bîra wê û dihêle ku ew berhemên cudatir çêbike.
Rehan Şerab, berevajî jinên din ên di malbata xwe de, dest bi zêdekirina hûrguliyên estetîkî li ser karê xwe kiriye êdî bi dehan xerîdarên wê yên li benda demsalê ne heye. Jinên din ên di malbata wê de jî tenê çend perçeyan çêdikin û mîna hobiyek dixebitin.
Topekî orlon û bi dehan berhem
Rehan Şerab, bi çêkirina çend perçeyan ji topekî orlon dest bi karê xwe kiriye û dibêje ku ji aliye dayîka pitikek nûbûyî ve ji hatiye xwestin. Rehan Şerab, ji encamê pir bi bandor bûye û wiha dibêje: "Ez ê bêhtir berheman çêbikim û wan bi riya hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bifroşim.” Rehan Şerab, herî dawî ji bo Cejan Qurbanê, pêlîstokên mêşin çêkir.
Ev gav, di jiyana wê de bûye xalekî werçerxê ya girîng, dahata xwe bi dest xistiye û ji bo du zarokên xwe xerc kir. Rehan Şerab, her dem spasiya dapîra xwe dike ku wê fêrî hunerek ku wê ji xizanî û feqîriyê rizgar dike kiriye. Rehan Şerab, ji bo zarokan gelek karakterên xêzefîlm, kulîlkên rengîn û gelek xemlên din ên rengîn çêdike.

Ji berhemên dapîran ber bi berhemên nûjen ve
Rehan Şerab, da zanîn ku perçeyên dapîran çêkirine, bi rengên kevneşopî û sînordar dihatin çêkirin û diyar kir îro jin reng û şêwazên nû li van parçeyan zêde dikin. Rehan Şerab, da zanîn ku ew her gav bedewî û nirxa berê teqdîr dike.
Rehan Şerab, ji bo her parçeyek pêvajoyek cuda bi kar tîne û şêwazên ku jê hez dike gav bi gav ji YouTube fêr dibe, diyar dike ku kêliyên ew di karê xwe de dilxweşî dibîne, kêliyên ku nexş û orlon tevlihev dike yan jî cilên geş û germ ên bikaranîna tayê ji bo rojên taybet diafirîne.
‘Berhemên min nasname û mîrateya bêhempa ya jinên Filistînî nîşan didin’
Rehan şerab, ji bo li derveyî Xezayê hinek perçeyên bûkaniyê sêwirandiye, li ser cilûbergek spî nexşeya Filistînê, fîgurek zebeşê ku di nîvî de bûye du parçe heye û şalek bi nexşeya pelên zeytûnê sêwirandiye. Rehan Şerab, wiha got: "Ev sembol, nasname û mîrateya bêhempa ya jinên Filistînî îfade dike.”