Bi çêkirina zembîlan afrîneriya xwe bi pêş dixe
Hediyê El Ehmed bi projeya çêkirina zembîlan, hewl dide afrîneriya xwe bi pêş bixe. Bi vê projeyê debara malbata xwe jî dike.
ZEYNEB XELÎF
Dêrazor – Hediyê El Ehmed yek ji jinên ku girîngî didin pêşxistina xebatên jinan e. Ew zembîlan çêdike. Çîroka serkeftina wê ne tenê bi karê takekesî re sînordar e, ew bi çîrokên jinên din ên ku bi wê re hevkariyê dikin, ji bo jinên bihêz û afirîner karê xwe dike.
'Min hûrguliyên çêkirina wê meraq dikir'
Hediyê ya tevî astengî û zehmetiyan hewl dide destkeftiyan bi dest bixe wiha dibêje: "Ev 7 sal in di karê çêkirina zembîlan de dixebitim. Di vê demê de bûm xwedî gelek tecrubeyan. Hinek ji wan zor bûn, hin jî kêfxweşî û destkeftî bûn. Ez bi karê xwe serbilind im. Bi vê yekê ez pîşeyên xwe derdixim holê û xwe bi pêş dixim. Di heman demê de di warê aborî de destek didim malbata xwe. Piştî ku min dît komek jin zembîlan çêdikin, hezkirina min ji vî karî re zêde bû. Min hûrgiliyên çêkirina wan dişopand û meraq dikir ka çawa çêdibin. Min amûrên pêwîst weke qumaş, derzî û selik ji sûkê anîn û dest bi kar kir. Ev gava min a destpêkê bû, di çêkirina hunera destan de."
'Xebatên komî bandorek erênî li ser hilberîna berheman kir'
Hediyê qala hûrgiliyên di projeya xwe ya biçûk de kir û wiha got: "Destpêkê min di malê de kar dikir, keça min destek dida min û em bi hev re di vê projeyê de em dixebitîn, me bi hev re kêliyên bi kêfxweşî û bi hezkirin derbas dikir. Ev jî kar xweştir dikir. Me rojê pênc heya heft s zembîl çêdikirin, her yek ji wan xwedî têkiliyek bêhempa bû ku afrîneriya me nîşan dida. Piştre bi jinên taxê re me dikanek biçûk vekir û tê de zembîl çêdikirin. Me demên xweş bi hev re derbas dikir. Ev xebata komê bi hev re têkiliyek taybet li projeya me zêde kir û bandorek erênî li ser hilberînên me kir."
'Bi hevgirtina jinan projeya me mezin bû'
Der barê pêşxistina kar û xurtkirina têkiliyên jinan ên di nava civakê de Hediyê El Ehmed ev tişt gotin: "Bi riya hevkariya di navbera jinên taxê de em dikaribûn têkiliyên civakî di navbera jinan de xurtir bikin. Dikan ji me re bû cihekî ku em tê de afrîneriyên xwe bi pêş bixin û projeya xwe berfirehtir bikin. Ev kombûn mîna çavdêriya piştevaniyê ji me re bû. Hevgirtina me hişt em di karê xwe de berdewam bikin û destkeftiyên mezintir bi dest bixin. Ev pîşe xwedî tecrubeyên gelek baş bû, tijî destkeftî bû. Bi demê re daxwaz li ser hilberînên me yên ji aliyê civak û xwediyên dikanan ve mezin bû. Ev jî encama dayîna kedek mezin bû."
'Xwedî li pîşe û xeyalên xwe derkevin'
Hediyê El Ehmed bi demê re pîşeya xwe bi pêş xist û projeya xwe berfirehtir kir. Hediyê behsa berfirehkirina projeya xwe kir û bi vê peyama ji bo jinan dawî li gotinên xwe anî: "Bi demê re ez fikirîm ku projeya xwe berfirehtir bikim. Bi taybetî piştî zêdebûna daxwazên berhemên min. Min hewl da rengên cuda li çêkirina zembîlan zêde bikim. Ji ber vê yekê min serî li komxebat û perwerdeyan da ji bo ku jêhatîbûna xwe di vê qadê de bi pêş bixim. Vê perwerdeyê rengekî cuda da çêkirina berhemên destan. Peyama min ji jinan re ew e ku xwedî li pîşeyên xwe derkevin û xeyalên xwe pêk bînin. Nehêlin paşverûtiyên civakê bibin bend li pêşiya karê wan. Jinên xwedî îrade û hêz dikarin hemû bendan bişkînin."