Bi çêkirina penîrê li Çewlikê nav û dengê wê gihîşt derveyî welat

Sevîm Bayatkara ya li Çewlikê dijî, bi hilberînên şîr ên çêdike dikanek vekir, di demeke kin de bi teqdîrkirina berheman nav û dengê wê gihîşt heta derveyî welat û di dikana xwe ya ku bi salan e dixebitîne de penîr, lorik û rûnê nivîşk çêdike.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Çewlik – Sevîm Bayatkara ku ji dayika xwe fêrî çêkirina penîr bûye, bi demê re ji berhemên şîr hînî çêkirina penîrê herêmî, rûn û lorikê bû, karê xwe bi pêş xist. Sevîm Bayatkara di demeke kurt de bû hostaya çêkirina penîr, 15 sal berê dikanek vekir û dest bi firotina berhemên xwezayî kir. Nav û dengê penîrê wê gihîşt heta derveyî welat û bû xwedî armancek mezin. Di salên ku muhafezekarî li Çewlikê zêde bû de li navenda bajêr debara xwe dikir. Wê dest ji çanda dapîr û dayikan berneda loma jî heta niha jî bi meşka di dikana xwe de rûnê malê çêdike. 
"Bi karê xwe yê li malê min dest bi xebatê kir" 
Sevîm Bayatkara rûn û penîrê ku li malê çêdikir, difirot der û cîranên xwe û bi wê awayê dest bi karê xwe kir. Li ser wê demê wiha got; “Ez bi xwe şîrê van berheman ji gundan kom dikim. Di destpêkê de, ne di hişê min de bû ku ez karekî wisa bikim û hilberînên ku min çêkirine bifroşim. Lê dema ku mirovan penîrê min çêdikir ecibandin, min dest bi tiştek wiha kir. Min dikana xwe vekir û li vir dest bi firotina hilberînên pêxwarina taştiya sibehê kir. Li vir ez şîr, penîr, rûn û penîrên herêmî çêdikim. Ez her tiştî li vir li dikana xwe çedikim. Yanî ev der hem mala min e hem jî cihê karê min e."
“Ji derveyî welat sipariş ji min re tên"
Sevîm Bayatkara diyar kir ji ber hezkirina berhemên xwe di demeke kin de hem ji hundir û hem jî ji derveyî welat siparişan digre û da zanîn ku wê debara xwe bi dikanê dikir û wiha got; “Berê li vir esnafên jin tunebûn. Êdî jinan ji hev cesaret girtin û dest bi karê xwe kirin. Ew karê ku li malê dikin mezin dikin. Ez pir kêfxweş im ku bi vî awayî dixebitim. Mirov ji ber ku her tiştê ji şîr bi destan tên çêkirin, bêtir eleqe nîşan didin."
"Bila jinên li Çewlikê dijîn bixebitin" 
Sevîm Bayatkara ku dixwaze bi karê dike dikana xwe mezin bike, bang li hemû jinan kir ku bikevin jiyana xebatê û wiha bi dawî kir; "Bi taybetî divê jinên li Çewlikê karê xwe bikin. Jin dikarin di her qadê de her karî bikin. Tenê tişta pêwîst ew e bila bi xwe bawer bin.”