Bi çêkirina pêlîstokan debara xwe dike

Çêkirina pêlîstokên amîgurumî di roja me de bûye hunereke berfireh. Basma Mehmûd a 33 salî bi dersên ku li dibistanê girtiye hînî çêkirina van pêlîstokan bûye Li Xezayê gelek jin bi vîdyoyên li ser înternetê hînî hunera çêkirina van pêlîstokan dibin û debara xwe ya aborî pê dikin.

REFÎF ÎSLIM
Xeza- Basma Mehmûd bi têlên hirî, çengel, derzî û malzemeyek zeliqî, ji bilî hin aksesûaran, lîstokên xwe li ser hunera amigurumi çêdike. Bi vî rengî karakterên kartonî yên navdar temsîl dike da ku behremendiya xwe bi pêş bixe û karibe di vê rewşa aborî ya zehmet de debara jiyana xwe bike.
Basma Mehmûd a 33 salî, bi riya dersên ku li dibistanê girt, teknîkên çêkirina pêlîstokan fêr bû. Her çendî ew serkeftî bû jî vê behremendiyê bandorek mezin li ser wê kir, ji ber vê yekê wê dema xwe vala kir da ku di her waneyê de fêrî tiştek nû bibe. Li ser karê ku dike destnîşan kir ku ceribandin û xeletî di rêwîtiya fêrbûna wê de roleke sereke lîstine ku bi wê yekê re di çêkirina van pêlîstokan de bû profesyonel.
Ji malperan hînî çêkirina pêlîstokên amîgurumî bû 
Basma Mehmûd axaftina xwe berdewam dike û dibêje ku piştî wê dibistan qedand, ew li navendek geriya ku fêr bibe lê cihên ji bo fêrkirina amigurumi li Xezeyê nedihatin dîtin. Ji ber vê yekê wê serî li rêbaza alternatîf, ango li ser Internet da, li gelek malper û vîdyoyan temaşe kir da ku bizane çêkirina van pêlîstokan ne tiştek bêwate ye lê belê, ew hunerek biyanî ye.
Basma Mehmûd destnîşan dike ku welatên Misir, Kiwêt û yên din bi çêkirina van pêlîstokan navdar in, ji ber vê yekê ew li kursên ku li ser înternetê tên lidarxistin geriya ye û bi rastî wê dewreyek dît û bi heyecan beşdarî bû. Bi demê re karê wê bi pêş ketiye û bi çêkirina pêlîstokan bûye xwedî pîşe û debara jiyan xwe dike. Jixwe xerîdaran jî di heman demê de pesnê çêkirina wê ya pêlîstokan dane ku ev yek teşwîqek mezin da wê karê xwe berdewam bike.
Bihayê pêlîstokan piştî qedandina wan diyar dibe
Basma Mehmûd dibêje ku çêkirina pêlîstokên biçûk tenê hefteyekê demê digre lê yên mezin bi mehan dirêj dikin ji ber ku tijî kitekit û hûrgulî ye. Tê zanîn ku tu demên diyar ji bo çêkirina pêlîstokan tune ye, carna hefteyekê û carna jî mehek dirêj dike.
Basma Mehmûd der barê şêweyên pêlîstokên ku çêdike de dibêje daxwaz bêtir li ser karakterên kartonî yên Disney heye û diyar kir ku dayik ji wê pêlîstokên ku dişibin zarokan dixwazin, ji ber vê yekê ew wêneyê jê re dişînin û bi vî rengî ew pêlîstokan çêdike. Tê zanîn ku ev xwestek bêtir di demên cejnan de aktîv dibin û wiha didomîne: "Ne tenê zarok van pêlîstokan dixwazin lê belê gelek jinên ciwan wêneyeke xwe dişînin da ku ji wan re pêlîstokên ku dişibin wan çêbikim.” Wê da zanîn ku ew pir kêfxweş e xerîdar ji hilberîna wê razî ne.
Basma Mehmûd diyar dike ku bihayên pêlîstokan li gorî mezinahiya wan û hûrguliyên ku tê de ne diguhere, yanî pêlîstoka ku dirêjahiya wê ji 15 cm. heta 50 cm. bi qasî 15 dolar e û dibe ku ew bigihîje 50 dolaran lê modelên biçûk bi qasî 10 dolaran in an jî dibe ku ew hindiktir bin. Piştî qedandina berheman buhayê wan tê diyarkirin. 
Der barê zehmetiyên ku Basma Mehmûd pê re rû bi rû ye wiha dibêje; "Hêza kirînê ya lawaz di serdema niha de, ji bo wê xema herî mezin e, zêdebarî kêmbûna madeyên xav ku ew ji bazarê bi kar tîne û bihayên bilind, ji ber vê yekê ew hewl dide ku wê bi ya herî erzan biguhezîne da ku buhayê pêlîstokê li ser hesabê xerîdar zêde neke û destnîşan kir ku kêmhişyariya xerîdar ji girîngî û nirxa karên destan pirsgirêkek mezin e.”
Basma Mehmûd daxwaz dike ku atolyeyek wê ya taybet hebe ku tê de keçan fêrî vê hunerê bike da ku çavkaniya xwe a jiyanê bi dest bixin û her wiha ew hêvî dike ku dikanek wê ya ji bo kirîna pêlîstokan hebe.