Bi çandina kulîlkan konê penaberiyê dişibîne baxê xwe yê Efrînê

Tevî êş û zehmetiyên ji ber koçberiya bi zorê ya gelê Efrînê, israr û berxwedana wan di hemû aliyên jiyanê de ji bo vegera ser axa xwe berdewam dike, di nav wan de jinên ku bi derfetên kêm dixwazin rengê jiyanê li Şehbayê veguherînin bexçeyê gulan hene.

 
ROBARÎN BEKIR 
Şehba - Emîna El-Hesîn 50 salî ye ji kantona Efrînê ye piştî êrîşa dewleta tirk li ser bajarê Efrînê koçberî kampa berxwedan bûne, sê sal in ku bi malbata xwe re li kampa Berxwedan li kantona Şehbayê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dijî.
“Dema gulan diçînim Efrîn tê bîra min”
Emîna Hisîn li pêşiya konê xwe gulan diçîne û bexçeyê gulan ava kiriye ku hemû cureyên gul û kulîlkan lê peyda dibin. Wekî projeyek abûrî ku malbata xwe pê xwedî dike. Li ser karê xwe Emîna Hisîn dibêje: "Çandiniya gulan li li pêşiya konê min bîranînên jiyan û axa Efrînê tînin bîra min û bi firotina van gulan debara mala xwe dikim, kesên ku ji gulan hez dikin û ji ber zehmetiyên aborî nikarin gulan bikirin ez ji wan re dibim alîkar."
Destpêkirina çandiniya gulan 
Der barê destpêkirina çandiniya gulan de Emîna Hesîn dibêje: "Salek piştî koçberiya li kampê min ji kesên ku li kampê dijîn û bizrên gulan li ba wan peyda dibûn, bizrên gulan girtin û kom kirin. Min pir cureyên gulan çandin û piştre jî min ji Helebê bizrên hinek cureyên cuda anîn û çandin ji bo ku bexçeyê min rengîn û balkêş be. Min biryar da ku ez gulan li pêşiya konê xwe biçînim ji hezkirina min a zêde ji gulan re û ji bo ku konê min xweşik bibe heya ku ez vegerim Efrînê, mala min li Efrînê bi gul û kulîlkan xemilandîbû. Mala min wekî cenetê bû, ji ber ku ez naxwazin kamp ji rengê xwezayê ne mehrûm be, li Efrînê em di nava xwezayek pir xweş de dijiyan. Bi çandina kulîlkan em hewl didin êşên koçberiyê kêm bikin."
Zehmetî û astengiyên penaberiyê bi çandina gulan derbas dike
Emîna Hesîn dibêje: "Rejîma Sûriyeyê derîbeyên mezin li madeyên me dixe di demê ku em madeyan derbasî kampê dikin, dema em ji Helebê bizrên gulan tînin muxalefetê lê dixe ev dibe sedem ku gul û kulîlk hinekî biha bin, ez dixwazim feydeyê li xelkên kampê bikim û li xwe jî bikim ji ber vê ez bi kesên kêmderfet re dibim alîkar."
"Bi qasî li keça xwe miqate me wisa jî li gulan miqate me" 
Emîna Hesîn hezkirina xwe ya ji gulan re wiha tîne ziman hezkirina min a ji kulîlkan re weke hezkirina min a ji zarokan re ye ji ber vê çawa ku ez li keça xwe miqate me wisa jî li gulan miqate me ji ber çandiniya gulan û mezinkirina wan baldariyê dixwaze. Ez hemû dema xwe bi gulan re derbas dikim ji bo ku hişk nebin, her sibeh gihayê zêde ji ber gulan qut dikim da ku zirarê nedin kulîlkên wê û hinek gul hene hewce ye ku axa wan were kolandin û di êvaran de ez wan av didim ji bo ku rengê wan neyê guhertin û hişk nebin.