Bi boneya 8’ê Adarê terziya Muzeyenê di xizmeta jinên Helebê de ne

Muzeyen Hesen bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi destên xwe yên kedkar fîstanan ji bo jin di pîrozbahiya 8’ê Adarê de li xwe bikin çêdike. Muzeyek diyar dike ku karê wê zor be jî dixwaze bidomîne û dide zanîn ku di dema şerê li Şêx Meqsûd jî wê dikana xwe negirtiye

 
SARA ŞÊX HESEN 
Heleb - 8'ê Adarê her sal ji aliyê jinan ve bi awayek kelecan tê pêşwazîkirin. Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekarî dikin û bi cil û bergên xwe yên gelerî beşdarî pîrozbahiyê dibin. Hemû jinên ji pêkhateyên cur be cur tevli pîrozbahiyê dibin û bi çanda xwe temsîliyeta neteweya xwe dikin. Her wiha beriya 8'ê adarê pêşwaziyên mîna daxuyanî, meş, serdana birîndarên şer û mîhrîcana hunerê tên kirin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Ji dagirkerî û qirkirinê re ne, bi hev re em ê jin û jiyanê biparêzin" amadekariyên 8'ê Adarê dikin. 
Jina bi navê Muzeyen Hesen ji gundê Cûqê yê navçeya Mabata ya Efrînê ye, 49 salî ye û dayika 4 zarokan e. Niha li  taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê dijî. Muzeyen 30 sal in di dirûnxaneya xwe de kar dike û dabara jiyana xwe pêk tîne. Muzeyen di dirûnxaneya xwe de cilên jinan didirû. Di dema şerê Şêx Meqsûd ê di sala 2013/2016'an de jî dikana xwe negirt û karê xwe berdewam kir. Muzeyen piştî şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her dem amadekariya 8'ê Adarê dikir û cil û bergên jinan didirût. 
Muzeyen Hesen têkildarî karê xwe û rasthatina roja jinên cîhanê nêrîna xwe parve kir.
Cilên rengîn ji bo 8'ê Adarê didirû
Muzeyen 8'ê Adarê roja jinên cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û wiha pêl da gotina xwe: "Ez di serî de roja jinên cîhanê, li tevahî jinên ku êş kişandine û kedkar pîroz dikim. Bi hêvî me her jinek ku rastî zext û zordariyê tê di demek nêz de xilas bibe û bêhna azadiyê bigire. Bi hatina vê rojê re ez jî wekî xwediya dirûnxaneyê cil û bergên gelerî didûrim. Hemû jinên ku min nas dikin qumaşên xwe ji min re tînin û ez ji wan re cilên 8'ê Adarê yên rengîn didirûm. Nêzî 30 sal in ez bi keda xwe vê karê bi rê ve dibim. Dirûtin ne tiştek hesan e, ji bo wê gelek westandin dixwaze. Bi hatina 8'ê Adarê re kar pir dibe û ez dixwazim cilên xweşik ji jinan re çêbikim û li gorî dilê wan be. Ruxmê ku ez pir diwestim jî gelek kêfa min ji dirûtinê tê, ji ber ku di encamê de ked tê de heye."
Cil û bergên me dîroka me didin nasîn
Muzeyen diyar kir ku divê jinên kurd her dem cilên xwe yên gelerî li xwe bikin û wiha domand: "Li Efrînê cilê Kurmanckî heye, dirûtina wê cilê gelek zehmet e lê ez didirûm û dixwazim tiştên nû pêşkêşî jinan bikim. Divê jinên Kurd ne tenê rojek, her roj cilên xwe yên gelerî li xwe bikin. Ev çanda me ye, em pê serbilind in. Cil û bergên me dîroka me nîşan didin, ji bo wê divê em her dem çanda xwe zindî bihêlin. Dayik-jin her dem parastina çanda xwe dikin, ji bo wê heta roja îro ew kevneşopî berdewam dike. Çanda dayikên me yên kevnar heye, ji derveyî fîstanên Kurdî tu fîstan li xwe nedikirin. Divê em hînî nifşên nû jî bikin da ku çanda me ji helandinê were parastin." 
Bi dildariyek mezin karê xwe didomîne
 Muzeyen da zanîn ku wê di şerê Şêx Meqsûdê de  jî karê xwe didomand û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Dema mirov bi armancekê ve girêdayî be kes nabe asteng. Ji bo karê dirûtinê jî min her dem xwe bi pêş xist û xwest jinan kêfxweş bikim. Niha têkildarî dirûtinê çi were ber destên min ji min re dijwar nayê, ji ber ku ez bi dildariyek mezin karê xwe dikim. Di şerê taxa Şêx Meqsûdê de jî ez derneketim û mil bi mil bi gelê xwe re bûm û çi pêwîstî hebe min bi cih dianî. Ruxmê ku di wî şerî de ceyran tunebû jî min makîneya manûel bi kar dianî, amûrên dirûtinê kêm bûn û ûtî me bi kar nedianî lê min av li ser agir germ dikir wiha cilan kewî dikir. Divê jin xwe di hundirê malê de mehkûm nekin, çi kar ji destên wan bê divê bikin. Jin bi afrîneriya xwe tên nasîn, ji bo wê dikarin hemû kar û xebatên li pêşiya xwe bi awayê pergalî bidomînin."