Bi behremendiya xwe projeyên taybet avakirin

Jinên ku dixwazin dema xwe berhemdar derbas bikin dest bi karên li gorî behremendiya xwe kirine. Nûha Ebid EL-Celîl dibêje ku piştî qedandina zanîngehê, heya demekê wê li dibistanan kar kiriye lê dîtiye ku karê dike, kujerê behremendiya wê bûye lewre karekî rûtîn her roj dubare bû loma wê xwestiye fêrî dirûtinê bibe.

NÊRMÎN TARIQ
Qahîre - Jinan li hemberî hemû zehmetiyan li ber xwe dan û dan îsbatkirin ku serkeftin bi karên hukmî ve nayê girêdan, li ser wê bingehê ji behremendiyên xwe sûd girtin û malên xwe veguherandin qadên kar. Jinên hilberîner ên li Misirê sînorê bêkariyê nas nakin lê belê ew li her deverê li xwe digerin. 
Bêparbûna ji ewlehiya civakî
Nermîn Ibada ya 45 salî ku şêwekara aksesuarê ye li ser karê xwe wiha dibêje; "Piştî zewacê ez bûm dayika du cêwiyan, xwedîkrina wan kedek mezin dixwest, ji ber vê kar ji bo min zehmet bû bi taybetî piştî ku min li zanîngehê beşa geştiyarî û otêlvaniyê qedand, min zanîbû ku karê di warê geştiyariyê de bo dayikan nabe, li aliyê din min nexwest tenê di mal de zarokên xwe xwedî bikim ji ber vê min li kêleka xwedîkirina zarokên xwe dest bi şêwekariya aksesuarê kir. Ji ber ku gelek daxwaz ji bo berhemên bi destan hatine çêkirin hebû.
Nermîn Ibede dibêje; "Karê di malê de wisa hêsan nebû, ez rastî gelek pirsgirêkan têm yek ji wan ew e ku xwediyên firoşgehan navê şêwekar li ser berhemê nanivîsînin, ev yek jî tê wateya ku keda min hemû vala dice. Pirsgirêka herî girîng a ku karkerên jin li malê pê re rû bi rû dimînin ew e ku mafê wan tune ye kartek bacê bistînin, ji ber ku projeyên xanî ji hêla dewletê ve pir piçûk tên hesibandin. Divê cihek kar hebe ku bihêle em bibin xwedî ewlekariyeke civakî.”
Bi çavekî biçûk li karên malê dinêrin
Nejla Xalid a 34 salî dibêje; "Dema ku ez bi hevserê xwe re çûm Siûdiyê ku wê demê min xwarina Misirê ji koçberan re çêdikir fikra karê di hundirê malê de ket serê min. Dema ku ez vegeriyam Misirê min biryar da ku ez wê tecrubeyê dubare bikim. Bi taybetî dema ku min dît gelek kesan xwarin eciband. Sê zarokên min hene hema di temenê hev de ne, kes tune ye ku di xwedîkirina wan de bi min re bibe alîkar her wiha ez rastî pirsgirêkek din têm. Ew jî ev e; bi çavekî biçûk li karên malê dinêrin. Jinên di hundirê malê de dixebitin, her kes texmîn dike ku tenê ji bo dirav kar dikin. Belê dibe ku tenê ji bo dirav jî kar bikin, ev yek ne şerm e.” 
Li aliyê din, Zînet Mihemed a 50 salî dibêje ku wê 20 sal berê ji malê dest bi xebatê kiriye û wiha behs dike; "Ez hîn jî di vê gavê de di dirûtina cilên bûkan de dixebitim. Ji bo min kar jiyan e û dema ku dixebitim ez xwe bi enerjî hîs dikim. Min gelek caran hewl da ku li gel xwediyên firoşgehan bixebitim, lê min tiştê ku heq kiribû nedît. Ez niha ji bilî zehmetiya firotanê bi pirsgirêka bihayên bilind ên qumaşan re rû bi rû dimînim. Ji ber ku ji bo cihgirtina pêşangehan pêdivî bi diravê zêde heye.
Merwa Cemal a 35 salî dibêje ku çêkirina xwarinê behremendiya min a herî xweş e, dema ku min ew xwarin ji malbta xwe re pêşkêş dikir li ser malpera xwe ya facebook belav dikir, gelekî hat ecibandin. Ji ber vê min biryar da ku ez di malê de kar bikim. Merwa wiha li axaftina xwe zêde kir; "Hevserê min, ku ji destpêkê ve piştgirî da min, daxwaza min digihîne her kesê, dema ku karekî taybet ji bo min çêbû, moralê min baştir bû. Karê min bandoreke negatîf li ser xwedîkirina zarokên min nekir.
Ji dubarebûnê reviyam
Nûha Ebid EL-Celîl dibêje; "Piştî qedandina zanîngehê, heya demekê min li dibistanan kar kir lê kar kujerê behremendiya min bû, ew wekî karekî rûtîn bû ku her roj dubare dibe, ji ber vê min xwest fêrî dirûtinê bibim, di dema waneya dirûtinê de min dît ku sivreyên bi morîkan tên çêkirin hene, di wir de min dest pê kir ku fêrî şikildanê bibim. Hin şêwekar hene piştî ku ez karê xwe li ser facebook belav dikim, ew teqlîda min dikin, ev yek jî bandorê li karê min dike.
Bijîşk Besma Selîm ya pispora geşedana mirovî ye, der barê gavên ku divê jin bavêjin da ku ji malê dest bi projeyên serkeftî bikin dibêje; "Jina ku li kar di hundirê malê de digere divê li behremendiya xwe bigere û bi pêş bixe. Pêşveçûna behreyê hin caran hewceyî pererdeyê ye da ku fêrî hunera rêveberiyê bibe.”
Besma Selîm piştrast dike ku jib o xebata di hundurê malê de pêdivî bi rêxistinkirina demê heye. Di dema niha de êdî  ramana gel ji ber guhertinên çandî û civakî ji jina ku li malê dixebite re tê guhertin. Dema ku hin jinên ji malbatên dewlemend derketin û di projeyên xwe yên malê de bi ser ketin, gel têgihîşt ku karê di hundirê malê de ne tenê ji bo hewcedariya dirav e di heman demê de ji bo  sûdwergirtina ji demên vala û serxwebûna di warê aborî de ye.