Bêrîvan herêm bi herêm hilberîna hingivê xwezayî dike

Bêrîvan Yardimci ya li herêma Colemêrgê karê mêşên hingiv dike, çar werzên demsalê bi sindoqên mêşan re eleqeder dibe. Ji hingivê ku ji şanan berhev dide debara mala xwe dike, li vê deverê tenê Bêrîvan karê mêşên hingiv dike û armanca wê ew e ku karê xwe bi pêş bixe.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Colemêrg – Ji ber herêma Colemêrgê bi giyayên xwe dewlemend e, li herêmên zozan û kuwîstanan, mirov rastî gelek sindoqên mêşên hingiv tê. Mêşvanên ku ji bo hingivê xwezayî bi dest bixin şanên mêşên xwe li cihên têrî û tije bi kulîlk datînin û di meha Tebaxê de dest bi komkirina hingiv dikin. Mêşvanên ku çar werzên demsalê bi mêşan ve eleqader dibin bi berhevkirina hingivê xwezayî yê difroşin derveyî welat, debara xwe dikin. Bêrîvan Yardimci ku li gundê Hirmî yê herêma Colemêrgê pîşeya bavê xwe mêşvaniyê dike, li gelek bajarên vê herêmê karê mêşvaniyê dike. Bêrîvana ku hem gerok û hem jî mêşvan e zanîngeh qedandiye û ji ber ku kar neditiye pîşeya bavê xwe dike û debara xwe pê dike. Bêrîvan çar werzên salê bi mêşan re eleqedar dibe û şanên wan diparêze. Bi karê ku dike li herêma Colemêrga yekem jina ku mêşvaniyê dike Bêrîvan e.  
“Karê mêşvaniyê gelek ked û wext dixwaze”
Bêrîvan dibêjê ku ji temenê biçûkatiyê ve di nava şanên mêşan de ye û sê sal in jî wekî mêşvana gerok karê xwe dike. Li bajarên Hatay, Amed û Cizirê Bêrîvan bi mêşan re eleqedar dibe û diyar dike ku karê wan gelek zehmet e ruxmê hemû zehmetiyan jî ji karê ku fêr bûye zewqê digre û wiha dibêje: “Em mêşvanên gerok in, mêşvanên gerok in. Ji bo mêşan kîjan der xweş be em diçin wê derê. Lênêrîna mêşan gelek zehmet e, di werza zivistanê de em şerbeta wê dermanê wê çêdikin, di destpêkê de karek gelekî bi westandin e lê dema ku mirov fêr dibe êdî mirov jê zewqê jê dibîne, tu dikarî hinek karan bi ser bixî yan jî dema tu li mêşan mêze dikî mirov kêfxweş dibe, di nava mêşan de borandina demê gelek xweş e.” 
“Dixwazim karê xwe mezintir bikim”
Bêrîvan bi bîr xist ku ew yekem jin e ku karê mêşvaniyê dike dixwaze karê xwe mezintir bike û wiha domand: “Ez karên gelek zehmet dikim û demek zêde jê re lazim e lê weke jinek ez bi karê ku dikim gelek kêfxweş im. Dema ku mirov li ser karê serwext dibe û têdigihîje dizane çi bike, wê demê kar hîn xweştir dibe. Di hizra min de zêdekirina mêşan heye û dixwazim karê xwe hîn mezintir bikim.”
“Em heqê keda xwe nagirin”
Bêrîvan dide diyarkirin ku ruxmê ewqas dem didin vî karî jî di dawiyê de heqê keda xwe nagirin û gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Em gelek ked didin lê belê em heqê karê xwe nagirin, hilberîna hingivê eslî ne ewqas hêsan e lê belê hingivê eslî ji heqê xwe yê rast gelek kêmtir tê firotin. Hîn zêdetir hingivê şîrin tê hilberîn, heqê hingivê şekir û hingivê eslî heman e. Yên ku van difroşin ewqas girîngiyê nadin keda me.”