Berhemên destan bi Koma Projeyên Biçûk dighîjin pêşangehan
Endamên Koma Projeyên Biçûk ku ji bo jinan gavek watedar avêtine, anîn ziman ku bi riya pêşangehan berhemên destan zêdetir tên firotin.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Koma Projeyên Biçûk di nava zehmetiyên jiyana rojane û derfetên kar ên sînorkirî de, ji bo berhemên destan û hêzdarkirina jinan li Qamişloyê weke însiyatîfek civakî, armanc dike piştgiriyê bide jinan û wan bihêz bike. Ev kom platformeke girîng e ji bo jinan da ku berhemên xwe nîşan bidin, ezmûnan biguherînin û bi bazarên herêmî ve girêdayî bin. Bi vî rengî beşdarî serxwebûna wan a darayî bibin, rola wan a çalak di civakê de piştrast bikin û hêza însiyatîfên jinan di veguherandina ramanên biçûk de ji bo derfetên rastîn nîşan bidin.
Endamên Koma Pirojeyên Biçûk derbarê proje, kar û xebatên xwe de ji ajansa me re axivîn.
Nadiya Bozo da zanîn ku astengiya tevgerê heye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez li zanîngehê beşa parêzvaniyê dixwînim, bi Komeleya Balyozan re bi kesên astengdar re kar dikim. Koma Projeyên Biçûk bi 120 jinan hatiye avakirin. Gelek jin bi vî karî debara xwe û malbatên xwe dikin.”
‘Pêdiviya gelek jinan bi piştgiriyê heye’
Nadiya Bozo diyar kir ku zehmetiyên berhemên destan hene di heman demê de jî xweşbûna wê heye û vana wiha vegot: “Zehmetiyên karên destan ew e ku materyal lawaz in, bihayê wan zêde ne û firotina berheman kêm e. Pêwistiya gelek jinan bi wan bi piştgiriyê heye. Eger hinek rêxistin ji wan re pêwistiyan peyda bikin wê baş bibe, gerek weke navendek hebe da ku her dem ev kar lê werin pêşkêşkirin.”
Nêzî 4 salan e Koma Projeyên Biçûk hatiye avakirin
Nadiya Bozo destnîşan kir ku Koma Projeyên biçûk di sala 2022’yan de hatiye avakirin û wiha berdewam kir: “Ev nêzî çar salan e ku Koma Projeyên Biçûk hatiye avakirin. Em di vê komê de piştgiriya Dar EL- Rehmê dikin, em ji wan re cilan û hinek pêwîstiyan pêşkêş dikin, serdana zarokên bi nexweşiyê penceşêrê ketine dikin. Her wiha em beşdarî pêşengeha ku Heyva Sor a Kurd ji bo zarokên Talasemiyê li dar xist bûn û em alîkariya zarokên sêwî jî dikin.”
‘Me xwest bi riya vê komê berhemên destan ên jinan bên pêşkêşkirin’
Nadiya Bozo anî ziman ku her komek jin karekî dike û wiha pê de çû: “Armanca me bi avakirina vê komê ew bû, jinên di malê de kar dikirin tevlî bibin. Ji ber ku tu berhemên wan nedihatin dîtin, me xwest bi riya vê komê em berhemên destan ên jinan pêşkêş bikin. Di dema dawî de hinek keçên ciwan jî tevlî komê bûne û tê de kar dikin. Di komê de her jinek karekî dike. Konkirêt, çîkolata, morîk, bêhin, seramîkan dixemilînin, çenteyan çêdikin, ji nû ve bikaranîna qutiyên vala û gelek berhemên destan hene.”
‘Ji zarokatiya xwe heta niha ji berhemên destan hez dikim’
Semîra Şawîş da zanîn ku berê mamostetî kiriye, lê piştî ku dest ji mamostetiyê berdaye, dest bi çêkirina berhemên destan kiriye. Semîra diyar kir ku ji zarokatiya xwe heta niha ji çêkirina berhemên destan hez dike û wiha got: “Min berê jî seramîk û tabloyên hunerî çêdikirin. Koma Projeyên Biçûk bi hejmarekî biçûk ji jinan destpê kir lê niha nêzî 120 jin di vê komê de hene.”
‘Berhemên me di pêşengehan de zêdetir tên firotin’
Semîra Şawîş diyar kir ku koma Însiyatîfa Xêrxwaziyê jî heye û wiha pê de çû: “Armanca me ya sereke bi avakirina vê Komê, bihêzkirin û pêşketina jinan bû. Em ji bo ku ew daxwazên xwe bi cih bînin, bi gelek jinan re dibin alîkar. Ev berhemên ku jin di vê komê de çêdikin, li cihên cuda tên fitotin. Hinek jin dibin dikanan da ku bifroşin lê zêdetir di pêşangehan de tên firotin. Em heta niha beşdarî 8 pêşangehan bûne. Koma me ya Însiyatîfa Xêrxwaziyê jî heye. Em alîkariya zarokên sêwî, nexweşên penceşêrê û talasemiyê dikin. Çendekî berê koma me alîkarî şand Helebê.”