Berhema hevbeşiya jinan: Lavîn

Kargeha Lavîn li bajarê Hesekê, Qamişlo, Dirbesiyê û Girkêlegê hatiye vekirin û jin him cilan difroşin him jî cil û bergan bi destê xwe didûrin.

ŞARISTAN MAHÎR
Qamişlo - Li Sûriyeyê piştî şerê navxweyî ya sala 2011’an destpêkir bû sedamên koçberiyê û  rê li ber qeyranekê mezin a aborî vekir. Qeyrana aborî bi taybet bandora xwe li ser kesên koçber bûne û jinan kir. Bi şoreşa Rojava- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê re gel xwe bi pergala xweseriya demokratik rêxistin kir û rêve dibe. Di nava vê pergalê de jin bi her awayî cîhê xwe têde digirin û xwe bi rêxistin kirine. Di nava şoreşê de şoreşa aborî jî pêk hat û ji bo ku jin xwe bi xwe bi rê ve bibin  aboriya jin jî hat avakirin. Aboriya jin di aliyên aborî de kooperatîf û projeyan ava dike. Bi vî awayî jin dikarin cîhên xwe di nava van proje û kooperatîfan de bigirin û bi xwe bibin xwedî aboriya xwe. Yek ji wan projeyan cihê cil û bergên jinan Kargeha ‘Lavîn’ e. Di kargeha Lavîn de jin pêşengtiya wê dikin, him didûrin him jî difroşin. 
Kargeha Lavîn ev 3 salin hatiye ava kirin û 4 şûbeyên wê li Rojava – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Yek ji wan şubeya jî li bajare Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Yek ji karkerkara bi navê Evîn Resûl di dikana Lavîn a bajarê Qamişlo de dixebite. Evîn girêdayî kar û xebatên xwe nêrîna xwe parvekir.
"Sê salin kargeha Lavîn hatiye damezrandin"
Evin Resûl a ji bajarê Qamişlo di xebatên aboriya jin de cîh digire bi vî awayî qala karê xwe dike: "Navênda karê me yê dûritina cil û bergan, li bajarê Hesekê ye û şubeyên girêdayî wir girêdayî dirûnxane kar û xebatên xwe dimeşînin. Ev sê salin kargeha Lavîn hatiye avakirin. Di heman demê de li navçeya Dirbesiyê û bajaroka Girkêlegê jî şûbeyên me hene. Dema Lavîn nû hat damezrandin elbet zehmetiyên wê hebûn, lê di encama karê jinan de ev kargeh hate vekirin. Niha di vê kargehê de hemû tiştên ku tên dirûtin bi destê jinê tê çêkirin. Dema cil û berg li bajarê Hesekê tê dirûtin em  digirin û li dikanên Lavîn difroşin."
"Kevneşopiyên civakê guhertin"
Evin Resûl ev saleke dikana Lavin a bajarê Qamişlo de kar dike. Evîn zehmetiyên ku jiyane wiha parve dike: "Dikana me ya bajarê Qamişlo ev 2 salin hatiye ava kirin û ez saleke bi kêyfxweşiyek mezin karê xwe bi rê ve dibim. Elbet zehmetiyên wê hebûn ji wan yek jî civak matmayi me mêze dikirin ku jin çawa bi tenê xwe heta êvarên li ber dikanê dimîne. Her wiha dikandarên derdor jî bi awayekê ecêp li me mêze dikirin. Lê me ruxmê hemû zehmetiyan karê xwe dimeşand û me kevneşopiya civakê ya ku jinê biçûk mêze dikirin bi karê xwe şikand. Armanca me ya esasî jî ew bû ku jin bibe xwedî kar û karibe aboriya xwe bi xwe bi rêve bibe."
"Çanda xwe zindî bihêlînin"
Bi zagona Qeyserê re rêjeya dolarê bûha bû û bandora xwe mirovên xizan kir. Evin Resûl qeyrana aborî wiha tîne ziman: “Bi şoreşa jinê re gelek derfetên mezin ji jinan re hat vekirin. Gelek jin benda civakê şikandin û aboriya xwe bi xwe bi dest dixin. Elbet bi aloziya Sûriyê re gelek zehmetî jî hatin jiyîn, bi bilindbûna dolarê re di aliyê aborî de zehmetî hene. Niha hemû tiştên jiyanî girêdayî qeyrana aborî ye. Tiştên ku em çêdikin tê firotin, lê heqê destê me dernayê, bondora wê jî qeyrana aborî ye. Cil û bergên ku tên dirûtin li gor daxwazan jî tê çêkirin. Yek ji armanca me ji dirûtina cilan ewe ku cilên gelerî çêbikin da ku çanda xwe her zindî bihêlînin."  
"Zehmetiya herî mezin şewba koronaye"
Şewba korona gelek welatan bû sedama qeyrana aboriyê, li Rojava – Bakûr û Rojhilate Sûriyeyê jî bandora wê heye. Evin Resûl  bandora şewba korona  li ser kar û aborî wiha tine ziman: "Bi derketina şewba korona re li gelek welatan tedbîr hatin girtin, ji wan yek jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Dema qedexe radibe em cardin dikanên xwe vedikin. Niha em di meha remezanê de ne tu bixwazî nexwezî bandora korona di aliye neyînî de me bandor dike. Ger şewba Korona nebûya wê karê me hîn baştir bihata meşandin. Herî dawî ez dixwazim hemû jin bi taybet jî jinên Rojava bikaribin di aliyê aborî de kar û xebatên xwe pêş bixin. Çi aliyê proje û kar dibe em bi xwe aboriya xwe ava bikin. Zehmetî û astengiyên ku dertên, em ê bi hevbeşiya jinan derbas bikin."