Bejdarbûna jina di aboriyê de ji sedan 11 ye

Bejdarbûna jinên Başûrê Kurdistanê di aborî de gelek lewaze. Li gora ew astengiyên ku jin ru bi ru dimin jî rêvebirina karê jinan bi awayek serbixwe ji sedan 11 ye û eve jî rêjeyek gelek kême. Jinên xwedî kar daxwaz dikin ku jin kar bikin.

Silmanî- Bi destpêkirina mirovahiyê re karê aboriyê jinan dikir, lê belê bi avabûna civakê re ev mafê jinan jê hatiye standin. Lê belê pîştre jin carek din di karê aboriya malê de cihê xwe girtin û di çarçoveya malê de dest bi karê xwe kirin. Beriya sala 2014’an karkrina jinan ji derveyî mal qet nebû. Lê belê pîştî qeyrana aborî li herêma Kurdistanê ru dayî bajdarbûna jina heya astekê di karên taybet yên aborî de cihê xwe girtin.  Di demekê de karkirina jinan li gora amêrên sala 2019’an ji sedan 11 jin xwedî karên serbixwe ne û di qadên aborî yên taybet de kar dikin. Her wiha karkirina jinan bandorek li ser civakê kir û bi vê yekê êdî dahatiya jiyanê baştir bû û jinên xwedî kar daxwaz kirin ku nêrina civakê di derbarê jinê de divê were guhertin û astengiyên li pêşiya jinan rabin.
Rêjeya bêkariyê li Başûrê Kurdistanê bi taybet di nava jinan de her roja ku diçe zêde dibe. Ji derveyî jinên ku karê bazirganiyê dikin kar kirina jina gelek kême. Ev dide diyarkirin ku sistema desthilatdar ji aliyê mêrsalari ve tê rêvebirin. Normên civakê sînor ji bo karkirina jinan diyar dike û divê jin di nava malê de kar bike. Her wiha karkirina  jinan di cihên taybet de gelek kême.
Jinên Başûrê Kurdistanê yên bazirgan û xwedî kar di derbarê karê jinan de ji ajansa me JINHA re axivin.
Jin dikarin ji mêr gelek serkeftî tir bin  
Hunermend Hewal Osman jinek bazigana Başûrê Kurdistanê ye dide diyarkirin ku di nava civakê de baziganî û jin ji hevdû gelek cudane, li belê ez qet tevlî vê gotinê nabim ji ber jin dikarin gelek bi serketî bin û wiha got: “Ger jin karê bazirganiyê bike wê gelek baştir kar bi rêve biçe. Her wiha ez hêvîdarim civak dawi li vê hişmendiya ku mêr dikare kar bike jin kar neke bîne. Civak dibêje nabe ku jin kar bike ji ber karê jinê diyare. Qet kar ji bo jinen ne eybe, divê em jin hewil bidin ku van çavên wisa temaşeyî me dikin rabikin.”
“Karkirina jinan tundî tujiya li beramberî jinan kêm dike”
Jina ciwan ya bi navê Dinya Emer ku bêhnan di firoşe dibêje: “Di nava civaka me Başûr de rê nayê dayîn ku jin kar bikin. Lê belê pêwîste jin kar bikin, ji ber kar kirin dibe sedema baweriya bi xwe anînê û şahrazabûna jinan di kar de. Karê min di destpêkê ve ji aliyê civakê ve ne dihat pejirandin û ez rojane bi rexenyan re ru bi ru dimam. Lê belê min di karê xwe de israr kir û hîna jî ez karê xwe bi awayek keyfxweş di domînim. Ger aboriya jinan ya serbixwe hebe ew tundî tujiya li beramberî jinan tê kirin wê kêm bibe.”