Bazirganiya ji malê riya çareseriya krîza aborî ye

Di salên dawî de li Sûriyeyê bazirganiya ji malê zêde bûye jin di vê bazarê de pêşengiyê dikin. Zehra Mihemed a ku li ser înternetê gavek nû avêtiye, yek ji jinên li Rojava ye ji ber rewşa aborî çavkaniya dahatê ava kiriye.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir - Bazirganiya ji malê bi riya Facebook, Instagram û WhatsAppê ango hesabên dîjîtal derfeteke mezin e ji bo destpêkirina xebatê bi veberhênana herî kêm ji bo jinan. Ev kar xwe dispêre çend xalan, çêkirina rûpelek karsaziyê, nîşandana berheman bi awayekî zelal û pêwendiya rasterast bi xerîdaran re. Bi wî rengî bawerî di navbera her du aliyan de çêdibe û hejmara şopîner û muşteriyan zêde dibe.

Stratejiyên firotin û pêwendiyê jî gelek girîng e ku xwe dispêre weşan û belavkirina berdewam, wekî çîrok û astên rojane li ser Instagram û Facebookê da ku têkiliya şopîneran biparêzin û zêde bikin.

Kirrûbirra li malê amrazek bihêz e ji bo bidestxistina serxwebûna darayî ya jinan û piştgiriya aboriya malbatê bêyî ku hewce bike bi demijmêrên zêde li derveyî malê bimînin.
Azadiya aborî ya jinan gelek aliyan dihewîne, tevî hemû maf û derfetên ku dihêle ew bi tevahî li ser hilbijartinên xwe yên darayî û pîşeyî kontrol bikin.

Zehra Mihemed dayîka keçek û kurekî ye, ev demek kurt e dest bi kirrûbirra li malê kiriye ji ajansa me re gava nû ya avêtiye û sedemên wê vegot.

Kirrûbira dîjîtal a ji malê

Zehra da zanîn ku wê nû dest bi kirrûbirra li malê ango bazirganiya dîjîtal kiriye û wiha berdewam kir: “Heta ji min tê hewl didim pêdiviyên malbatê û metbexê zêdetir ji hevalên xwe û mirovên me re peyda bikim. Ev kar ji me zêdetir sûdê dide jinên ku ji ber hevjînê xwe nikarin derkevin derveyî malê yan jî bajar. Hejmarek zêde ji jinan hene ku derfetên wan tune ne û nikarin xwe bigihîjînin bazarê, beşek ji ber urf û adetên civakî ne û beşa din jî ji ber hişmendiya baviksalarî ye ku zêde zextan li jinan dikin. Em jî gelek hewl didin alîkariya van jinan bikin û pêwîstiyên wan bigihîjînin malên wan. Ji bo min ev tecrubeyeke nû bû, alîkariya xwe û van jinan bikim.”

Herî kêm ji sedî deh tenê jin dikarin dahata darayî ya malbata xwe kontrol bikin

Zehra bal kişand ser azadiya jinan a aborî û got ku piraniya jinan di civakê de ji vê azadiya xwe bêpar in û wiha zextên mêran li ser jinan anî ziman: “Ji ber hişmendiya baviksalarî û urf û adetên civakî jin ji azadiya xwe ya aborî bêpar in. Jinên ku bi şev û roj di bin germahî û sermayê de dixebitin û hemû cure zextan û tundiyê tehemul dikin, di dawiya heyvê de fonê xwe yê ku digrin jî hevjîn ji wan distînin. Di civakê de, herî kêm ji sedî deh jin dikarin dahata darayî ya malbata xwe kontrol bikin, yên mayî jî li ber dilovaniya hevjînên xwe dimînin. Ji hevjînan re jî peyama min ew e ku divê ji bo hevjînên xwe piştgir bin û nebin nebin sedema şikandina îradeya wan. Mixabin piştî ku min dest bi vî karî kir min rastiya gelek jinan ji nêz ve dît ku bi êş û tundiyê re rûbirû dimînin.”

‘Em ne di serdema nezaniyê de ne jin xwedî mafê serxwebûnê ne’

Zehra da xuyakirin ku ew di serdema nezanînê de najîn, mafênnjinan hene kirînê bikin, tişt û alavên ku jê hez dikin hilbijêrin û wan bikirin û wiha pêl da gotinên xwe: “Li ku derê dibe bila bibe, li mal û bajaran heta gundan û deverên di warê xizmetê de paşguhkirî ne, jin xwedî mafê serxwebûnê û azadiya darayî û aborî ne. Di vê rewşê de ez hizirîm ku divê karekî bikim û alîkarî bidin malbata xwe lê di vir de ya herî bingehîn îradebûyîn e. Serkeftina her projeyeke jinan destek û piştgiriya hevjîn jî dixwaze. Ji lewre bi îradeya min û piştgiriya hevjînê xwe, min dest bi vê gavê kir û meşiyam.”

‘Li beramberî paşverûtiya civakê ez ê firoşgehek vekim’

Zehra tekez kir ku dibe ew di rojên pêş de firoşgeha kelûpelên malê vebike û rêveberiya wê bike û sedema wê wiha zelal kir: “Berovajî tişta ku civak dibêje jin nikarin di nav koma bazirganên mêr de bikirin û bifroşin an jî neçin bazarê û sînoran jê re ava çêdikin, ez ê di demên pêş de li beramberî vê hişmendiyê jî firoşgehek xwe ya kelûpelên malê vekim. Xweşikbûna malê bi kelûpelên wê û alavên wê ye. Em ê ji bo jinên ku nikarin heta bazarê biçin û tiştên jê hez dikin bikirin bibin alîkar û li kêleka wan bin.”

‘Projeyên biçûk deriyek ji bo xilasiya ji krîza aborî ye’

Zehra krîza aborî a ku welat pê re rûbirû dimîne û bandorê li piraniya malbatan kiriye bi bîr xist û ji bo kêmkirina bandora wê û lêgerîna li çareseriyê ev tişt got: “Gelek malbatên xizan hene nikarin xwarin û vexwarina xwe û zarokên xwe peyda bikin lê gava ku îrade hebe ji hundirê malê, mirov dikare dest bi karekî yan jî projeyeke biçûk bike. Jin ji bo ku xwe û malbata xwe ji krîza aborî derxin li pey lêgerîna li çareseriyan in. Cudahî jinên bi riya înternetê karê firotinê dikin li malan milûxiyê jî berhev dikin û ji bo zivistanê hişk dikin. Her çiqasî hejmara jinên bi riya înternetê karê kirînê û firotinê dikin hindik jî be, sibê wê ji hemû jinan re bibe tecrubeyek nû,bikaribin rabin ser piyan û dest bi projeyan bikin. Bi projeyên biçûk em dikarin krîza aborî derbas bikin çi li malê be çi jî li bazarê be.”

‘Serxwebûna jinan a darayî xizaniyê kêm dike’

Zehra got ku ger jin di qada aborî de serbixwe bin wê xizanî kêm bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema sermayeya jinan hebe, ew bazirganan kontrol dikin, ev xalek gelek girîng e jî ji bo her jinek di qada aborî de têdikoşin. Piştgiriya xwerêvebirinê ya jinan girêdana darayî bi yên din kêm dike, parastin û baweriya bi xwe mezintir dike. Ji lewre bi demê re ez ê li benda bira, hevjîn û kesek din nemînim ku destê alîkariyê dirêjî min bikin, ez ê êdî ji bo xwe hebim.”